KAOSA ROJHILAT KONGRA NETEWÎ FERZ DIKE / ŞENGUL OGUR

Editor 17 Haziran 2014 0
KAOSA ROJHILAT KONGRA NETEWÎ FERZ DIKE / ŞENGUL OGUR

kongra netewiDi dîroka mirovahî û di dîroka neteweyan de hin demên kaotîk hene, demên veguherînê, serûbinbûnê hene. Ev demên kaotîk, demên veguherîna statûyan, sîsteman demên dîrokî ne; sedema ku em dibêjin demên dîrokî ne ew e ku di van demên wilo de çarenûsa mirovahiyê, ya neteweyan bi awayekî erênî yan jî neyênî diguhere. Neteweyên ku pêşbiniya van demên kaotîk kiribin û beriya ku kaos kûr bibe û bi carekê re dîrok xwe pêk bîne amadekariyên xwe yên pirhêlî yên bo guherînê, bo serkeftinê pêk anî bin, ew netewe bi awayekî serkefî ji vê kaosê derdikevin û di serdema nû de, bi awayekî serkeftî ji vê serûbinbûnê, ji vê qalikguhertina dîrokê derdikevin û bi awayekî serfiraz meşa xwe ya di dîrokê de didomînin lê na neteweyên ku di van demên kaotîk de çi amadekariyên xwe nebin, di xewa tarî de bin û di van serdemên veguherînê de ne xweyî wê hêzê bin ku bi awayekî serkeftî ji vê kasoê derkevin jî, mixabin di biniya pêla kaosê de, veguherînê de, serobinbûnê de dimînin û neçarî têkçûnê dibin. Ango bo ku ji rewşa kaotîk netewekeyek bi awayekî serkeftî derbikeve, divê xweyî wê hêzê be ku bikaribe bersivê bide hêza veguherînê. Heke di rewşa kaotîk de neteweyekê ji hêla siyasî, aborî, çekdarî, ruhî de pêşbiniya kaosê kiribe , û di pêvajoya veguherînê bi ruhekî seferberî ya xwe kiribe yek û çavê xwe tenê kuta be serkeftinê ew netewe bi ser dikeve û nahêle ku pêlên dîrokê wê neteweyê li derveyî dîrokê bihêle û nahêle ku ev pêlên dîrokê wê neteweyê bi lat û zinaran de werbike, wê bipelixîne, bêrûmet bike.

Di vê sedsala bihurî de bo ku kurd ji demên dîrokçêker re, ji demêm dîrokdiyarker re ne amade bûn, bo ku ne xweyî wê hêzê bûn bersivê bidin kaosê, pêlên dîrokê ew ji zeryaya dinyayê avêtin, kurd li derveyî dîrokê hiştin kir ku serê kurdan her li hedan bikeve û bipelixe.

Ev rewşa niha ya ku Rojhilata Navîn û Kurdistan tê de jî, rewşeke kaotîk e. Ev dema ku niha em tê de ne jî, demên dîrokçêker in. Ev dema dîrokçêker wê çiqasî bidome hîç nediyar e. Ev kaos wê çiqasî kûr bibe ew jî ne diyar e. Lê weke roniya rojê hişkere ye ku êdî li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê çi tiştek weke berê nemîne. Ev demên ku niha em tê de dijîn bo hin hêzan wê wê têkçûnê û bo hin  hêzan jî wê serkeftinê bi xwe re bîne.

Gelo kurd wê ji vê kaosê çawa derbikevin? Gelo kurd dîsa wê vê rewşa xwe ya neyekbûnê bidomînin, wê bi hêza xwe ya berbelav bûyî, her yekê hewl bide ku bi hêza xwe ji vê rewşê derbikeve yan wê hêza xwe bikin yek û bi vê yekkirina  hêza xwe jî bi serkeftî ji vê kaosê derbikevin? Bersiva pirsa me ji niha de ne zelal e. Herçendî ku lêgerîn û daxwaza pêkanîna yekîtiya netewî di nêv kurdan de hebe jî, ev lêgerîn û daxwazeke pir qels e û bi vî awayî kurd nikarin li ser berjwendiyên neteweya kurd bigihijin hev û pê re jî nikarin ji vê rewşa kaotîk bi serkeftî û serfirazî derbikevin. Ku kurd vê pozîsyona xwe ya parçeyî, berlawela bûyî bidomînin, em ji niha de bibêjin ku ev sedsal jî wê ji destê kurdan biçe û dîroka dirinde wê dîsa kurdan bi êşê, bi trajediyê mezin kedî bike, wê dîsa kurdan li derveyî dîrokê bi dengekî nizm, bêhçikiyayî, weke reşekan hebûna xwe ya li vê dinyayê bidomînin.

Di van demên kaotîk de, di van kêliyên dîrokdiyarker de rol û mîsyona herî mezin dikeve ser wan nav û navend û partiyan ku bi pêşvebirin û azadkirina neteweya xwe rabûne; bi angaşta guherandina dîroka neteweya xwe derketine ser dika dîrokê. Ango di van rewşan berpirsyariya dîrokî dikeve ser milên Rêbertiyên Siyasî yên wan neteweyan.

Di vê rewşa kaotîk a Rojhilata Navîn û Kurdistanê de jî rol û mîsyona dîrokî ya Rêbertiyên Siyasî yên kurd e. Jixwe armanca  hebûna Rêbertiyên Siyasî jî ew e ku neteweya xwe her ber bi pêş ve bibin, wê ji rewşa wê ya malkambax rizgar bikin û bo neteweya xwe pêşerojeke azad û ronak biafirînin.

Piştî ku koma eboboz a DAÎŞê, bi di nav tê dan û hêz û piştgiriya hin hêzên global di rojekê de bajarê weke Mûsilê ‘’bi dest xist’’, Rojhilata Navîn û Kurdistan bi carekê re kete rewşeke kaotîk. Ev rewş bo Kurdistanê rewşeke pir biteloke ye, ne rewşekê jirêzê ye. Ku kurd bi l ezgînê Kongra Netewî pêk neyênin dibe ku ev rewş bi xwe re destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê bi carekê re têk jî bibin. Armanca herî sereke ya vê koma ebaboz a DAÎŞê û paşmêrên wan ên xef(!) di serî de statûya Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ye. “

Dagirkerên Kurdistanê îro bo têkbirina destkeftiyên Kurdistanê bi mar û tûpişkan re xwîşk û biratiyê dikin. Dagirkerên Kurdistanê bo ku rewşa xwe ya dagirkeriya li Kurdistanê bidomînin, siyaset û polîtîkayên herî qirêj ên li derveyî etîk û sincê didin meşandin.

Mînak Dewleta Tirk bo ku destkeftiyên kurdan têk bibe hem destekî wê di destê DAÎŞa sunî de ye û di destê wê yê dî jî bi Îrana şîî re ye. Îran jî bo rewşa dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê bidomîne heman polîtikayên derî sincê dide meşandin û ev rewş bo Îraqa Malîkî, bo Sûriya Esed jî derbas dibe û herwiha ji bilî dewletên dagirkerên Kurdistanê jî, gelek hêz û dewlet bi awayekî hişkere û veşartî li dû têkbirina destkeftiyên kurdan in.

Dora Başûr û Rojava bi çete û dewletê terorîst ve hatiye pêçan û di derfeta pêşîn de hemû jî amade ne ku weke kefteran bi ser kurdan de werin.

Ji bo vê jî kurdên çar parçeyan Kurdistanê bi lezgînî divê li hemberî  vê talokeyê bigihijin hev û li ser bingehê neteweya kurd Kongra Netewî pêk bînin.

Pêkanîna Kongra Netewî li ser hemû partiyên bi azadkirina kurd û Kurdistanê rabûne divêtiyeke dîrokî ye. Di vê demê de luksa ti partiyeke kurdan nîn e ku bikeve xema berjwendiyên partîyî û Kongra  Netewî paşguh bike. Çi partiya ku bikeve vê helwestê de, beriya her tiştî rol û mîsyona xwe ya sereke; rol û mîsyona avakirina pêşeroja azad a neteweya xwe ji bîr kiriye; ango armanca hebûna xwe ya dîrokî ji bîr kiriye yan jî paşguh dike, yan jî dest ji vê armanca xwe berdaye. Di rewşeke wilo de jî, dîrok jî wê van partiyên wilo ji bîr bike û wan li derveyî dîrokê bihêle an jî cihê ku layiqê wê ye, wê ev netewe wê ji wan partiyan re bibîne.

Ez hêvî dikim ku di vê serdemê de çi partiyeke kurd xwe ji rol û mîsyona xwe ya dîrokî, ya hebûnî, ya pêkanîna Kongra Netewî dûr nehêle û çi bikeve ser milê wê pêk bîne û di demeke nêzîk de, kurd li ser armanca pêkanîna Kurdistana Azad û Demokratîk hemû hêza xwe bikine yek û bi vî awayî bersivê bidine 40 milyon kurdên ku dilê wan bi vê daxwazê lêdixe.

Kurd bi sedan sal in di rêya azadiyê de dimeşin, têkoşîna vê didin, gotina Hegel ku dibêje; ‘’dîrok di rêya azadiyê de meşek e’’ herî pir li dîroka kurdan tê. Kurd bi sedan sal in di vê rêya azadiyê de dimeşin, îro hêdî hêdî em ber bi temamkirina dîroka xwe diçin lê tenê bi şertekî em dikarin vê meşa xwe ya di rêya azadiyê de, bi azdiyê tacîdar bikin; bi rêya pêkanîna yekîtiyê.

Bawer dikim ku kurd êdî heq dikin ku zerzenga azadiyê deynin ser serê xwe û di nav neteweyên din ên dinyayê de cihê xwe yê birûmet bibînin.

Îro çarenûsa diyarkirina cihê xwe yê di pêşerojê de bêhtir di destê partiyên kurdan de ye.

Ji niha û şûn de yek roja me ya ku em winda bikin nîn e û di rojek beriya rojê de divê kurd vê Yekîtiya xwe ya dîrokî, vê Kongra Netewî pêk bînin.

Bu yazı 1103 defa okundu.

Yorum Yaz »