KANTONÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

CÎGERXWÎN GOYÎ 13 Ekim 2015 0
KANTONÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Qeyrana Başûrê Kurdistanê her diçe kûr dibe û ji bereya têt xwestin derdikeve. Guftûgo ji xeta bingehîn têt derxistin. Çalakiyên çêdibin li şûna aliyan neçarê guhertin û veguhertinê bikin, dibin sedem pitir bikevin stûyê hev. Çalakiyên heyî jî bi awayek xwezayî herêmê kiriye kantonên cuda.

Bi destpêkirina çalakiyên gel re li hinek malbendên PDKê teqe hate kirin û çend kurdek şehîd bûn. Vê yekê beraliya çalakî û bertekên heyî guherandin. Li rexmê kû mafdariyek ya vê heye jî, niha hatiye rewşek wisan kû êdî PDK xwe mexdûr bide nîşandan. Ji bo vê bizava niha di rewacê de ya çalakiyên aştîxwaz û şoreşgerane ev tiştek nexwazraw bû.

Di rastî de pirsgirêkek ya zêhniyet û têgihiştinê li Başûr heye. Niha tekoşîna têt meşandin nekû li dijî vê zêhniyetê, lê li beramberê kesan têt meşandin. Pirsgirêka serokatiya herêmê pirsgirêka nûnertiya gel ya di sazî û serweriya herêmê de ye. Lê niha wisa lêhatiye kû mirov dibêje qey bes pirsgirêka Mesûd Barzanî bi tenê ye û ger ew biçe ev pirsgirêk yê çareser bibe. Bawer nekin kû bi vê zêhniyetê yê bêt cihê wî yê ji wî çêtir rêve bibe. Li rexmê kû di aliyek de wiha ye, lê di gelek aliyan de jî ne wiha ye.

Mînak, şer li kursî têt meşandin. Hemî alî jî vê didin pêş. Pirsgirêk dagerandine li ser belavkirin û dabeşkirina wezaretan û rayeyên hukmî. Ev jî dide diyarkirin kû di rastî de şerek yê partiyan heye. Nexwe ya gel dixwaze ne eve.

Gelê Başûr divêt sîstemek ya vê herêma Kurdistanê hebe kû nûnertiya gel bike, gel bi xwe xwe rêve bibe. Gel divêt kû di hemû sazî, pile û rayeyan de nirxê xwe, nirxê civakbûna xwe û keda xwe bibîne. Ev dê çawa çêbibe? Bê gûman bi sîstemek demokratîk ya aştîxwaz û azadîxwaz. Ya niha li Başûr heye ne eve.

Li Başûrê Kurdistanê herêm di nava partiyan de hatiye dabeşkirin. Heta niha digotin “du îdareyî” lê niha êdî bûye “gelek îdareyî” jî. Mînak, di meş û xwenîşandanên hatine kirin de derket holê kû her partiyek li gora berjewendiyên xwe beralî dide girseya gel. Ev dibe sedem kû daxwazên rewa yên gel têkelawê berjewendiyên teng yên hizban bibin û bi vî awayî reşbînî derbikeve holê. Derxistina saziyên ragihandinê kû ne ser bi PDK’ê ji Behdînan, vê yekê radixe berçavan. Heman awayî hinek kiryarên din jî wisan.

Tiştek herî zêde PDK û desthelatdariya Başûr li himberê wê derdiketin, hebûn û çêkirina kantonan bû. Lê niha bi awayek xwezayî Başûr bûye sê-çar kantonên cuda. Li Silêmanî û navçeyên wê rêveberiyek xweser û cuda, li Hewlêr û navçeyên wê rêveberiyek cudatir û têkelaw, li Duhokê yek dîtir cuda û li Germiyan-Kerkûk jî yek ciyewaztir.

Li hemî van herêman sîstema hukmî û rêveberî ji hev cuda derketine holê. Ev yek di meş û çalakiyên çêdibin de jî xwe didin nîşandan. Di rastî de ev dabeşbûn bi xwezayî çêbûne. Tam jî kantonin, lê ne sîstematîkin û nûnertiya gel ya di van îdareyan de gelik kême. Jixwe qanûna Êraq û herêmê jî li ser bingehê fedaralîzmê ye û derfeta vê dide.

Ji aliyê din ve, dil dixwast kû beraliyek zelal û diyar ya van çalakiyan hebe û ji bo guftûgokirin û guhertina sîstema heyî be. Ger wiha bibe, hingê partiyên herêmê jî neçarin gav bavêjin. Lê ger wiha bidome, metirsiya kû gel bêt himberê hev û bûyerên neyên xwestin derbikevin holê.

Xalek din ya balkêş jî rewşa PDK’ê ye. Hema her roj di qenalên xwe yên ragihandinê de diweşîne kû hemî partiyên Kurdan dixwazin PDK’ê binbixin û hilweşînin. Carek êrişê PKK’ê, carek Goran, carek Komel û bi her alî ve. Lê divêt mirov bipirse; di rewşek kû hemî partiyên Kurdan rexneyê li we dikin de ma qet guneh anjî kêmasiyek ya we nîne? Herêma Behdînan anjî Kantona Behdînan li ber soranan û xelkên din yên Kurdistanê girtin ma ne dijmintî û cudakariye? Ji bo derbazkirina vê aloziyê kîjan pêşniyara we ya bêt pejirandin heye?

Mirov dibîne kû di rastî de PDK’ê bi helwesta xwe ya israr û xwe ferzkirinê herêmê aniye vê rewşê. Pirsgirêka heyî bi kesayeta Mesûd Barzanî ve girêdayîn, bû sedem qeyranek wiha ya xwe dipesêre herêm û coxrafiyayên cuda derbikeve holê. Eger na, PDK dikarî bû wiha neke û vê pirsgirêkê wekû pirsgirêkek ya yasayî, zêhniyet û valatiya qanûnan bigire dest û herêmê ji vê qeyranê rizgar bike. Lê li şûna vê bike, bi tirsek bê wate ya kû herkes neyarê PDK’ê ye kete nava bizavên çewt. Agirê yekem yê vê bizava çewt reftara wan ya li hemberê firaksiyona Goran bû kû xwestin bi hêza xwe ya leşkerî wan bidin tirsandin. Êrişên li ser malbendên PDK’ê di rastî de encamên van tevger û reftarên çewt bûn.

Wekû encam, ji sala 1992’an ve parlemenek ya herêmê heye û hukumetên cuda cuda avakirine. Lê heta niha jî nekarîne ne sîstemek demokratîk bidin rûniştandin, ne jî karîne pirsgirêkên hizbatî bidin alî. Du serbûna îdarî niha vegeriyaye gelek îdareyî. Li gora min, sîstema kantonan dikare pitir demokratîktir be, zelal be û nûnertiya gel têde hebe. Ne pirsgirêkên serokatiya herêmê, ne jî yên hizbatî derdikevin holê. Ji ber kû ev sîstem ji gendelî, dizî û rizînê re jî girtiye, ti pirsgirêkên qeyranên aborî jî dernakeve holê. Li rexmê ambargoyek pir alî ya li ser Rojava jî, niha di gelek aliyan de ji Başûr pêşketîtir û şefaftire. Pêşeng û rêveberên Başûr ger dixwazin ji vê qeyranê bi kok rizgar bibin, neçarin vê sîstema Kantonan bigirin rojeva xwe.

 

 

Bu yazı 572 defa okundu.

Yorum Yaz »