Feqehên Zanistê

CÎGERXWÎN GOYÎ 17 Ocak 2016 0
Feqehên Zanistê

Gotina “Feqehên zanistê” ji aliyê rêberê Gelê Kurd Abdula Ocalan ve hatiye bikaranîn. Di rastî de biwêjek watedar û tam dagirtiye. Bi giştî sedema pirsgirêkên cihanê yên niha heyî, hem civakî hem ekolojîk, hem jî yên feraset û avanî çavkaniya xwe ji van feqehan digrin.

Kîne ev feqehên zanistê?

Gotina feqe çavkaniya xwe ji ol-bawerî têt û ji bo kesên kû hewl didin nûnertiya ol bikin têt bikaranîn. Di wateyek din de jî, şagirtiye; şagirtiya li ber destê Melayan. Taybetiya feqehan ya bingehîn ewe kû tişta ji mamosteyê xwe ango melayê xwe fêrbûyî, naxe lêpirsînê, lêkolînê li ser nake, nahêle şîroveyên cuda li ser pêşbikeve û bi awayek qalibgir nêzîkatî li tişta fêrbûyî dikin. Bêgoman ev aliyê wê yê ol anjî baweriyê ye.

Rewşa di zanistê de ne ji vê baştir, lê bi sedcaran ji vê xirabtire. Bi taybet gava em temaşeyê derketina sîstema modernîteya kapitalîst dikin û hema hevdemê wê zanista pozîtîvîst bi qalibên heyî ti meydan ji ol û baweriyên tundrew re jî nehiştiye. Bi vî awayî êdî zanko, akademî û dibistan bûne holên qalib û qalibgiran.

Çine ev qalib?

Qalibê zanistê di çarçoveya sinorê dewleta netewe û desthelatdarî yê de ye. Nabe ji vê çarçovê derbaz bibe. Divêt xizmetkariya têgihiştina netewatî anjî milîyetgiriyê bike. Ger ne wusa be, ew zanist metirsîdare û divêt neyêt zanîn, pêşnekeve û bêt ji navbirin. Herwuha kesên bi van xebatan re peywendîdar jî ger radest nebin û serweriya dewleta netewe nepejirînin, têne ji navbirin. Di çaxên navîn de gelik nimûneyên trajîk yên li Ewrupa nimûneya vê ne. Dawiya dilêş ya Halacî Mansûr û Suhrewerdî jî nimûneyên berçav yên Rojhilatî û Îslamîne.

Di rewşa heyî de dewlet erka mamostatî girtiye ser milê xwe. Dixwaze hem mirovan li gora xwe perwerde bike, hem jî zanistê li gora berjewendiyên xwe çêbike, rêvebibe û pêşbixe. Zanista pozîtîvîst ya kû li seranserê Rojava bûye mîna olekê qalibgir, di rastî de encamek ya vê yekê ye.

Qada zanistê qadek bingehîn ya civakê ye û ger ji civakê bêt qutkirin qadek metirsîdare. Rêber Apo ji bo zanista ketiye di destê desthilatdariyê de dibêje “zanista azadiya xwe ji dest dayî!”. Ev pênaseyek pir zelal û bihêze. Desthelatdarî di zanebûna vê deye û ji lewra bi domdarî dixwazin vê qadê bixin di destê xwe de û radest bigrin. Ger ev qad kete di destê desthelatdarî de êdî civak dibin keriyên pez û kêrhatina wan ya îrade, parastin û serhildanê lawaz dibin. Di dewletên nijadperest û milîyetgir de ev hêj wêdetir û tirsnake.

Nimûneya vê ya di roja me ya îro de çiye?

“Em nabin hevkarê van tewanan!” Bi vê durişmê 1200 akademîsyenan dijberbûna xwe ya li hemberê şer û dagirkeriya dewleta Turk raberkirin. Vê yekê di hukumet û dewletê de bandora erdhejek mezin çêkir. Mirov dikare bêje bingehên sîstemê hejand. Hema bilez û bez hukumet û Erdogan li beramberê vê ketin panik, liv û tevgerê. Heyt heyta fişaran û gefan diçe ezmanê heftan. Tiştên ji bo dijminê xwe negotine ji bo van akademîsyenan dibêjin. Û diyare gelik ji van akademîsyenan yê bêne cezakirin jî.

Çima ev tirs?

Êdî qada zanistê ji destê desthelatdarî derketiye û aligirê civakê ango aştiyê ye. Ev yekem gava têkçona desthelatdarî û lawaziya wane. Ango êdî civak bi çav dibe, dibîne û dengê wan der tê. Li gora wan divêt civak nebîne, bêdeng be û kole be. Dibêjin du tiştên herî zêde dîktator jê ditirsin yek deng ya din jî renge. Rengên fikran, rengên nijadan, rengên çandan û hwd. Ji ber kû dîktator “yektî” dixwazin. Niha di rewşa heyî de êdî komek biçûk ya akademisyenan anjî feqehan vê yektiyê hilweşandin. Ji lewra bingehek mezin yê têkdana dîktatoriyê ava bû.

Dewlet sîstemek ya dizkerane. Zanist yek ji wan qadane kû dewletê ew ji destê civakê dizîye û derxistiye. Ji milekê ve bi krêdiyan, bi navdarkirinan, bi projeyên harkirinên reklamwarî û hwd kesên di van qadan de bi dewletê ve didin girêdan û dikin koleyê sîstemê. Ji lewra li rexmê kû gelik kes di ferqa van xirabî û zulma têt kirin dene jî, ji ber van têkiliyên xwe yên berjewendîperest nikarin li hemberê sîstemê rabin û alîgiriya civakê bikin. Bi vî awayî êdî zanist û ev zanyar dikevin di rewşa kesên kû azadî û ehlaqê xwe ji destdayîn de. Rewşa niha li Turkiye heye, di vê wateyê de şerê azadî û ehlaqe. Komek mirovên zana, zanyar û akademîsyen bi vî awayî aligiriya xwe ya ji bo azadî û ehlaq raberkirin û di vê de israr jî dikin. Ev serhildaneke li hemberê sîstema dizî, talan, dagirkerî û mêhtinkariyê.

Wekû encam, mîna Rêber Apo dibêje “zanist+ehlaq” . Ango divêt em li dijberê feraseta dewletê ya dibêje “zanist hêze, hêz jî dewlet-desthelatdarî ye” derbikevin û li dijberê vê ferasetê civakê biparêzin. Ji ber kû ya bingehîn û neçar civake. Ya demkî û sunnî jî dewlete.

Bu yazı 722 defa okundu.

Yorum Yaz »