EY AMED PAYTEXTA ŞÊRAN

HEWAR GABAR 4 Ocak 2016 0
EY AMED PAYTEXTA ŞÊRAN

Min dixwest di vê sersalê de tiştên cuda binivîsim. Ema kerdizên Asya navîn, hovên dagirker nahêlin. Ne ji me re sersal hiştine, ne cejn û ne jî Newroz.

Wekî garana beraza pozê tirimpêlên xwe yê mirin barkirî dane dûv hev û bir bi bir êrîşê Sûrhê dikin. Zarokan di zikê dayikên wan de dikujin, cendekên dayikên me li erdê dirizin. Dor li zerî û mêrxasên me girtine û wekî cewrikên sa dinirijin.

Bedena dapîr û bapîrên me ji ber ya hezaran sal ji bû parastina şeref û rûmeta xwe çêkirîn xira dikin. Dêr û mizgevtên me tînin xarê. Avahiyan di ser serê pêçekên dayikên me de dihilweşînin.

Ey keç û xortên paytexta dilan!

Serê xwe rakin!

Qey ji kengê ve kerdizên Asya Navîn, turkên teres, romîyên roma reş bîne mêrxasên Amada min!?

Qey ji kengê ve hovên nêzmirî, bîjîyên qesrên Ereban bûne kotekê Paytexta min!?

Qey ne bese?

Qey ne bese eyy.. nevîyên Kawayê Hesinkar!?

Qey ne bapîrên te bîn, ew fêrsa Asoristana dagirker di Ava Dîcle de sernoq kirin?

Rabe êdî!

Têz ketiye poz dişewite. Dengê şervanên azadiyê kelha zulmê dihejîne. Qêrîna dayikan guha ker dikin.

Roma reş Sûrhê xira dike, dehlên Hevsel dişewitîne, minara çar pê tîne xar, pira deh derî dihilweşîne!

Qey tu dengê girîyê zarokên di pêçekê de na bihîzî? Qey tu hewara dayikan nakî? Qey xwirîna zerî û gernasan nayên guhê te?

Qey tu nabînî nevîyên Helakoyê Moxolî dor li Sûrha paytexta min girtine? Wekî cewrikên gurên boz dinirijin.

Qey tu van poz bicilmê talanker nas nakî?

Qey tu nizanî ev toxmê gure? Keysê bibîne ne ax, ne welat, ne rûmet û ne jî namûsê dihêlin!

Heta kengê tuyê çavên xwe ji dîtinê, guhê xwe ji bihîstînê û mejîyê xwe ji ramandinê re bigrî?

Heta kengê tuyê stûyê xwe li ber kesên kumikê bênamûstiyê di serê xwe de pehn kirîn bitewînî?

Heta kengê tuyê awrên xwe li ber qelsemêran, dizek û talakeran bişikînî?

Bêje; ji bû xatirên wan sebîyên romîyên roma hov bi sungoyan kuştîn bêje?

Ji bû xatirên wan daykên kelaşê wan li zikakan rizîyîn bêje?

Ji bû evîna wan ciwanên bê murad çûyîn bêje?

Tu li benda çiyî?

Tu li hêvîya çiyî?

Tu çaverêyî çi yî?

Bu yazı 688 defa okundu.

Yorum Yaz »