AX PARÎS

LEYLA İLHAN 12 Ocak 2014 0
AX PARÎS

cenaze1

Birînek din ji di dilê me de vebû. Dîsa bi dilek xemgîn em salek nû pêşwazî dikin. Bi gihiştina lûtkê ya bi tolhildana li hember îxanetê kû em bidin cangorîyên azadiyê. Her sal em bi kederek nû û bîrîyek mezin ya pêşengên doza azadiyê û bi tekoşînek nû bîr û baweriya xwe nûve dikin. Eşkereye kû Tevgera Azadiya Kurd li ser xwina keç û kurên welatê me mezin bûye û wê mezin bibe. Her şahadet bûye encamek ji bû destkeftina azadiyê. Lê, ya ji aliyê dijminê dagirker ve tê ji bîrkirin eve kû xeta azadiyê bi her şahadetekî mezintir bûye. Cara yekem PKK’ e bi şahadeta Hakî yan gihat biryara ava kirina şoreşa azadiyê. Bi şahadeta Fermandar Egîd xwe bihêz kir û bû artêş, bi Bêrîvanan re bû serhildan, bi Bêrîtanan re bû berxwedana li hember paşverûtî, bi Zîlanan re bû biryardarî, bi Viyanan re bû têkoşîna li hember xiyanetê, bi Xebatan re bû serkeftina azadiyê û bi Sarayan re bû encama biryardarî û destxistina azadiyê .

Her dem şehit bûn despêkek nû ji bû azadiyê ye. Her sê jinên qehreman yên li Parisê jî bi şêwazek hovane hatin qetilkirin. Tirsa ji mezinbûna Tevgera Azadiyê û hêza jina Kurd rasteqine têxe ber çavan. Dijminê dagirker ji heybeta wan reşbîniyek din jî daxist nava pelên dirokê, dirok disan bi xwesteka qetilkirina azadiyê xwest rêzek din ji rapera xwe tijî bike, lê hirsa azadiyê cihek berfirehtir ji xwere veqetand li ser rupelên hatin reşkirin bi pênûsa bi xwina qehraman û cangoriyan hatî spî kirin hat nivisandin.

Şahên dagirker carek din ji xwestin bi destê piyûnan heybeta azadiyê bitirsinin lê ya hatî tirsandin diroka hezarî salan ya dagirkerbû. Xwe nas kirina jinê hebûn û rêxistina jinê, mertalê azadiyê yê herî xwirtê li hember pergala dagirker disa derket ser dika dirokê . Hovîtiya li Parîsê li ser sê jinên qehreman hatî kirin ji diyardeya vê tirsa ji xeta azadiyê bû. Bi planên hevkar xwestin darbeyek mezin li xeta azadiya mirovan bi taybet jî li azadiya jinê bidin. Di aliyêk din de jî xwestin deriyê ji bû çareser kirina Pirsgirêka Kurd kû ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCELAN ve hatî vekirin bigrin û carek din rastî yê bervajî bikin. Lê, êdî bixwazin jî Kurd nahêlin rastî were berevajî kirin. Ji ber bi fik rû ramanek nû dirok ji nûve tê nivisandin û hemû reşatiyê di dirokê de ne û nayên jibîr kirin li cihê wan bi hêviyên nû û azad dirok tê xemilandin. Em vê baş dizanin Parîs jî nayê ji bîr kirin. Zû yan jî direng, dest bi xwînên sereke jî yên werin eşkere kirin.

Ey Paris; ma tu baş nizanî mirovên dilên wan bi hesreta azadiyê hatî raçandin te ji bir nakin. Tuyê ji bû dagirkeran bibî goristan û ji bû jiyana azad bibî sembol. Wekî hersa jiyana Sara, wekî beşişandina li ser Rûyê Fidan, wekî dilxwaziya têkoşîna Leyla. Ma ev nabe pêşvan ji bû dihatûya zarokên Welatê Rojê.

Ma ev nabe hêvî ji bû dayikên dilşewat. Ma ev nabe biryardarî ji bû keç û xortên Kurdan. Ma heybata dilê Kurdan wê bihêle kû tu qatilê dil kevir di himbeza xwede veşêrî. Ma mertalên azadiyê li hember bê bextiyan xwirtir nabe.

Ey dirok te Zarîfe qetil kir, lê ji bir kir kû Sara ya hê xwirtir rabe, vê baş bizane te Sara qetil kir lê bi hezaran Sara rabûn. Têkoşîn hîn bi heybetir bû îro, ne li deverekê li her çar aliyên cihanê kîn fûra dûruşma azadiyê erd û ezman hejand.

Jina dil azad, te û hevalên xwe ev baş dizanî kû tu caran tu kelem û astengan nekarî rê li hember doza we bigre, iro jî hûn dizanin kû ev rê firehtir û biheybetir bûye. Ji ber kû hûn ji têkoşina xwe bi bawerbûn û hûn dizanin we çi li pey xwe hiştiye. Ji ber kû wekî hûn ji dibejin    ”jiyana min tev şerbû” ev şer bû şerê hezaran jinên azadîxwaz jina Kurd erê xwe xwirtir kir, xwesteka azadiyê gihat lotkeya herî bilind û di dilê azadiyê de ji bû xwe cih veqetandinek bê dawî misoger kir.

Bu yazı 473 defa okundu.

Yorum Yaz »