Egîd: Em Şengalek azad pêşkêşî gelê Êzidî dikin

Editor 13 Kasım 2015 0
Egîd: Em Şengalek azad pêşkêşî gelê Êzidî dikin

Fermandarê gerîlayên HPG’ê ên li Şengalê Egîd Civyan beşdarî Nûçe Tv bû û têkildarî rizgarkirina Şengalê daxuyaniyên girîng da. Egîd destnîşan kir kû, wan Şengalek azad pêşkêşî gelê Êzidî û Kurdistanê kirine.

Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) ên li Şengalê Egîd Civyan îro beriya kêliyekê beşdarî Nûçe TV bû û ragihand kû, wan Şengalek rizgar û azad pêşkêşî gelê Êzidî û Kurdistanê kirine. Egîd got: “Qasî 1500 gerîlayên me ji bo rizgakirina Şengalê operasyon dane destpêkirin û ew niha li navenda Şengalê ne. Gelek alî hene dibêjin tenê li vir pêşmerge hene, ev nêzîkatî pir şaşin û ne rastin. Ev nêzîkatiyên gerîla nabînin zirarê didin yeketiya netewî. Ev nêzîkatî ne di berjewendiyên gelê Kurd de ne.”

Egîd anî ziman kû, “Me bidehan şehîd li Şengalê dane. Li vir derdek me yê îxtidarê tuneye. Li vir armanca me ewe em Şengalê rizgar bikin û diyarî gelê xwe yê Êzidî bikin.”

Bu yazı 809 defa okundu.

Yorum Yaz »