FERSEND DÎROKIYE KURDNO!…

NIZAR BULDAN 13 Haziran 2014 0
FERSEND DÎROKIYE KURDNO!…

fersendRêkxistina mirov kuja tund rewa îslamî DAÎŞ (Dewleta Îsmalî ya Îraq û Şamê) kû ev demek dirêje li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê, bi taybet jî li hember Kurdan şer dike ji dawiya sala bûrî ve berê baskek yê xwe yê mezin daye Îraq û herêmên başûrê Kurdistanê yên dibin dagirkeriya dewleta navendî ya Îraq’ê de.

Îraq’a kû ji ber tevlîhevî, bê îstixrarî, îxtilafên navxweyî yên weke şerên mezhebî, nakokiyên siyasî yên desthilatdariyê, destdirêjiya hêz û dewletên ji derve, ji ber dijberiyên netewî ji hal ketî, enerjiya xwe windakirî, weke pariyek amade kete ber devê DAÎŞ’ê.

Bi taybet ji ber nakokiyên hikûmeta navendî (Malikî û Şîeyan) yên bi hêzên navxweyî yên Îraq’ê yên sûnnî re û bi giştî bi dewletên sûnnî yên cîran û derdorê re, sûnnî amadebûn kû li hember vê desthilata şîe arîkariyê bidin her hêza dijber.

DAÎŞ’a kû li gorî armanca xwe ya bingehîn (armanca bingehîn ya Daîş’ê li hermêmên Sûnnî yên Îraq û Sûriyê damezirandina dewletek ya li ser binaxeyê şerîeta Îslamiyetê ye) ev valahî yan fersenda di nirxê zêr de dîtî pir baş nirxand. Hat kete herêmên sûnnî yên dijberên şîeyan û di demek kinde xwe birêkxist, mezin û bi hêzkir. Pir pêde neçû destdanî ser çend navçeyên runiştvanên wê sûnnî. Her çendî kû hikûmeta navendî çend operasyon kirin jî, lê ji yekê jî encama dixwest ne girt.

Herî dawî jî, anko çend roj beriya niha Daîş bi hêzek çend hezarî ket bajarê Mûsilê, ji ber nakokiyên di navbera sûnnî û şîeyan de, ji ber dijberiyan li hember Malikî bêyî kû artêşa Îraq’ê ya xwedî ew qas derfet û çekên serbazî berxwedanekê nîşan bide, ew bajarê fêris radestî Daîş’ê kirin.

Piştî Daîş’ê ew morala mezin ya standina bajarek weke Mûsilê da pişt pişta xwe berêxwe da bajar û navçeyên din. Niha pêl bi pêl êrişê dike navçeyên bajarê Kurdistanê Kerkûk’ê.

Li gorî min weke pêşiyên me Kurdan gotî: ‘’DI HER ŞEREKÎ DE XÊREK HEYE’’. Di van êrişên Daîşê yên ser Îraq’ê de jî ji bo Kurdan xêrek heye. Pêwîste Kurd ji vê aloziya heyî sûd werbigirin. Derfeta derketî holê baş bi nirxînin. Şaşitiya di dema hilweşiyana Seddam Huseyîn de  (2003) kirî nekin. (di dema hilweşiyana Seddam de hêzên YNK û PDK’ê bajarên Kurdî yên weke Mûsil û Kerkûk kirin bin kontrola xwe de, piştre jî ev bajarên Kurdî weke xelatekê li hikûmeta Bexdayê vegerandin). Anko Kurd çi dikin bila bikin pêwîste bajar û navçeyên Kurdistanê yên ne girêdayî hikûmeta başûrê Kurdistanê ne vêcarê vegerînin ser herêma Kurdistanê. Pêwîste berjewendiyên teng yên malbatî, hizbî, parçeyî danin aliyekî û pêwîst bike tev bi hevre (HPG, YPG, YRK, PÊŞMERGE) destdanin ser van herêmane. Mil bi milê hev, di heman kozikê de şer bikin.

Di encama tevgerek bi vî awayî de wê hem di asta navnetewî de hem jî bi taybetî di asta navxweyî ya Kurdan de wê pêşerojek mîna rojê germ û ron derkeve hemberî Kurdan. Bi tevgerek bivî awayî hem wê bi temamî parçeyek ya Kurdistanê azad bibe û hem jî wê bi awayek xwezayî yekitiya netewî çêbibe. Di rewşek bivî awayî de wê damezirandina kongreya netewî bibe karek pir asan û ji rêzê. Bivî awayî hem hêza Kurdan wê bibe yek, hem wê pirsgirêkên wana yên navxweyî ji holê rabin, hem wê hêz û welatên derdor zêdetir jî rêzê jêre bigirin.

Li gorî min fersendek dîrokî ya di nirxê zêrde li ber destê Kurdane. Hêvîdarim vê fersendî baş bi nirxînin. Dîsan nekevin nav şaşitiyek netewî. Ji bo vê jî berpirsiyartî li ser milê hêzên başûre. Eger vê fersendî baş bi karneyînin,  guneh di stûyê wan deye.

Bu yazı 467 defa okundu.

Yorum Yaz »