Armanca derbazbûna Tirkan ya Iraqê çiye?

EGÎD ÇOLÎ 8 Aralık 2015 0
Armanca derbazbûna Tirkan ya Iraqê çiye?

Bi dehan salane ku dewleta Tirk bi dijminahî û dijbertiya gelê Kurd tê naskirin û hemû polîtîka û siyaseta xwe li gorî vê diyar dike.

Her wiha di salên 1980’iyan de digotin ku me gelekî bi navê gelê Kurd li quntara çiyayan binax kiriye, Kurd êdî nemane, her wisa tim û dayim di nava hewldanên asîmîlekirina gelê Kurd de bûne.

Di 5 Kanûnê de leşkerên Tirk bi hemû çek û cebilxaneya xwe, tevî tank û maşîneyên xwe yên leşkerî derbazî Iraqê bûn, bi hinceta ku ew dixwazin teroristan li derdora welatên xwe nehêlin, her wiha ji bo komên muxelîf li dijî DAIŞ’ê bêne perwerdekirin.

Li vê derê pirsa ku di bala mirov de tê çêdibe, armanca rastî ya derbazbûna hêzên Tirk ya nava Iraqê de çiye???

Eger ku Tirk bi rastî dixwazin şerê teroristên DAIŞ’ê bikin, çima sînorê xwe li pêşiya çeteyên DAIŞ’ê vedikin, ji bo ku derbazî Rojavayê Kurdistan bibin?

Jixwe ev pirs jî têrê dike ku axaftinên rayedarên Tirk derew û vala derxe, dema ku rayedarên Tirk derdikevin li ser ekranên televizyonan û dibêjin ku ew dixwazin teroristan li Iraq tune bikin. Ev yek jî rewşeke seyr û sosrete.

Girêdayî mijarê ji dema ku Tirk derbazî Iraq bûne, Serokwezîrê Iraq’ê Heyder El-Ebadî gelek caran bang li Tirkan kir ku di demeke herî bi lez de leşkerên xwe ji nava xaka Iraqê vekişîne; lê Tirk dibêjin ku wan tiştekî ne rewa nekiriye û wan di çarçoveya têkoşîna li hemberî terorîzma kûrewî de ev pêngav avêtiye.

Jixwe ev liv û tevgera Tirkan di bingehê xwe de ji bo şerê şervanên tevgera azadiya Kurdistan’ê “PKK” ye. Dewleta dagirker û mêtinger ya Tirk dixwaze dor li Herêmên Parastinê yên Medyayê bigire.; ji ber ku piştî gelek hewildan, êrîşên ezmanî û bombebarankirina qadên parastina medyayê, di encamê de nekarîn ji van êrîşan encamp bigirin, ji ber vê sedemê serî li rêyek bi vî awayî dane.

Di haman demê de bi mebesta perwerdekirina milîs û grûbên Tirkmen û Sunî li hemberî hêzên Kurd yên li Şengalê bikin peymanekî qirêj û veşartî bi PDK’ê hatiye kirin. Mirov dikare li vir vê pirsê bike; çima hêzên Kurd li dijî rizgarkirina Şengalê ne? Kurdên ku bi dijminên Kurdan yên dagirkerên Kurdistanê re tifaq û peymanan datînin, deriyê Kurdistanê ji dijmin re vedikin bi çi dikare bi nav bike?

Lê ev planên hêzên tarî nagihêjin armanca xwe û wê rê li ber şerekî Tirk-Rûsan di Iraqê de bi xwe re bîne; ji ber ku Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî di daxuyaniyekê de got ku eger ku Tirk ji erdê me venekişin wê Iraq alîkariya Netewên Yekbûyî di vê mijarê de bixwaze û zagon û biryarên navnetewî di vê mijarê de çi dide pêwîstkirin wê pêk bîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tirk bê hevrêzî bi Iraq re ev gav avêt û destdirêjî li hevparetiya Iraqê kiriye.

Bu yazı 335 defa okundu.

Yorum Yaz »