JİN Û CİVAK / FILÎZ MIHEMED

Editor 4 Ekim 2013 0
JİN Û CİVAK / FILÎZ MIHEMED

FILIZ MİHEMED JIN U CIVAKJin û ciwan  bingehê civakêne û pêşiyên wan, bi teybet dest tavêjin ciwanan û tecrubeyên xwe ji wan re mina dersan radigihinin.  Piştî  dinavbera jin û zilam de yekemin şerê cinsi destpê dike, jina dayik jibo serkeftinê demek dirêj şerdike, lê mixabin heri dawi winda dike. Bi windakirina jinê re civak jî winda dike. Dewlet û zilamê kole pîrekê di malde hefs dikin û dibin xwedîyê her tiştî. Bi vî awayî, ji civaka û rêveberiya xwezayi derbazî desthilatdartiya bi zor û bi xwin dibin. Bajarbûn dewletbunê bi xwe re tîne, sûk û bazar tên vekirin. Ev bazar piştî demek ne dirêj, dibin meydanên kirîn û firotina mirovan û bi teybet jî jinan. Dewletbûn yekemin şkestina çanda jina dayike .

Jin, ji civakê cuda girtina dest ji xwe ne tezeke raste û di cih de ye. Lê, emê hewl bidin, bidin fêm kirin kû ka emê çawe bibin jina ketî di ferqa xwe de û xwebûyîn bidest xistî.

Hemabêje, ji destpêka şaristaniyeta Koledar bigre heya bi rojam, ya zilam û girêdayî vê dewletê ji jinê re rewa dîtî eve: Next, berdêl, ditemenê biçûk de zewicandin,ji yekê zehftir ji bo zilamekê maf dîtin, dibin navê namûsêde qetil kirin, dibin çarsef û cilande fetisandin, lêdan, çewisandin, tune hesibandin, bi wêre jîyandin ji cinsî zêdetir tu alîyên din nefikirîn, wekû amûrek ya zewq û keyfe dîtin, mekîna zarok anînê û xwedî kirine zarokan. Dîsa di nav çar dîwarên malêde jêre sînor dîyar kirin,  ken, axaftin mafê xwe parastinê jêre guneh dîtin û gunehbar kirin. li aliyê din,  li ser her santîmek bedena wê dirav (pere) û mal bidest xistin.

Civaka îro em têde jîyan dibin, jin bivî rengîye. Heya dikarim bejim; min kêm jî anîye ziman. Dibe her kesek bi çavên cuda li pirsgirêkan binêre, bi taybet pirsgirêkên civakî. Lê, ev nayê wê wateyê kû mafê wî-wê kesê yê pirsgirêkê wekî neyî bide nişandan heye. Jibo em bikarin hîn baştir rola jinê ya di civakê de û ferqa di navbera civaka xwezayî û civaka îro de bi zanîn, emê di dîrokê de rêwîtîyek kurt bikin. Serdema Mezolîtîk û Neolîtîk di navbera B.Z salên 15-20 de ye.Ankû Serdema Neolîtîk, dema civaka xwezayî kû em jêre dibêjin, Civaka xwidawend ya jina dayîke. Civaka bi ceribandin û vedîtînan pêşketî. Bi kurtayî divê civakêde şer, talan ,wêran destdanîna ser malê kesek din, tenê jibo xwe  xebitîn, li hember kes û civakê bê berpirsyartî tevgerîn, jıxwe zêdetir tişt xwestin û derketina ji derveyî ehlaqê cıvakê têde nîne. Jina dayik dîwelidinene, zarokên xwe ji ziyanên gengaz di parêze, xwedî dike. Bıvê ve girêdayî civakê wekû zarokê xwe dibîne, hembêz dike û hezdike. Jixwe di wê demê de hê sistema olan derneketiye. Mehr (nîkah) û malbata teybet jî nîne. Zarok, ji aliyê malxalên xwe ve tên naskirin. Zilam mêhvane û tenê bikarê nêçirê ve mijûl dibe. Di nav cıvakê de rol û misyonek ya wî tuneye Heskirin û himbêz kirina dayîkê roj bi roj civakê mezin û bi hêztir dike. Berhemên nû di hilberinin û civak dewlemend dibe . Êdî dayîk hem mamosta, bijîşk, hunermend û hem jî rêvbere .Takû zilamê bêbext çav berdide ked û berhemê jinê yakû bi xebat û xwêhdana bi hezaran sal afirandî. Zilamê bê rol û heyîna wî ya di nav civakê de ne diyar, hêdî hêdî serî li hîleyan dide. Di vir de serî li rêyên xapandinê dide.

Bu yazı 350 defa okundu.

Yorum Yaz »