ADAR, JIN Û JIYAN

CÎGERXWÎN GOYÎ 8 Mart 2014 0
ADAR, JIN Û JIYAN

ADAR, JIN Û JIYANAdar heyva mizgînvana buharê ye. Wekû gel sersala me ye. Her çawabe nizanim, lê Roja 8 ê Adarê weke `Roja jinên kedkarên Cîhanê` ragehandin, xeml û wateyek cudatir dide vê sersala pîroz. Gelo hilbijartina vê Rojê di heyva Adarê de tesedufeke? Ji bû cîhanê na, lê ji bû Kurdistanê hem mucîzeyeke, hem jî vejîneke.

Jiyan bi watedayînê binirx dibe. Jin bi azadiyê xweşik dibe. Adar bi 8 ê û 21 ê bi keramet dibe. 8 ê Adarê herî zêde bi jina Kurd û tilîlîyên wan, bi Besê û Zîlanan bi taç dibe. 21 ê Adarê bi Zekiye û Bêrîvanan geş dibe, bi dengê Mizgîn û Delîlayan sermest dibe, bi spehîtî û kêrhatina Amara û Sorxwînan dikemile.

Ev Adar çend xweşike! Xweza ji nû ve dizê û mîlada dayîkbûnê ye. Gul, sosin û nêrgiz serî hildidin li quntarên çîyan. Berfîn ji nava kevîyan bi evîna dîtina Rojê bi lezek mezin derdikevin ser xakê. Wekî Berfîn û Gulbuharên welatê min, ew jî evîndarê Rojê ne.

Li vê Adarê herî zêde Roj, Jin û Jiyan pîrozin. Hinek dibin canîmerg, hinek dibin sosin û nêrgiz, hinek dibin Berfîn û gelek ji wan jî dibin Bêrîvan û Evîn. Ma çi ferqa navan heye? Gelik ji wan hene, em navên wan jî nizanin.

Li Adarê jiyan ji nû ve dipişkive. Xunav û mija av û robarên Kurdistanê xwe ber dide li ser bedena vê xaka pîroz. Hîzil û Dîcle serxweş dibin  û radibin berbi singên zinar û çîyan ve; singên wan dikelêşin û rêya xwe hêj mezintir dikin. Tam weke Sara û Zekîye`yên welatê min, yên kû zendên zebaniyan şkênandin, qeydên koletiyê şewitandin û qetandin.

Herî zêde ev Adar dişibe çavên Stêrka Dersimê kû serê wê mîna Munzur ticarî çevandinê nepejirandiye. Hişînatiya Adarê û çavên Sara`yan vegotinek gelik ciyewaz ya pîroziyê ye.

Ev Adar mînaka Xudawenda heyvên salê ye. Ew jî weke Stêr xweyî biriqînek bêhempa ye. Navê wê û rêya wê herdem diyare. Tam weke şahjinên welatê min kû bi felat û îradeya xwe di vê cîhanê de dibiriqin. Tam mîna Sema û Rewşenên welatê min, yên kû bi agirê beden û evîna xwe li dora Rojê bûne xeleka agir û derdor ronî dikin.

Ya rastî ev Adar pir, lê pir dişibe hûrî, perî, zerî û şahjinên vê xaka Şehîdistan!

Xweza, ji nû ve ji dayîkbûne. Adar gava vê ya yekemîne. Ji ber vê jî gelik pîroze.

Jin jiyanê di afirîne. Ez û tû û ew, em berhemên wê ne. Ji ber wê jî ew çavkaniya hezkirin û parastinê ye. Dayîk pîroze. Herî zêde dayîkên vê xaka min pîrozin. Ji ber kû wan nebes mirov, bi mirovan re mirovtî jî anîne ser rûyê erdê. Temaşe bikin, ji Stêr heta Hûriyan, ji Mizgîn heta Sarayan!

Her jinek ji van mînakek cuda ya pîrozahî û rastiya mirovahiyêne. Tam wekî vê Adara kû xeml û xêza Cîhan û Gerdûnê ye. Stêr û Zînên vî welatî, Zîlan û Gulbuharên vê xakê jiyan, hezkirin û azadiyê bi mirov û mirovtiyê dayîne tam kirin. Ji ber vê yekê ye kû herî zêde Adar û jina Kurd dişibin hev. Herî zêde Adar xwezayî û azade. Herî zêde jina Kurd muhtacê azadî û hezkirinê ye. Herî  zêde Adar li benda germahiya Rojê ye. Ji hemî mirovan zêdetir, pêwistiya keçên vî welatî bi germahiya Rojê hene û dildarê Rojê ne.

Ya herî rast, Adar bi Rojê Adare û destpêka jiyanê ye. Jina Kurd bi Rojê dikare azad bibe, bi azadbûnê re hêj xweşiktir bibe û bi xweşikbûnê re dikare afirandkariyek hêj mezintir bike. Yekbûna Adarê, jin û jiyanê vegotinek tam ya pîrozahiya Rojê ye. Ew Roja kû ji komikên Aryen ta Medan, ji Êzdiyan ta Laleş û ji Mezlûman ta Îmralî hertim çavkaniya jiyan, wate, îrade û azadiyê ye.

Bu yazı 456 defa okundu.

Yorum Yaz »