KERMIRDÎ Û PDK

CÎGERXWÎN GOYÎ 22 Eylül 2015 0
KERMIRDÎ Û PDK

Tam salek û du heyvin li ser dagirkirina DAIŞ ya navçeya Mexmûr re derbaz dibe. Di sala borî de di 12’ê Îlonê de gerîlayên HPG û pêşmergeyan êriş birin li ser Baqirtê û ji dest çeteyan rizgar kirin. Di wê çalakiyê de sê gerîla û pênç pêşmerge jî şehîd ketibûn.

Ji wê rojê ve pêşmergeyên mîhwera Mexmûr (ser bi PDK ê ve ye) yek gav pêşve neçûne.

Kermirdî gundekê biçûk yê navçeya Mexmûre û nêzîkê 15 km dikeve başûr-rojavayê Mexmûr. Hêjta DAIŞ li nava wî gundîne û bi berdewam hewanan û katûşeyan davêjin nava pêşmergeyan û navçeya Mexmûrê.

Û her çend roj carekê li ser şaşeya Rûdawê bi LEZGÎN dinivîse “ firokeyên hevpeymanan gundê Kermirdî bombabaran dikin!” piştî demek kurt dubare heman tişt rû didin. Ji sala par ve ewqas bombeyên Rûdawê bi destê firokeyên hevpeymanan dayî avêtin li Kermirdî, li Îraq û Sûriye li hemberê DAIŞê nehatine bikaranîn!

Ne bes Kermirdî, gelek gundên din li herêma Mexmûr di destê DAIŞ de ne. Hêjmara wan nêzîkê 12-15 gundane. Li rexmê kû hêzek mezin ya pêşmergeyan di Mexmûr û derdora wê de hatiye bicihkirin jî, lê ti êrişek li ser wan gundan nayê kirin û nayêne rizgarkirin.

Çima?

Bersiva vê pirsê tejî îhtimalin. Gelo li bendêne heta bûyerek din ya wekî Guwêr rû bide? Anjî li bendêne Heşdî Şeibî (milîsên Şîe) bêt û Kurdistanê ji wan re rizgar bike? Anjî jixwe ti pirsgirêkek ya wan bi DAIŞ re nîne?!

Çend carin li heman eniyan DAIŞ çekên kimyawî jî li beramberê pêşmergeyan bikartîne. Lê dîsan jî li beramberê vê ti bersivdanek cidî nîne. Ne bes li Mexmûr, li mîhwerê Dubis jî kû ew jî ser bi PDK’ê veye bi heman awayî ye.

Li Kerkûk pêşmergeyên Yêkitî bi hevkariya gerîlayan pêşketinên mezin çêkirin û gelek gund û navçe rizgarkirin. Li Rojava YPG’ê Kobanê, Girê Spî, Hesekê û gelek herêmên mezin rizgarkirin. Lê hêjta Kermirdî û Sultan Ebdila wek xwe ye û ti guhertinek çênebûye.

Ya balkêştir, çapemeniya herêma Kurdistanê van tiştan ji nedîtî ve tê. Bi gotinek jî be ev herêm nakeve rojevê û êrişek li ser DAIŞ çênabe. Çima ev xet heta bi Hemrîn nayêt paqijkirin û serweriyek tam li ser xaka Kurdistanê nayêt çêkirin? Gelo di aliyê siyasî de çi astengek heye li beramberê Kurdan? Anjî gelo pirsgirêk ji nava Kurdane? Gelek pirsên din yên mîna van di mejiyê me de zindîtiya xwe diparêzin.

Bu yazı 485 defa okundu.

Yorum Yaz »