EV, ŞERÊ GELÊ AZAD Û SÎSTEMA DESTHILATDARE

HEWAR GABAR 13 Temmuz 2014 0
EV, ŞERÊ GELÊ AZAD Û SÎSTEMA DESTHILATDARE

kobanêBi destpê kirina şerê Surîye re ji nişkan ve çeteyek binavê DAÎŞ derxistin holê. Ev çeteya tu pîvan û exlaqê mirovtîyê nas nake, ji her çar aliyê cîhanê mirov destê xwe dihejînin û tevlî wan dibin. Ji bû mezin kirin û bihêz kirina vê çeteya bi serê mirovan gok dileyizê, zarokan serjê dike, dest tavêje irz û namûsa alemê cîhana kapîtal di nav xwe de kar parvekirîye.

Rojavayî (Ewropî) her hêsantiyê nîşa van celadan dikin. Jixwe Xaka Dewleta Turk bûye xana wan. Qetar û Erebîstana Suûdî pêwîstiyên wan yên diravî pêşwazî dikin. Emerîqan, Ewropa û Turk bi hênceta muxalefeta Surîye, ji wan re çekên biher awayî birê dikin.

Werhasîl, bi kurtayî; ji desthilatdarên kurd bigre heya bi Beşar Esed, ji  Erebîstana Suûdî bigre heya bi Ewropa, Emerîqa her kes bi awayekî destekê dide van dehşan û ji bû hê bêhtir serê zarokan jêkin, tecewûzê jinan bikin, war û welatan xira bikin destekek bê pîvan pêşkêş dikin.

Xerîbe, evan dehşên binavê Dewleta îslamî ya Êraq û Şamê çekên xwe yên destpêkê li ser Kurdên Rojava ceribandin.

Heke ev rêkxistin li dijî desthilatdariya Beşar Esed derketibe, ev bidehan salaye Kurd êş û elema vê desthilatdariyê dikişînin. Pêwîste ji dil û can di sefê kurdan de cêh bigirtana.

Heke bi navê Îslamiyetê derketine rê, Di Ometa Îslamê de kurd Musilmanên herî dilsozin.

Heke bi navê mezhebê Sûnî tevdigerêne, bi teybet Kurdên Rojava û piraniya Kurdan ji Mezhebê Sûnîne.

Wê demê ev Çeteyên navê DAÎŞ li xwe kirîn çima êrîşî Kurdan dikin?

Çima ji Rojavayiyan bigre heya bi Emerîqan, ji Ereban bigre heya bi qismek desthilatdarên Kurdan wan destek dikin û berdidin nav çavên Kurdên Rojava?

Çima dilxwede binavê Muxalefeta li dijî Desthilatdarên Sûriye, bi kurdên Muxalîfên Sûriye re şer dikin?

Bersîv pir hêsaniye.

Ya yêkem; rashatinek jî be aloziya Sîstema Kapîtalîst û derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê hemsalê hevin (1970). Ji bû Sîstema Kapîtalîst xwe ji vê alozîyê rizgar bike, wekî her tim kirî pêwîste dubare Rojhilatanavîn feteh bike. Ji  nû ve li gor berjewendên xwe birêkûpêk bike û hebûna wê ya ser erd û bin erd biherikîne Rojava û vê aloziyê derbaz bike.

Ya duyem; hesabê Sîstema Kapîtalîst ya bi Kurdan re xwe dipeserê destpêka Şaristanîyetê. Şaristaniyeta koledar ya Sîstema Kapîtalîst temsîla wê dike, hebûna xwe li ser dagirî û xwilamtiya Kurdan ava kirîye. Ev jî vekirî diyar dike kû ev sîstema bi talan kirina Rojhilatanavîn dixwaze xwe ji aloziyê rizgar bike, bi tu awayî nikare bi kurdên azad re jiyan bibe. Jixwe ev sîstem jî baş dizane kû wekû karekterîstîk ew û kurdên azad nikarin bi hev re jiyan bibin.

Ya sêyem; Tevgera Azadiya Kurdistanê ya di bin pêşvantiya PKK’ê de bilind dibe, sîstem baş dizane kû di dem dirêj de astenga herî mezin ya li hember talan, mêhtin û mijokdartiya wê ye.

Ji bû Tevgera Azadiya dibin Pêşengtiya Pêşeng APO de bisernekeve û moralek piçûk jî bidestneyêxe, ev çil sale cîhana desthilatdar ew dorpêç kirî û bê eman şerê wê dike.

Ya çarem; ji bû sîstem dubare Rojhilatanavîn li gor berjewendên xwe bi rêkûpêk bike, dilxwede bi navê “Bihara Ereban” hemleyek da destpê kirin. Bê kû di hesabê wan de hebe Kurdên Rojava ji vê hemleyê sûd wergirtin û bi felsefeya Pêşeng APO li Rojavayê Kurdistanê Xwesertîya Demokratîk ava kirin. Evê hemleya kurdan ya di hesaban de tunebû, hesabê desthilatdaran ser û bin kir.

Turkan xwe cir-cirand encam ne girt. PDK sorh kirin, derî girtin, xendek kolan, xwest Rojava vale bike bê encam ma.

El- Nusra êxistin dewrê de dîsa encam ne girt. Çara di destê wan de mayî; çete, dizek û celadên dilxwe de ji bû qulbandina Beşar Esed kom kirîn ajotin ser Kurdan.

Ji bû bihêsanî bikaribin êrîşî Rojavayê Kurdistanê bikin, Beşar Esed ji wan re Bajarê Reqa, Mimbic û pir cih bê şer berdan.

Lê li gel hemî destek û hewldanên desthilatdaran, hêza dikara wê tê kirin binket û kurdan roj biroj Sîstema Xwesertîya Demokratîk (bi awayek azad bi hev re jiyandina gelan) pêşxist û ava kir. Ev bin ketin di wateya rastîn de bin ketina Sîstema Kapîtaslîste û serkeftina Sîstema Konfederatîf ya Rojhilatanavîne.

Ji belgeyên civîna yêkê Hezîranê li Amana paştexta Ûrdûnê hêzên navên wan li jor derbaz dibin derket holê kû ji bû hêzek nû bidin van çeteyan, dagir kirina Nînova hatiye amade kirin. Ji ber kü çeteyên dabaşa gotinê, hêviya dawî ya Desthilatdarane. Û  bêkû guleyek were teqandin ji Mûsil bigre heya bi Deryê bexda yê teslîmê van çeteyan kirin.

Ev nîşan hemî diyar dikin kû şerê li Kobanê diqewime ne şerê çete û Kurdane; ev şerê gelên azadîxwaz û sîstema desthilatdare. Serkeftina Kobanê serkeftîna mirovtiya azade.

Sedemê şer û qetlîamên niha li Kobanê diqewimin û bê dengiya cîhanê eve.

Ema bila cîhana kapîtalîst baş bizanibe; “Ew ware, lê ne ew bihare”. Warê şer dîsa Kurdistane, lê yên şer dikin ne kurdên s.s 20 mînin

Bu yazı 542 defa okundu.

Yorum Yaz »