Karayilan: Gerîla dê bifedaî bikevin bajaran

Editor 18 Aralık 2015 0
Karayilan: Gerîla dê bifedaî bikevin bajaran

Karayilan destnîşan kir kû xendekên li Kurdistanê hatine vekirin ji bo parastinê ne û divê her kes ji vê rewşê peyaman derxîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, di derbarê terora dewletê ya li Kurdistanê û berxwedana gel de daxuyaniyên girîng da. Karayilan diyar kir kû ji 14’ê Kanûnê û pê ve pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye û ya diqewime şerekî navxweyî ye.

Karayilan da zanîn kû, dewlet dixwaze gelê Kurd bê vîn bike û bibîr xist kû ewê li hemberî van êrîşan li ber xwe bidin.

Karayilan destnîşan kir kû, xendekên li Kurdistanê hatine vekirin ji bo parastinê ne û divê her kes ji vê rewşê mesajê derxîne.

Karayilan ragihand kû, gerîla hînê daneketine bajaran û anî ziman kû berxwedan bi pêşengiya ciwanên Kurd dewam dike û ew jî heta dawiyê destekê didin ciwanên Kurd.

Karayilan diyar kir kû, artêş êdî li bajaran tevlî şer bûye û ev peyam da dewletê:

“Hûn bi agir dilîzin. Eger hûn bi vî rengî ewam bikin, gerîla wê bêhtir bi fedaî tevlî bibe. Û wê êdî girêdana di navbera gelê Kurd û Komara Tirkiyeyê de bi temamî qut bibe. Eger hûn bi tank û topan gelê me biperçiqînin, emê êdî nekarin bi hev re bijîn. Rayedarên AKP’ê êdî vê dibêjin: ‘Em ê biperçiqînin, dûre emê wan bikişînin dora maseyê’. Bila li qusûrê nenêrin. Eger hûn dayikên me, extiyarên me, zarokên me şehîd bixin, ti kes bi we re li dora maseyê narûne. Maseya çi? Em ne mûhtacî wanin. Rewş mîna berê nîne. Pêwîste vê bi vî rengî zanibin û li gorî vê yekê nêzîk bibin. Divê komkujiyan nekin. Artêşê di destpêkê de xwe vekişand. Serokê Fermandariya Giştî gotibû kû artêş danakeve bajaran. Başe çima daket? Xuya ye darbe pêk hatiye. Li hemberî demokrasiyê, li hemberî gelê Kurd darbe kirin. Başe ev gel wê çawa karibe bi we re bijî. Têkiliyên di navbera gelên Kurd û Tirk bi van êrîşan re qut dibin. Divê her kes bi vî rengî li pêşerojê binêre. Em her bi vî rengî neaxivin. Pêwîste her kes gava xwe bi pîvan biavêje. Gelê Kurd ti carî teslîmî zaliman nabe. Jiyana xwe di berxwedanê de dibîne. Pêwîste her kes vê yekê bi vî rengî bibîne û bizanibe.”

Karayilan bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir û got, “Roj ev roje. Divê her kes tevlî berxwedanê bibe.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, bersiv da pirsên Radyoya Dengê Kurdistanê:

Bu yazı 562 defa okundu.

Yorum Yaz »