DAÎŞ NEÇARÎ TÊKÇÛNÊ YE / ŞENGUL OGUR

Editor 16 Temmuz 2014 0
DAÎŞ  NEÇARÎ TÊKÇÛNÊ YE / ŞENGUL OGUR

kobani1Kurdan ji mêj ve, di ser Rojava re Daîş nas dikirin. Lê dinyayê piştî nûçeya; ‘’Daîşê Mûsil bi dest xist’’, Daîş nas kir. Piştî nûçeya ku ‘’Daîşê Mûsil bi dest xist’’, Daîş bi carekê re kete rojeva dinyayê de û li ser Daîşê bi sedan bername, analîz û gotar hatin nivîsin.

Nûçeya ku ‘’Daîşê Mûsil bi dest xist’’, ‘’Daîş niha ber Kerkûkê ve diçe’’, ‘’Daîş berê xwe da Bexdayê’’ û yên bi vî rengî, tenê bi yek armancê bûn: mezinkirin û nîşandana xurtbûna Daîşê.

Gelo bi rastî jî ev mekîneya kuştinê ya bi navê xwe Daîş rêxistineke ewqasî mezin û xurt e? Bi rastî jî Daîşê ‘’Mûsil bi dest xist?’’, çima Daîş Bexdayê yan jî bajarekî dî li Îraqê bi dest naxe!?

Di hesabê xwe yê twîtirê de rêxistina bi navê Daîş nexşeyeke nehîte reş kiriye,  bi mebesta ku ew ê wan cografyayên reşkirî hemûyî bi dest bixe. Gelo bi rastî jî Daîş ewqasî xurt e an Daîş perçîçeqeke(balon) pivdayî ye!?

Ev ji salekê zêdetir e ku Daîş li Rojavê Kurdistanê bi hemû hêza xwe terorê dide meşandin, lê ev Daîşa ku di rojekê de  Mûsil ‘’bi dest xist’’ û berê xwe dida Kerkûkê, Bexdayê û di kendavê ve derdiket li Rojava hê gundekî Kurdistanê jî bi dest nexistiye.

Daîşê ti caran Mûsil ‘’bi dest nexist’’. Mûsil niha di destê deh rêxistinên cihê de ye. Sed ji dehê Mûsilê jî ne di destê Daîşê de ye. Dûr nêzîk di Mûsilê de, di nav van rêxistinên Mûsilê de wê şerekî desthilatdariyê rû bide û Mûsil wê bibe gola xwînê û Daîşa ku ji hêla hin navendan ve bi mebest pir mezin û xurt hate nîşandan wê were dîtin ku ne xweyî ti hêzê bû û perçîçeqeke pivdayî bû.

Ligel ku ev Daîş ne xweyî ti hêzê jî bû gelo bo çi hin navendan ev Daîş pir mezin kirin? Bawer im ku ev muhendisên vê rêxistina terorîst, bi mezinkirin û xurtnîşandan vê rêxistinê xwestin ku li Rojhilat sehw û xofekê serdest bikin û  gelên herêmê radestî vê sehw û xofê bikin da ku ew neçarî wan navendan bibin û bang li hin hêzên mezin ên wekî Emrîka û Îsraîl bikin da ku werin û wan ji hov û barbaran rizgar bikin. Ango bi hovîtî û barbariya mekîneya kuştinê ya bi navê Daîşê, hêzên hegemonîk ên dinyayê dixwazin ku bi  rehetî li Rojhilata Navîn plansaziya xwe pêk bînin.

Hêzên hegemonîk ên ku dixwazin Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin, ev mekîneya kuştinê ya bi navê Daîşê îcad kirin. Armanc van hêzên hegemonîk ji vê mekîneya kuştinê tenê ew e ku di nav gel de, bi kirinên Daîşê yên wekî jêkirina seriyan, çarmîxkirinê, bi serê mirovan bi lîstina gogê û kaşo, helalkirina mal û jin û keçên herêmê, bi hilweşandina mizgeft û goran, tirs û xofê di dilê gelên herêmê de biçînin, di gelên herêmê giyanekî radestbûyî ava bikin û gelê herêmê  jî hemû vîn û hêz û çarenûsa xwe bi hêviya van hêzên hegemonîk ve berdin û ev hêzên hegemonîk  jî bi roleke rizgarker, bi roleke ‘’mesîhî’’ werin mudaxeleyî Rojhilata Navîn bikin û plansaziya xwe bi rehetî pêk bînin.

Armanca sereke a muhendisên mekînaya kuştinê ya bi navê Daîşê di jiyana maddî de ev e. Lê ji bilî armanceke maddî, armanceke manawî jî yan van muhendisên Daîşê heye. Armanca va muhendisên Daîşê ew e ku di nav gelên misilman de, dînê îslamê wekî dînekî hov, barbar, dij şaristanî, dij mirovahî nîşan bidin. Bi Daîşê dixwazin bi manewiyeta dînî ya misilmanan bilîzîn û dînê îslamê û navê Allah li ber çavên misilmanan reş bikin, bikin ku bîza wan ji îslamê biçe. Di vîdeoyên van terorîstan de navê îslamê û gotina ‘’Allah û ekber’’ tenê û tim dema ku serê mirovan jêdikin, dema ku bi serê jêkirî gokê dilîzin, dema ku mizgeftan hildiweşînin tê bi kar anîn. Ango navê îslamê û Allah  tim li gel tiştên nebaş, kirêt, hovîtiyê bi kar tînin.  Rola ku muhendîsên Daîşê dane Daîşê jî ew e ku bi navê îslamê û Allah, di nava gelên misilman de navê Îslamê û Allah reş bikin, manewîyeta dînî ya gelê misilman hilweşînin. Bawer im ku ev hêzên hegemonîk di vê armanca xwe de bi ser jî ketin. Bawer im ku bi milyonan bawermendên misilman, piştî ew vîdeoyên Daîşê dîtin, ev pirs ji xwe kirine; ‘’gelo Îslam, misilmantî ev e!?’’, ‘’heke misilmantî û Îslam ev be, min tiştekî wilo navê’’

Belê, diyar dibe ku ev muhendisên mekînaya kuştinê ya bi navê Daîşê di vê armanca xwe de bi ser ketine; ango ew bi ser ketin û bi hovitiyên xwe ziyaneke mezin dane manewiyeta dînî ya gelên misilman. Lê ev mekîneya kuştinê, di armanca xwe ya dî de wê bikaribe bi ser bikeve!? Di polîtîkaya reel  de ew ê bikaribe mîsyona xwe bi cih bîne? Na.

Sedema wê jî ew e ku Daîş ne xurt e. Tevahiya endamên wê herî pir 10  hezar in. Bi 10 hezar endamên terorîst ti tiştek jî nayê bi dest xistin.

Gelo ev Daîş nikare mezintir bibe? Na, muhendîsên vê mekîneya kuştinê, ti carî destûr nadin ku ew mezin bibe, bo ku mezinbûna Daîşê bo muhendîsên vê mekîneyê tehdîta herî mezin e. Tenê Daîşeke qels, kontrolkirî di berjwendiya van hêzên hegemonîk de, Daîşeke mezin, a ku ji kontrolê derketî, beriya her tiştî bo Îsraîl tehdîdeteke mezin e û dikare dawî li hebûna Îsraîl bîne. Bo ku  Daîş niha di biniya kontrolê de ye, çi tehdîteke xwe bo Îsralîl û Emrîka nîn e, lê ku Daîş mezin bibe, endamên wê bibin bi 100 hezaran, wê demê di serî de Îsraîl û Emrîka û bo hemû dinyayê wê bibe talokeya herî mezin.

Bo vê jî Daîş nikare were mezinkrin û xurtkirin û bêyî ku  Daîş were xurtkirin jî ev muhendisên vê mekîneyê di polîtîkaya reel de nikarin plansaziya xwe li gorî dilê xwe pêk bînin.

Ango polîtîkaya îcadkarên Daîşê bi ser nakeve. Em li Rojavayê Kurdistanê vê pir bi rehetî dibînin. Daîş li Rojava wê bi ser nekeve, têkçûna Daîşê ya li Rojava wê planên van muhendîsên Daîşê têk bibe.

Bi kurtasî ku em bibêjin, di polîtîkaya reel de plana ku di ser Daîşê re hatiye çêkirin, Daîş hê  ji destpêkê ve neçarî têkçûnê ye û têkçûna Daîşê li Rojavayê Kurdistanê wê şênber bibe.

Termê Daîşa Xeyalî wê li Rojavayê Kurdistanê were veşartin û kurd wê axê bi ser vî termê genî de bikin!..

Bu yazı 1416 defa okundu.

Yorum Yaz »