DI WELATEKÎ DAGIRKIRÎ DE HILBIJARTIN / ŞENGUL OGUR

Editor 3 Nisan 2014 0
DI WELATEKÎ DAGIRKIRÎ DE HILBIJARTIN / ŞENGUL OGUR

hilbijartin 30 AdarKu rewşa dagirkeriya dewleta tirk a li Kurdistanê biqede, partiyên dewleta tirk li Kurdistanê wê yek rayî(deng) jî nestînin. Ji ber ku wê ti temsîlîyeta partiyên dewleta tirk li Kurdistanê nemîne, her wiha wê ti rewatiya van partiyan jî nemîne. Niha jî ti partiyên dewleta tirk li Kurdistanê temsîla kurd û Kurdistanê nakin û ti rewatiya wan li Kurdistanê nîn e. Wek hemû saziyên dewleta tirk ên li Kurdistanê partiyên dewleta tirk jî tenê xweyî wê rol û mîsyonê ne ku li Kurdistanê rewşa dagirkeriya dewleta tirk kûr bikin. Lê ji ber ku dewleta tirk li Kurdistanê dagirker e, kurdên ku hê hay ji xwebûnê nîn in û hiş û hîsa netewî di wan negeriyaye-ku ev jî encama rewşa dagirbûna Kurdistanê ye- di hilbijartinan de ”berjwendi”yên xwe yên takekesî, malbatî an jî êlî di partiyên dewleta tirk de dibînin û li ser bingehên pêkanîna berjewendiyên xwe yên berteng, li dijî berjwendiyên xwe yên rastîn ên netewî tevdigerin û dikin ku li Kurdistanê rayên partiyên dewleta tirk a dagirker zêde bibin.

Ev nêzîkatiya van derdoran ziyanekî mezin dide neteweya kurd. Ev derdor bi vê nêzîkatiya xwe wê derfetê dide rayedarên dewleta tirk ku bibêjin; ”li Kurdistanê temsîlîyeta piraniya kurdan partiya min dike, ji ber ku li Kurdistanê rayên min zêde ne, 70-80 parlementerên kurd di partiya min de hene, li Kurdistanê piraniya şaredariyan di destê partiya me de ne” û dîsa wê derfetê dide rayedarên dewleta tirk ku bo Tevgera Azadiya Kurdistanê bibêje; ”ti rewatî û hêza wan a temsîlî li Kurdistanê nîn e”

Hişkere xuya dibe ku nêzîkatiya van derdorên ku li gorî berjewendiyên xwe yên malbatî, êlî tevdigerin, dibin sedem ku derew weke heqîqetê û heqîqet jî weke derewê  li Kurdistanê xuya bibe. Dagirkerên Kurdistanê jî vê rewşê di qada navnetewî ya dinyayê de pir baş didin xebitandin.

Lê heqîqet her heqîqet e û ti caran derew şûna heqîqetê nagire. Ku hemû rayên kurdan ji partiyeke dewleta tirk re biçin jî, heqîqet ew e ku dewleta tirk li Kurdistanê dewleteke dagirker e û bi ti rewatiya vê dewletê û partiyên wê li Kurdistanê nîn e û bi ti awayî berjwendiya yek takekesê kurd jî temsîl nake; ji ber ku ew partî hebûna kurd û Kurdistanê înkar dike, mafê xwebirêvebirina kurdan nas nake.

Heke îro partiyên dewleta tirk li Kurdistanê dengan dikarin bistînin, ev deng encama dagirkeriyê ye. Ango têkiliyên dagirkeriyê gelek kurd neçar kirine ku rayên xwe bidin van partiyên dewleta tirk. Lê bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê gelek kurd roj bi roj navika xwe ji têkiliyên dagikerkeriyê dibirin û bandora dagirkeriyê li Kurdistanê qels dikin. Îro gelek partiyên dewleta tirk li Kurdistanê têk çûne û yên mayî jî li Kurdistanê qels dibin. Ango êdî kurd hêdî hêdî heqîqeta xwe, berjwendiya xwe ne bi dewleta tirk re lê bi Tevgera Azadiya Kurdistanê dibînin.

Hemû kurdên ku berjwendiyên xwe, heqiqeta xwe bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re, bi BDPê re dibînin kurdên serkeftî ne, kurdên xwedîtî ne û hemû kurdên ku berjwendiya xwe, heqîqeta xwe di partiyên dewleta dagirker de dibînin kurdên binketî ne, kurdên xwenedîtî û winda ne.

Heke hê jî li hin bajarên Kurdistanê partiyeke dewleta dagirker ji BDPê zêdetir ra standibe ev nayê wateya têkçûn, windakirina BDPê lê tê wê wateyê ku li wan bajaran hijmara kurdên binketî, xwenedetî; himara kurdên ku xwe ji dagirkeriyê xilas nekirine, navika xwe ji dagirkeran nebirîne zêde ne; ango ev nayê wateya windakirina BDPê lê tê wateya windakirina wan kurdên ku rayên xwe dane partiyeke dewleta tirk. Ji ber ku xurtkitina partiyeke dewleta tirk a li bajarekî Kurdistanê bi ti awayî bo wan kurdan nabe destkeftin, serkeftin; ji ber ku ew partî bi ti awayî nasname, mafên wan , hebûna wan temsîl nake; berovajî vê ew partî tenê nebûna wan, bindestiya wan, bindestmatina wan temsîl dike û ji bo vê jî ti rewatiya van partiyan jî nîn e.

Heke di nav vê çarçoweyê de mirov li hilbijartinên xwecihî yên 30ê Adarê, yên li Kurdistanê û Tirkiyê binere, mirov dikare bibêje ku BDP li Kurdistanê serkeftî ye û kurdên ku hê jî xwe ji bin bandora dagirkeriyê xilas nekirine û rayên xwe dane partiyên dagirker kurdên têkçûyî ne.

Lê BDP ji têkçûna van kurdan ne kêfxweş e; armanca Tevgera Azadiya Kurdistanê û ya BDPê ew e ku van  hemû kurdan ji bin bandora dagirkeran rizgar bike, wan bi xwebûna wan re rû birû bike û wan bike kurdên serkeftî, kurdên serbilind û serfiraz!

Çawa ku îro bi milyonan kurd bi xwebûna xwe re hevnas bûbin, siberojê hemû kurd wê bi xwebûna xwe re hevnas û şanaz bin, wê xwe ji dagirkerên xwe bişon!

Ew roj roja azadiya kurd û Kurdistanê ye û ew roj nêz e!

Bu yazı 451 defa okundu.

Yorum Yaz »