Bajarê biçûk hêviya mezin: Kobanê

Editor 27 Ocak 2016 0
Bajarê biçûk hêviya mezin: Kobanê

Terorîsên DAIŞ’ê di 14’ê Îlona 2014’an de bidijwarî êrişî Kantona Kobanê kir û tam piştî 134 rojan yanî 26’ê Çileya 2015’an bi berxwedanek pir mezin ya YPG-YPJ’ê bajarê Kobanê ji destê terorîstên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Piştî 27’ê Çileya sala 2014’an Kobanê weke Kantona hate ragihandin û rêveberiya xweser ket meriyetê, bi alîkariya dewletê herêmê û Tirkiyeyê, terorîstên DAIŞ’ê di roja 14’ê Îlona 2014’an de bi hemû hêza xwe êrişî Kantona Kobanê kir.

Li Kobanê ciwanên Kurd yên her çar parçeyên Kurdistanê bi qehremanî şer kirin û destanên dîrokî nivîsîn.

Li beramberî hêzên kurdî, gelê Kurd hêzek ya di aliyê leşkerî de hemû cûre çekên wan heyî, çi hiqûq û zagonan nas nakin, mafê mirovan binpê dikin, sûcê şer dikin, zarokan dikujin, jinan dikujin û serê mirovan jê dikin hebû. Komek terorîst ya bê însaf hebû.

Keç û xortên kurdan yên bêtirsin, bêfikar û amade canê xwe jib o welatê xwe feda bikin hebû. Armancek û hêviyek wan hebû. Ew qas ji welatê xwe û jiyanê hes dikirin kû, bê kû bifikirin dikarîn cane xwe jibo gelê xwe û welatê xwe feda bikin.

Terorîstên DAIŞ’ê bi deh hezaran hêza xwe û biçekên giran herêma Kobanê topbaran dikir, qêrîn û hewara kurdan kesê nedibîhist. Dengê kurdan tenê heta guhê wan diçû, tenê wan dibîhîst. Kurdan zanî, ji bilî kurdan dê tu kes alîkariyê neda wan. Ji ber wê ji hemû aliyên kurdistanê keç û xortên kurdan dest hilanîn û berê xwe dan kelha berxwedanê Kobanê.

Gelê Bakûr bi rojan, li rexmî êriş û kuştinên hêzên dewletê jî li ser sinor dest bi nobetê kirin û ji Kobanê re dua kirin. Dayîk û bavên 70 salî li ber serma û seqema zivistanê li ser sinor neçûn. Ji Kobanê re gotin, vaye em jî li virin û hûn nebitenê ne.

Li pey hev daxuyanî hatin ji rêxistin û partiyên Kurd. Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Mûrat Karayilan û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Xetîp Dîcle gotin, Kobanê dê bibe Stelîngrada duwem. Bila çi kes hesabên cuda ji xwe re nekin. Kurd heya yek can jî maye dê li ber xwe bide. Dê terorîstên DAIŞ’ê û hevkarên wan li Kobanê têk bibin.

Serok Komarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dilxweşiya xwe ya qetilkirina kurdan li Kobanê nekarî veşêre û got, ‘Kobanê dikeve aha ket’ derket ser ekranên televîzyonan.

Lê wiha bidawî nebû, ev hesabek bû û li Kobanê vegerî. Roj 6-8’ê Cotmeha 2014’an bi sedhezaran xelkê bakûr jibo piştgirîdayîna Kobanê û şermezarkirina hevkariya hikumeta AKP û DAIŞ’ê herikîn ser sinorê rojava. Bidehan welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şehîd kirin, lê gel serî netewand û berxwe da. Gelek avahiyên hikumetê dagirkirin û dewlet neçar ma xwe bide paş. Li gelek bajarên bakûr hikumet ket.

Welatiyan sinorê di navbera bakûr û rojava de rakir û bisedhezaran welatî ji navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê derbasî aliyê din yê rojava bûn.

Li Kobanê bidehan keç û xortên kurdan bedena xwe kirin gorî û xwe avêtin ber tankên terorîstên DAIŞ’ê. Sembola Kobanê û vîna gelê Kurd Arîn Mîrkan bedena xweya biçûk û dilê xwe yê mezin tejî teqemenî kir û di mejiyê terorîstên DAIŞ’ê de teqand. Hêvî û bawerî li beramberî hovîtî û wehşetê serket. Wê bedena biçûk wê hêviya serkeftinê û azadiyê artêşa hov û qirêj, herwiha hesabên heyî têk bir. Li cihê xwe hêvî çand û mezin kir.

ÎLHAMÎ BULDAN

Bu yazı 638 defa okundu.

Yorum Yaz »