DAIŞ Û BEREVAJÎKIRIN

CÎGERXWÎN GOYÎ 2 Temmuz 2014 0
DAIŞ Û BEREVAJÎKIRIN

işidNêzîk du salane hêmanek bi navê “DAIŞ” derketiye pêşiya me. Herkes li gora tiştên dizane nirxandinan pêşdixe. Ji ber kû piraniya van nirxandin û şîroveyan li gora bûyerên borî û yên nû rûdidinin, şîrove jî xelet tên pêşxistin. Li gora min, ji nav û karên kû DAIŞ dike zêdetir, erk û armancên kû ev rêxistin dixwaze pekbîne, mîsyona li wê hatî barkirin û hêzên li paş wê divê bêne zanîn û naskirin. Yên dîtir, tenê dane û hûrdeyên bûyerên rojane ye.

Di nav van 15 salên dawî de çekek nû derket hola dîrokê. Ev çek pir bandorkertir û metirsîdartire. Di rastî de pêşya hingê jî hebû; lê di van salên dawî de ev domdar û bandorvantir tê bikaranîn.

Ev çek çiye?

“BI RÊYA RÊXISTINEK TÛNDPARÊZ (TERORÎST) BICIHANÎNA ARMANCÊN XWE!”

Kî vê dike?

Dewletên desthelatdar û sermeyedar vê textikê û stratejiyê xistine meriyetê. Ev rêbazek yê şerê nû ye; cûrek şerê hêj nehatî binavkirine. Heta pêş demekê ev bipiranî ji aliyê Rusya û Amerîka ve dihate kirin. Lê her diçe ev textîk berbelav dibe û dorfireh dibe. Dewletên mîna Turkiye, Suudî, Qeter, Îran û Surye jî niha serî li heman rêbaza şer û stratejiyê didin. Hinek hêzên Kurd li rojava jî car car dixwazin serî li heman rêbaza tundiyê bidin.

Çima stratejî?

Armancek bingehîn ya vê çeka “partiyên terorîst”, alavên mezhebî û olîne. Ev, demdirêje û li gora vê plansazî û xebatên sîstema hegemonîk û dewletên sermeyedar heye. Bi awayek çalak cihgirtina Suudî, Qeter, Turkiye û Îranê di nava vê de, xwegihandina hêzê û sermayê ye. Hêz û sermaye jî di destê Amerîka, Rusya û Ewrûpiyan de ye.

Cihê herî guncaw kûdere?

Cihê vê jî landika şaristaniyan Mezobotanya û bi awayek giştî Rojhilata Navîne. Ev cihek herî guncaw yê têkdana mezheb, ol û baweriyane. Bi dirêjahiya dîrokê gelik bûyerên bi vî awayî dilêş li ser vê xakê rûdane û îro jî kokên wan bi awayek herî hovane tê xepartin.

Ev armanc yê çawa biserbikeve?

Li gora wan; divê naveroka olê Îslamê bêt valekirin, hz. Muhemed û Îslametî bêt reşkirin, Elî û trajediya wan bê nûkirin! Bi vî awayî bi rêya şerên mezhebî wizeya (enerjiya) xelkên Rojhilat bê xilaskirin, mirovên zanyar, dewlemend û rewşenbîr bêne koçberkirina Rojava û li wê ji wan re xulamtiyê bikin. Ma ya DAIŞ dike ne eve?

Kî û kîjan hêz vê çekê bi kartînin?

Gelik dewlet û hêz vê çekê bikartînin. Li Surye Turkiye, Suudî, Qeter û Amerîka vê çekê bi awayek gelik zalimane bikartînin. Li Ukrayna Rusya heman textîkê dimeşîne. Li Nijerya bi heman awayî rêxistina Boko Harram. Li Misir û Libya dubare Frense û dewletên Ewrûpayî û hw…

Li şûna kû artêşên xwe rêbikin van welatan, bi artêşên kû ji xelkên van welatan çêdikin, wan qir dikin û ji hêz dixin; di heman demê de armancên xwe yên desthelatdarî û dewlemendî bi cih tînin.

Metirsiya herî mezin ya vê çekê çiye?

Gelik metirsiyên mezin yên fizîkî, maldarî û enerjiyê çêdikin. Bi girseyî komên mirovan qetil dikin. Mezheb têne lawazkirin û hinek komên etnîkî yên biçûk têne tunekirin. Naveroka ol tê valekirin û bawerî têne bêwate kirin. Lê ya herî giring, bi rêya van rêxistinan “tevgerên azadiya gelan û şoreşgeran” têne bêwate kirin û nerewa têne nîşandan. Li ser vê propagandaya “terorîzekirina van tevgerên şoreşger” tê kirin. Bo nimûne; Turkiye herdem dixwaze li Rojava vê textîkê bimeşîne û hebûna Kurdan ya li wê terorîze bike. Şerê Kurdan yê li beramberê kirêgirtiyên DAIŞ ê weke zordarî dixe pêşçavê Turkan. Bi rêya çapemeniya xwe vê gelik bi bandor bikartîne.

Nimûneyek din; êrîşên DAIŞ yên li ser parêzgeha Nînowa, di tv yên Erebîstana Suudî de bi selewatan tê pesindan û weke “şoreş” tê binav kirin. Ev dihêle şerên şoreşgeran jî bêne berevajîkirin û ji rêya wan bêne derxistin. Ev herî zêde sûdê dide Amerîka û sîstema qapitalîst. Ev dewletên mijara gotinê jî tenê xulamtî û nokertiya sîstema qapitalîst dikin. Ango çêker û plansazê vê çekê jî, heman sîsteme. Armanc, berterefkirina hêzên şoreşger û azadîxwaze.

Bi kurtahî, gelik tiştên bêne gotin hene. Ev tenê hinek aliyên wê yên nayên nîqaşkirin û nayên dîtine. Bûyer bes mîna şerê Şie û Sunne dayîna diyarkirin heye. Ev tenê şeklê wê ye. Kûraniya vê heye: Hesabên dîrokî, şerên şaristanî, dizîn û talankirina enerjiyê, leystokên desthelatdarî û hw… ev hemî di çarçoveya plan û stratejiyan de têne meşandin û pêşvebirin.

Bu yazı 549 defa okundu.

Yorum Yaz »