GELO ŞEHADET MUSÎBETE?

HOŞENG HESEN 16 Ocak 2016 0
GELO ŞEHADET MUSÎBETE?

Ji beriya çend rojan di bin kona merasîmê ya şervanekî QSD`ê kû ji Hesekê bû û li nêzî Eyn Îsa şehîd bibû, bi sedan welatî dihatin û sersaxî ji malbatê re dixwestin, di nav wan de Melayek hebû, piştî kû fatîhe ser ruhê şehîd xwend, bi dengekî bilind dest bi axaftinê kir û nêzî 50 deqeyê axivî Mela di axaftina xwe de  behsa gelek mijaran kir. Gotina sereke têde musîbet an bela bû kû digot bi şehadeta lawê wê musîbet bi ser wê de hatiye û xwedê derbaz bike. Gelo şehadet musîbete? Musîbet dema belayek bi ser mirovekî de tê, wek nexweşî, qezayek, şewat, erdhejî hwd…

Ya din madem ew mela û bi sedên wekî wî xwe nûnerê Îslamê dibînin pêwîste li gorî rêgezên wê tev bigerin. Ger xweda gotibe roja hesabê ji her kesî ez dixwazim, li ber ma ber xwîna şehîd tiştek nayê gotin ji ber ew xwîn şahideke dawî di ber heqî, edalet û wekheviyê ye. Wê demê bi çi heqî kesên wek wî di nava gel de tiştên wiha diaxivin û her wiha tên qebûlkirin? Ger ew şehîd neba wê niha wî Melayî bikarîba jiyan bikira û serbestî derketa?

Şoreş ne tenê guhertina sîstema siyasî yan jî leşkerî ya welatekî ye lê pêwîste zêhniytek nû di civakê de were avakirin û bi taybetî em li Rojava xwedî îdiane kû em Şoreşa Rûmetê temsîl dikin, pêwîste destpêkê ji van qalib û hişmendiyên wisa xilas bibin yê kû her dem dibin asteng li pêşiya serkeftinê û pêşveçûnê û li şûna wan bi cîh anîna hişmediya demokratîk wê ji têkoşîna tê meşandin û xebatên înşayê re alîkar û sûdmetir be.

Bu yazı 621 defa okundu.

Yorum Yaz »