GIRÎNGIYA PEYAMA NEWROZA 2014

EVDÎ GOYÎ 27 Mart 2014 0
GIRÎNGIYA PEYAMA NEWROZA 2014

newroz Amed 1Newroza îsal ya kû li her çar parçeyê Kurdistanê hatiyî pîroz kirin,  gelek  mesajên girîng û bi wate hate dayîn. Cardin  gelê Kurd, çawa  ji dîrokê  heya roja me ticar ne aligîrê şerbûn, bi vê Newrozê heman mesaj û hêzê xwe ya ji bo aştiyê dan nîşan kirin.

Li gora min, pêwîste  mirov encamek bi vî rengî ji vê Newrozê derbêxe: Gelê Kurd şansekê duyemîn yê bide pêvejoya aştiyê û partiyên siyasî yên kû bi navê Kurd siyasetê dikin. Ji ber kû  ger partiyên kû li Kurdistanê û Turkiyê  bi xwazin heyîna xwe berdewam  bikin û aştiyek mayînde pêk were, mesaja  di Newrozê de hatî dayîn  divê baş fêhm bikin,  ji bo aştî û demokrasiyê   gel di hilbijartinên 30 Adarê de yê viya bi taç bikin.

Tekoşîna gelê Kurd di her çar parçeyên Kurdistanê bi vê Newrozê ketiye qonaxekê nû. Lê pêwîste mirov  li hinek  tiştan gelek  hişar bin; ji ber kû partiyên mîna AKP, CHP, MHP û wd di pêşbirka  hilbijartinan de cardin viya dest nîşan dikin, dibêjin; em ticar Kurdek xweyî îradeya azad, nasnameya azad, jiyanek birûmet qebûl nakin. Em Kurdek mirî, bê viyan û bê siyaset dixwazin. Her sê (3) partiyên sereke viya bi eşkere didin diyarkirin. Ji ber kû ne mîna diçin hilbijartinê, mîna kû ev partiyane ji bo heyîna Kurdan tune bidin diyar kirin, çi ji destê wan tê dikin. Ji derveyê axaftinên  lewçetî (demogojî) ti tiştek din naynin ziman  ji bo Kurdan û gelên din yên li Kurdistan û Turkiyê jiyan dibin.

Li gora min, cardin rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Öcalan di mesaja xwe ya vê carê de, hîn eşkeretir xalên girîng anîye ziman . Çawa dema vê têkoşînê  dest bi xebata azadiyê kir, bi tena serê xwe bû, bi yek kes ev xebata pîroz  hate destpêkirin, îro em dibinîn bi milyonan mirov xweyî li vê tekoşînê derdikevin, pêvajoya aştiyê  xweyî rewşek  bi vî rengî ye.Pêwîste gelên li  Kurdistanê û Turkiyê ji bo avakirina xweserîya demokratîk li benda  dewlet û hukumetê nemînin. Ji ber kû ev hukumet yê mîna meşa şkêvlatokê (kûsî) nêzîkê pêvajoya aştiyê bibe. Ji ber vê çendê, pêwîste  tekoşîna Kurd ji bo ev pêvajo bi aştiyek mayînde bi encam bibe, hin pitir hêza lêşkerî bête xurtkirin, gelên li Kurdistanê û Turkiyê di hilbijartinên dema pêş de bi dengê xwe  xweyî li pêvajoya aştiyê derbikeve.

Dema mirov li polîtîkaya AKP û partiyên din yên sîstemê dinêre, mîna dûpiştka dema dikeve nava agir û derdora wê tê girtin û dawiyê de xwe di kuje ye. Polîtîkaya Erdogan jî mîna ya dûpiştkê ye. Ji ber kû di sedsala 21 an de û bi taybet serdema zanist û teknolojiyê de, civak bi sîstema diktetorî  rêveberin ne gengaze. Ezê her tişt ji bo jiyanê danim, hûn neçarin wekî min bi axavin , bi kenin, rêvebiçin ,runin ,bi hizirin, bixwin û vexwin  wd. Ger hûn ne wekî min bin, ezê we hemîyan bi tewanên cûda cûda gunehbar bikim. Eger serekê partiyekê xweyî sîstema hizirandina wî  bi vî rengî be, gelo yê bikare çi aştîyek, çi civakek demokratîk, hemdem, bi dad û ji mafê mirovan re, ji lawiran re rêz bigre, ava bike? Ya girîngtir ewe kû pêvajoya aştiyê ya hêza Kurd dayî avakirin,ew jî hevkariya wê bikin. Li gora min, ji mirovekê û hukumetekê xweyî van hizirandinan be, ne gengaze kû  mafê gelên li Kurdistanê û Turkiyê bi awayek demokratîk radestê wan bike.

Ji ber vê çendê rêberê gelê Kurd birêz  Abdullah Öcalan  dibêje; avakirina civakek hemdem û xweserîya demokratîk, wekhev ji mafê hemî kême netewan re rêz bê dayîn, tenê bi avakirina zihniyetekê demokratîk, hemdem û îradeyekê azad  gengaze.

Ji bo qernekê din gelên li ser axa mezepontayayê jiyan dibin, bikarin bi hev re  bi awayekê wekhev bijîn , pêwîste di hiljartinên şaredarîyê û parlemenê de li gel partiya HDP û BDP  cih bigrin.

Bu yazı 388 defa okundu.

Yorum Yaz »