BİXÊR HATÎ AZADÎ

HEWAR GABAR 20 Temmuz 2014 0
BİXÊR HATÎ AZADÎ

azadiYên çavek li dîrokê gerandîn hemfikrin kû vî warî, vî welatî ji mezin kirin û pêşketina mirovtiyê re derguşvantî kirî ye. Warê afirandinaye Kurdistan. Ji qafikekî bigre heya bi qafûrekî, ji fêrbûna denîna ser hev ya du kevira bigre heya bi avakirna gundekî (jixwe Îyonîyan ji ber vê Kurd wekû “Gondvan” binav kirine) her tişt, ema her tişt bi dest û tilî û bixwêhdana eniya xwe afirandin û bexşî mirovtiyê kirin.

Mirovtî bipergal kirin, pîvanên exlaqê bi hev re bûyînê kifş kirin, civakbûyîn pêşxistin. Ziman, zanist, tip, wêje, çand, exlaq, hes kirin û evîndartî li vî warî jidayikbûn, mezin bûn û li cîhanê belav bûn.

Afirandvan û pêşvanên tevayê van rastîyan dayîk cara yêkemîn li vî warî derket merteba xwidawendîtiyê û navê “STÊR” lê hat kirin. Cara yêkemîn li vî warî cudatîya di navbera jina kedvan (kevanî) û mêrê malxwê (yê dixwe) de hat kifş kirin. Cara yêkemîn pîvanên exlaqî yên hevjîntî (Zewac)ya jin û mêr li ser vê xakê hatin keşif kirin.

Sal çû zeman derbaz bû Sûmeriyên li ser keda Kurdan xwe nas kirîn, di şkeft û xaniyên wan de hatîn hewandin, wekû giştî jiyan ji wan fêrbûyîn daketin Mezra Bohtana jêr û dest bifêl û finasan kirin.

Zilamê di Pergala kevanê Zêr de wekû malxwê hatî binav kirin û ji xweretiyê wêdetir kêr tiştekî nehatî, binavê Sûmeriyan û pesartî hêza xweya kelaşî dest bi tolhildanê kir. Binyata çîroka Enkî, 104 Mê (jinantî) yên Înana (Stêr) dizîn eve.

Malxwê yê li dijî Kevaniyê êrîşek bê wijdan dayî destpê kirin destpêkê “Mê”yên kevaniyê dizîn. Pesartî hêza “Mê”yan zîgorat ava kirin, bazar çêkirin û li derdora bazaran bajar damezrandin. Di bingehê lehengtiya Girgamêş (Gilgamêş), xiyaneta Enkîdo, Fahişetiya Namtara û qetil kirina Hûnbaba de ev rastî razayiye. Çîroka Şaristaniyet (Bajarvantî)a dagirker, çîndar û koledar wusa destpê kir.

Jixwe hilweşandina Pergala Sûmeriyan ya bi destê Bapîrên Kurdan Gotiyan, xwe dipesêre vê kînê. Û di heman demê de vî şerî fitîla têkoşîna gelên azadîxwaz û desthilatdarên şarîstan jî pêxist.

Ji wê rojê bigre heya bi roja me têkoşîna di navbera Gelên Azadîxwaz yên Kurd pêşvantiya wan dikin û Şaristaniyeta koledar de qet nevemirî. Têkoşîna di navbera Kevanî û Malxwê de destpê kirî wekû Gotî û Sûmerî, Hûrî-Mîtanî û Akadî- Babîlî û Konfederasyonên Medî û Aşûriyan de bê eman û bê navber ajot.

Jixwe safsatayên wekî “jin ji peresûyên mêr hatiye afirandin, jin darê şkestiye” û “Hûrîyên Buhiştê” ji encamê şerê teybet yê Malxwê jêderbûne.

Rastiya bêjeya “Dîrok ji dubareyan pêktê” di gotina “Hûrîyên Buhiştê” de çiqas jî wateya xwe peyda dike. Hê ji wê demê ve Hûrîstan (Kurdistan) wekû buhişt û jin û keçên wê jî wekû Melekên Buhiştê tesewor kirine. Hê ji wê demê ve kirine ferman; her kîyê kû Buhiştê dagir bike “Hûrî” xenîmeta wîne.

Di roja me de bigiştî li Kurdistanê û biteybet li Rojavayê Kurdistanê ya diqewime qey ne ev bixweye? Kapîtalîzma temsîla Pergala Malxwêtiyê dike, di bin navê DAÎŞ de malxwê (çete)yên xwe tajon ser Kobanê û keç û jinên wan jî wekû xenîmet li wan helal dike.

Ji rûxandina Konfederasyona Medya bigre heya sala 1970’ê, tam 2420 sala mirovtîya azadîxwaz li çaverêyî pêşengekî ma. Her tim xeyalên xweyên rizgarvanekî zindî girtin. Hin leptên binavê Manî, Babekê Xûremî çêbîbin jî bê encam têkçûn. Wekû xalekî dixwazim vê jî kifş bikim; sedema serhildanên Kurdan yên dibin pêşengtiya mîr, şêx û axayan de serne diket jî eve. Pergala kevantiyê bi mantiqa malxwêtiyê ne pêkane kû ser bikeve.

Di vê navberê de Pergala Malxwê, di pêvajoya Kapîtalîzmê de wekî ahtapotekî her der nixwimand û ne hişt mirovtî bêhnê jî bigre. Bi caran kevantî (kedvantî) êxist gorê de û ser beton kir. Jixwe bawer û bê perwa êrîşê her nirxî kir, dibêjîqey ji her nirxê bermayiyê Pergala kevanitîyê heyf hiltanî.

Biderketina PKK’ê re refleksên Pergala Malxwêtiyê rabûn pêdarê. Bi hovîtî û çavsohrtîyek mezin êrîş kirin. Ji bû Tevgera Azadiya Kurdistanê mirolek piçûk jî peyda neke tevayê cîhana desthilatdar ji çar aliyan ve yêkpare û hevdeng êrîş dikirin. Mînaka vê ya herî vekirî û berbiçav Bêbextiya Navnetewî ye. Ji bû Pêşengê vê tevgerê were girtin berberan nakokiyên xwe danîn aliyekî û bi hev re êrîş kirin.

Lê, PKK’ê û biteybet Pêşeng APO birik û israrek awerte li berxweda. Dibekû heta niha rastiya PKK’ê baş nehatibe nivîsandin. Heke rojekî êş û zehmetiyên Gêrîlayên Kurd kişandîn werin nivîsandin tu kes bawer nake. Her kesê bibêje; “Ne mûmkûne mexlûqatê navê wî mirov bikaribe di van mercan de li berxwe bide”. Lê, Tevgera Azadiyê bi coş, moral û zanebûnek mezin li berxweda û serkeft.

19’ê Tîrmeha 2012’ê Tevgera Azadiyê di dîroka xwe de cara yêkemîn li Kobanê zefera xwe ayan dikir. Cîhana desthilatdar li beramberê vê serkeftinê şaqis bibû. Ji ber kû ji bû Tevgera Azadiyê qadek piçûk jî peydaneke û teoriya xwe ne daxîne qada peratîkî û ji mirovtiyê re nebe qada kişandinê her tişt, ema her tişt kirin. Lê, ew hêza ewqas jê bawer têra şkandina îradeya kurdan nekiribû.

Niha em sêyemîn salvegera Azadiya Rojava pîroz dikin. Cîhana girover (global) cehşên xwe yên grover tajone ser Kobanê û dixwazin di sêyemîn salvegera ayana azadiyê de duyemîn şoreşa kedvantiyê bixeniqînin. Lê, beyhûdeye, berevajî zagona xwezayêye. Her giya li ser koka xwe hişîn dibe.

Kevaniyan çek rakirîye û êdî dizanin yê xwe çawa ji zulma zîgoratan biparêzin. Ji ber wê piştî pênç hezar sala TU BIXÊR HATÎ AZADÎ!

Bu yazı 577 defa okundu.

Yorum Yaz »