GELO NATO JI TIRKIYEYÊ RE DIBE MERTAL?

Editor 3 Aralık 2015 0
GELO NATO JI TIRKIYEYÊ RE DIBE MERTAL?

Li gorî nûçeyên di ajansên çapemeniyaTirkiyeyê de derketine, piştî Rûsyayê fuzeyên S-400 li Sûriyeyê bicih kir, NATO ket tevgerê. Îtîfaqê biryar da hêza xwe li Tirkiyeyê xurt bike. Endamên NATO, gelek balefir, keştî û leşkeran dişîne Tirkiyeyê.

Piştî krîza di navbera Rûsya-Tirkiyeyê de ji ber xistina balefire rûda, NATO biryar da kû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê zêde bike.Welatên NATO hem jibo parastina esmanê Tirkiyeyê û hem jî tevlî operasyonên li dijî DAIŞ’ê bike dê hêza xwe ya li Tirkiyeyê xurt bike. Tê gotin ji dervey balefirgeha Încîrlîkê dê balefirgeha Amedê jî ji welatên mutefîk re vebike.

Piştî Rûsyayê fuzeyên S-400 sîstema parastina esmanî li Sûriyeyê bicih kir, bandore xwe li ser biryara NATO kir.Têgotin, di destê DAIŞ’ê de balefir tune ne û ev sîstem tenê armanca wan balefirên NATO ne.

Heta meha Çileya 2016’an hêzên li Tirkiye û derdorê wê bêne bicih kirin wiha ne:

NATO: balefirên binavê AWACS ên dê bişînin Konyayê. Ev balefir dê sûdê bidin parastina esmanê Tirkiyeyê û agahiyên îstixbaratî kom bikin.

DYA: Li baregeha Încîrlîkê 6 balefirên F-15C û 6 balefirên nêçîrê F-15E, 12 balefirên bombebarankirina giran yên A-10, 12 balefirên tanker ên KC-135, 10 balefirên bêmirov MQ-1 û biçek, her wiha hezar û 200 leşker hene. Keştiyên şer yên binavê AEGIS kû xwediyê sîstema parastina fuzeyanin li Derya Spî hate bicih kirin.

ALMANYA: Biryar hate girtin, di meha Çileya 2016’an de hezar û 200 leşker, 4 heya 6 balefirên keşfê ên binavê Tornado, Balefirekya tanker, yek firkateyn bişîne Derya Spî.

FRANSA: Rêveberiya Parîsê nameyek ya niyet başiyê sand û ragihand kû, eger pêwîstiya wan pê hebe ew dê balefirên şer li Tirkiyeyê bicih bikin. Fransa xwest ji keştiya balefiran ya binavê Charles de Gaulle kû li lêmana Mêrsînê ye piştgiriya lojîstîkî bide.

ÎTALYA: Piştî DYA û Almanyayê Patriotên xwe ji Tirkiyeyê vekişandin tenê ên Îspanyayê man. Piştî li herêmê tansiyon zêdebû, Îtalyayê xiste rojeva xwe kû sîstema parastina esmanî SAMP/T kû ji aliyê Îtalya-Fransa ve têne hilberîn bişîne Tirkiyeyê. Sîstema kû Îtalya bişîne dê li Mereş û Dîlokê bêne bicih kirin.

ÎNGÎLTERE: Li parlementoya Îngîltereyê jibo li dijî DAIŞ’ê êrişên esmanî pêkbîne li beramberî 397 dengan bi 223 dengan hate pejirandin. Îngîltereyê biryar da balefirên şer bişîne Încîrlîkê. Nehate zanîn ka dê hêjmara balefirên binavê Ronado û Typhoon çiqas bin. Balefirên bêmirov ên Îngîltereyê li Sûriyeyê hene û her wiha bi komandoyên SAS dixwaze operasyonan zêde bike.

DANÎMARKA: Danîmarkayê jî ji NATO’yê re ragihand kû ew dê keştiyên şer li ser Derya Spî bicih bikin.

Piştî artêşa Rûsyayê xwe li Baregehên Hmeimimên Lazkiyeyê bicihkir, 10 balefirên şer û 15 helîkopter jî li Baregeha El Şayrat ya nêzî Himisê bicihkir. Tê ragihandin kû, dibe hêjmara balefirên li Baregeha El Şayratê bigehin 45’an. Niha li Baregeha Hmemimê hêjan 35 balefirên binavê SU-24, SU-25 û SU-30 hene. Helîkopterên binavê MI-24 û balefirên keşfê ên bêmirov hene. Hefteya borî Rûsyayê li Baregeha Hmeimimê sîstema fûzeyan ya parastina esmanî S-400 bicih kiribû.

(îb)

Bu yazı 479 defa okundu.

Yorum Yaz »