GERZU Û RASTIYA WÊ

CÎGERXWÎN GOYÎ 19 Eylül 2015 0
GERZU Û RASTIYA WÊ

Cizîra Botan navçeyeke û nêzîkê 120 hezar şêniya xwe heye. Wekû coxrafîk gelek bê derfete û tam di nava kortekê de ye. Ji hem ve bi giran û çiyan dorpêçkiriye û derdora wê girtiye.

Ev navçe bi dirêjahiya dîrokê bi berdewamî cihek girîng û stratejîke. Ya yekem, di nava sinorên bajarê Şarê Nuh-Şirnex de cih digire. Ango yek ji wan yekem navendane kû piştî tofanê nifşên mirovan têde bi cihbûye û jiyana niştecihî lê pêşketiye. Hebûna tirbên pîroz yên li heman cihî jî nîşaneya vê rastiyê ye. Ango bajarê herî kevnare.

Di dîroka Kurdan de, bi taybet di dema Gudîyan (Gutiyan) de jî navendeke û jêre Gerzu Bakartda dihat gotin. Ji wê navendê û derdorê Gola Wanê Gudî xwe di bedrin Mezopotamya Jêr û dewletek mezin ava dikin. Daneheva Gudîyan, li pey re Mîtaniyan, Urartuyan, Medan di wê herêmê de tovên xwe yên kûr avêtiye.

Çiyayê Cûdî kû di nava sinorên vê xakê de cih digire, ji peyva Gudî têt kû heman ev gelê kû pêşiyên Kurdanin, bi navend Botan li heman herêman jiyan bûne. Li gora Suryanî û Musulmanan sekinîna Gemiya Nuh li ser heman çiyayî jî rastiyek hem dîrokî, hem mîtolojîk hem jî olî ye. Ango ev war yekem ware dubare nifşê mirovatî jê belavbûyî û vejîn bûyî.

Di dema Medan de jî ev xak navendeke girînge. Bi taybet di dema hatina Roman ya Kurdistanê de em li rasta gelik belgeyan tên kû berxwedana Bohtiyan ya li beramber artêşên Roma û Partan-Sasaniyan şerkirine û wan têkbirine tên. Dîrokzanên Romayî di vî alî de belgeyên nivîskî li pey xwe hêlane. Bo mînak, di salên 600’an piştî zayînê de li Fanak-Finik Bohtî êrişê Sasaniyan dikin û dawî li desthelatdariya wan ya li herêmê tînin. Piştî vê Sasanî êdî hêdî hêdî di Kurdistanê de tune dibin.

Di dema Selehedînê Kurd de jî Cizîra Botan navendek stratejîke. Li gora dîroknas dibêjin, beşek gelik girîng ya artêşa şerker ya Selehedînê Kurd ji Herêma Botan, Hewlêr û Amîda (Amed) bû. Cizîra Botan navendek ya leşkerî ya Selehedînê Kurd bû.

Gava em tên sedsalên hatina Îslamê ya Kurdistanê jî, em dibînin Cizîra Botan bi heman xwesertiya xwe dubare weke stêrek dibiriqe derdikeve asmanê Kurdistanê. Êdî ev xak bûye navendek ya rewşenbîrî û polîtîkaya Kurd. Kesayetên mîna Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelik wêjevanên din di medreseyên vê derê de perwerde dibînin û dadikevin nava gel.

Ji aliyê din ve, her ji dema Huriyan (B.Z. 4000-3000) ve Cizîr û herêma Botan xweyî statuyek xwesere. Eşîret û qebîleyên Kurd yên herêmê her çiqas di nava dewlet û împaratoriyên Kurd de cihê xwe girtibin jî, lê statuya xwe ya xweser ji dest nedane. Gava em tên sedsalên 14 û 15’an jî, li ser bingehek Feodalî jî be, êdî mîrektî di herêmê de saziyek cidî û bandorvane.

Bi taybet ji sedsalên 17, 18 û 19’an ve Cizîra Botan hatiye rewşa paytexta Kurdistanê. Serhildana Bedirxan Beg, Yezdan Şêr bûye sedem têkiliya gelê herêmê bi tundî bi siyaset û doza siyasî ya Kurdistanê ve bêt girêdan. Bi demê re gelik heremên din jî li ser vê ve bûne û Botan bûye navendek ya berxwedana li hemberê dagirkeriyê. Ji aliyê coxrafîk ve navendbûna wê di dilê Kurdistanê de cihewaziyek hêj nirxdartir jêre bexşandiye.

Di dema tekoşîna azadiya Kurdistanê de jî Cizîra Botan navendek jêneger û hêlînek ya tekoşînê ye. Weke yekem bajarê Kurdistanê yê li hemberê dewleta Turk serhildan kirî di dîrokê de navê xwe daye tomarkirin. Li sala 1991-2’an de ji serhildan û tekoşîna rizgariya Kurdistanê re pêşengtî kir. Her ji wê dîrokê ve kelihek ya berxwedanê ye kû bi berdewamî çavê dijmin tirsandiye. Vê jî wusa kiriye bi domdarî bibe hedefa yekem ya dijmin û li rasta komkujiyan bêt.

Wek encam, gava mirov kevneşopiya Cizîra Botan ji destpêka dîrokê ve negire dest û rastiya wê nezane, mirov nikare rigberiya wan ya di azadî û xwesertiyê de jî têbigehe. Gava mirov dîroka Cizîrê nezane, bi çend gotinan pesindana wê jî kêm dimîne. Sedema kû berxwedana Cizîra Botan evqas xurt û tunde, ji ber kû kokên wê yên jiyan û azadiyê jî ewqas dûr û kûr û watedarin. Sedema kû îro zarokên nû jidayîkbûyî dibin hedefa dijmin, ji ber kû yekem xaka vejîn û jidayîkbûna mirovatiyê ye. Îro ev êriş ne bes li dijî gelê Cizîra Botan tenê, li dijî dîrokek wuha têr û tejî têt kirin. Şerê sîstema civaka demokratîk û sîstema desthelatdariyê îro di Cizîr de bi awayek tîpîk têt jiyankirin.

Bu yazı 441 defa okundu.

Yorum Yaz »