2015 sala serkeftina Şoreşa Rojava ye

HOŞENG HESEN 4 Ocak 2016 0
2015 sala serkeftina Şoreşa Rojava ye

Tu li Efrîkayê bî , li Mozembîkê bî , li Somalê bî dema tu behsa şer bikî – di sala 2015’an de – wê Rojhilata Navîn û taybet hovên sedsalê DAIŞ were bala te û dîmenên wê yên te dîtine û nedîtine di xeyalê te de wê derbaz bibe ji serjêkirinê , kuştinê, destdirêjiyê bi giştî her tiştî bi awayekî hovane nîşan dide.

Dîsa jî tu li kîjan dever û aliyê cîhanê bî dema tu behsa şkestina DAIŞ‘ê bikî wê  Hêza Parastinê ya Rojavayê Kurdistanê ( YPG/YPJ) were bîra te û pêre dîmenên mêrxasî û qehremaniya şervanên wê di bala te were neqişkirin ku bi çekên xwe yên sivik li himberî tank, top û ya herî girîng li hemberî zêhniyeta faşîst ya çeteyên DAIŞ rawestiyan û bi serketin , ji berxwedana sedsalê ya Kobanê heta Til Hemîs bigire û hemleya Fermandar Rûbar ya têde Çiyayê Kizwanan ku nêzî sal û nîvekê di bin dagerkeriya çeteyan de bû, di 2015’an şervanên azadiyê carek din tîrêjên biratiya gelan lê vedan û di wê rêwîtiya xwe de Girê Spî jî rizgar kirin û deriyê sereke yê alîkariya bavê çeteyan Erdogan ne tenê hat girtin lê bû qadek tekoşînê û avakirina jiyanek hevbeş di nava gelên wê de , îro jî şervanên azadiyê di nava Hêzên SûriyaDemokartîk de (QSD) de tekoşîna xwe didomînin û nîşanên serketinê ji Holê, bendava Tişrîn hatin hildan û hîn jî riya rizgarkirinê dewam dike .

Yekemîn car di dîroka şoreşa Sûriyeyê de kongreyek opozisyonê di hundirê Sûriyeyê de li ser xaka Rojava û bi beşdarbûna gelek nûnerên hêzên opozisyonê hate li darxistin û Meclisa Sûriya yê Demokratîk hate damezrandin, wê jî dest bi tekoşîna xwe bicih anîna hêviyên gelê Sûrî di azadî û demokrasiyê de kir .

Dîsa jî di milên aborî, civakî, rêxistinî de gavên dîrokî hatin avêtin. Îro li seranserê Rojava li her sê kantonan ( Cizîrê, Kobanê, Efrîn) bi dehan sazî, rêxistin, komîn, Meclis hene tevî hemû zehmetî û astengiyan û tevî gelek kêm û kurtasiyan karê wan lê dîsa jî hebûna wan serketîne ji ber hîn li Rojava şoreşa avakirin û rêxistinkirina civakê dewam dike û herkes dizane ku karê herî zehmet avakirina zêhniyeta demokratîke.

Tiştên me bibîrxistin ne bi qasî sere derziyê (wek bav û kalan gotiye) ji berxwedanê gel li Rojava û Şoreşa wê ya di avakirina civaka azad û demokratîk de ji bo hemû pêkhateyên ser vê xakê jiyandikin lewma em dibêjin ku 2015 sala serketina Şoreşa Rojava ye …

Bu yazı 572 defa okundu.

Yorum Yaz »