Bayik: Yekane muxatab PKK ye

Editor 17 Aralık 2015 0
Bayik: Yekane muxatab PKK ye

Hevserokê Desteya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê di rojnameya Azadiya Welat de dibêje, yekane muxatabê pirsgirêka Kurd PKK ye. Eger dewlet nikare bi Îmralî û PKK’ê re pirsgirêkê çareser bike, nikare bi ti kesî re çareser bike.

Hevserokê Desteya Rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî bûyerên li bakûrê Kurdistanê rû didin, nîqaşên li ser muxatabên pirsgirêka kurd di nivîsa xwe ya îro de nirxandin kir.

Cemîl Bayik bertekek tund nîşanî daxuyaniyên rayedarên AKP’ê ên dibêjin, ‘ew dê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hinek muxatabên din peyda bikin. Îmralî , PKK û HDP ne muxatabin’ û got, “Yekane muxatabê pirsgirêka Kurd PKK ye.

Bayik da diyarkirin kû, eger muxatabên pirsgirêka Kurd ne Îmralî, PKK û HDP be wê demê kîne? Ji dervey van ti kesek din nîne pirsgirêka Kurd çareser bike û bibe muxatab. Ev gotinên têne kirin hemû direw û demogojî ne.

Bayik destnîşan kir kû, ger çareserkirina pirsgirêka Kurd bi çareseriyên siyasî û civakî ve peywendîdar be wê demê ji bo çareseriyê helwest û nêzîkatiyên herî maqûl, Îmralî, HDP û PKK nîşan dide. Herwiha Xweseriya Demokratîk jî çareseriya herî maqûle.

Hevserokê KCK’ê Bayik got, dewleta Tirk xwedî zêhniyet û polîtîkayek ya çareserkirina pirsgirêka Kurd nîne. Ger çareseriyek wê nebe, wê biti kesî re pêvajoyê nede destpê kirin. Bila ti kes xwe nexapînin û nekevin nav xeyalan. Hikumet tenê civakê dixapîne.

Bayik aşkera kir kû, dibe hikumet bi hinek kesan re hevdîtinan bike, lÊ belê ew tenê bêçareserî û mijolkirine. Ne ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurde. Ew kes û komên hikumet dibêje dê hevdîtinê li gel bikin, ewê tenê êrişî berxwedana gel bikin. Ev kes û kom 40 salin êrişî PKK’ê dikin.

Cemîl Bayik balkişande ser bûyerên bakûrê Kurdistanê rû didin û di derbarê xendekên hatine kolandin de ev nirxandin kir:

Bila hemû kes bizane berxwedanên li Sûr, Cizîr, Silopî, Kerboran, Nisêbîn, Gever, navçe û bajarên din têkoşîna demokrasî û azadiya gelê kurde. Pirsgirêk xendek nînin, xendek ji bo berxwedêrên jiyana azad û demokratîk mewziyên parastinê ne. Kesên li pişt xendek û barîkatanin, êrîşî kesekî nekirine. Tenê xwe diparêzin, ji bo gelê kurd xweseriyê dixwazin.”

Bayik got, pêngava gel ya xwebirêvebirinê kuştina polis û leşkeran hedef nagire, ew pêngava çareseriyê ye. Çawa dewleta Tirk êrişî hemû modelên demokratîk dike wisan jî êrişî, modela xwebirêvebirinê dike. Li cîhanê serdestî bi serdegirtina malan û kolanan çênabe, serdestî bi demokrasiya xwecihî yanî xwebirêvebirinê çêdibe.

Ger ev gel xwedî nasname, ziman û çandeke cuda nebe jî ev berxwedan rewa ye. Ger gelekî cuda hebe, dewleta tirk dagirker û mêtinger be, wê demê ev berxwedan sed caran rewa û mafdare. Bila tu kes mijara xendekan berevajî neke. Ev berxwedan rewa ye, çêkirina xendekan jî rewa ne.

Bu yazı 401 defa okundu.

Yorum Yaz »