KÎ SERDIKEVE?

CÎGERXWÎN GOYÎ 26 Ocak 2014 0
KÎ SERDIKEVE?

ki serdikeviDi rojhilata Navîn de kî biserdikeve? Bersiva vê pirsê hêdî hêdî diyar dibe. Şemeteya heyî, nîşaneyên pêvajoyên hê kaotîktir radixe ber çavan. Surye, Misir, Êraq û w.d bûne girara gavana. Vê dawiyê Turkiye jî serve zêde dibe. Rewşa siyaseta Kurd ya netewî hê zelal nebûye.

Pêvajoya 2003 ya sererastkirina cîhanek nû, di nav lepên Emerîka de maye. Çawa dikare ji nav derkeve? Li bersiva vê pirsê digere. Ti qedir û bandora Emerîka nemaye. Li Efganîstan, Êraq, Misir, Lîbya û Sûrye Emerîka serneket. Berevajî xeta Îran û Rusya pitir bi bandortir bû. Li van welatan hemiyan hêzên beramberî Emerîka hukmet girtin destê xwe. Gava hewl dide vê biguhere jî qeyranek mezintir rû dide.

Li surye gotin di cih de be, “ li şûna kihêlan bergîr girêdane”! Grubên çeteyên bêserûber, şêlandker, kujer û bê armanc li meydanê lotkan tavêjin. AAS. ya wan têkdiçe, DAIŞ  berbelav dibe û qetlîamên ser sivîlan zêde dibin.

Kurdan li Surye – Rojava- destketiyên mezin qezenç kirin. Mêzîna siyaseta herêmê bi aliyê xwe ve erênî wegerandin. Xeta Lozan hat şkandin û rêyek nû hate vekirin. Ev hem dîrokiye û hem jî nêzîkatiyek gelik stratejîke. Li bendê mayîn, ser çevandin, bê çalakbûn êdî ne terzê siyaseta Kurde. Kurdên kû hewldidin vê rêbazê dûbare bidin meşandin, gel wan ji civakê dûr dixe û rû nade wan. Di vî alî de pitir ronahî kirina gel erka me hemiyane.

Kurd wekû hêzek sereke ya Rojhilata Navîn derketine pêş û gelik derdoran li paş xwe hêlane. Ev pêşketin, pir dewlet û hukumetan har dike. Turk, Emerîka û gelik dewletên Ereban dîn û îmana xwe ji destdane û çav sohr bûne. Ev hêzên me li jor dayîn diyar kirin, di bereyek de li beramber Kurdan nava yekgirtin û êrîşê de ne. Nehêlana tevilbûna Cenev 2, nîşaneya vê ya eşkere ye.

Surye bûye rînga zend çevandina hêzên Cîhanî. Emerîka hewl dide Esed bibe û li cihê wî zelamên xwe bi cih bike. Rusya jî dixwaze tolhildana têkçûna Sowyetê ya li Afganîstanê ji nav guhê wî rake. Emerîka, bi pêleystokên mîna Turkiye, Erebîstana Siûdî û Qeter dixwaze vê pekbîne, Rusya û Îran jî bi alîkarî kirina hêzên tundrew plan dikin kû Emerîka di vê behra qeyranê de bin av bikin. Bi kurtahî, her du hêz jî xweyî heman armancêne lê, rêbazên wan di aliyê şeklî de ji hev cudane. Ji hebûn û domandina şer her du hêz jî sûdê digrin. Demokrasî, mafê mirov, exlaq û dahatûya cîhanê ne xema wana ye.

Tam di vê gengeşî û şemeteyê de, hewldanên Cenev 2 mirî ji dayîkbû. Beşek gelik mezin ya şoreşger û muxalefeta Surye hate paşguh kirin û nehêlan tevlî vê civînê bibin. Desteya Bilind û hêzên Kurd hatin dehfdan û hiştin ji derveyê vê civînê. Hem Rusya, hem jî Emerîka tenê bi zelamên xwe ve çûne civînê. Ji aliyekê ve, ev baş bû; ji ber kû ji niha ve diyare ev civîn ti encamî nagire û valeye. Eva awantajek mezin bide destê muxalefeta şoreşger ya rasteqîne. Jixwe hêzên tevlî cenev 2 bûne, nûnertiya gel nakin û hêza wan ya pekanîna ti biryarekê nîne. Eva bibe sedemek baş ji bû lawazbûna wan ya di demên pêş de.

Ya rast, her kû diçe xeta Emerîka û Rojavayiyan têk diçe. Li beramberê vê du xetên ji hev cuda yên Rojhilatî derdikevin pêş. Ya yekem; xeta hêzên tundrew kû Îran û Rusya wan birêvedibin, ya duyem; xeta hêzên demokratîke kû Kurd pêşengiya vê dikin. Li gora fikrên min, di dem kurt de dibe kû hinek rîskên xeta duyem hebin, lê di demdirêj de ev xet yê bibe modela çareserî û ava kirina Rojhilata Navîn. Xeta yekem ya tundrew di demkurt de hinek destkeftî bi dest ve tîne, lê gelik zehmete bi qetlîam û tundiyê mirov civakê bi demdirêjî bi rê ve bibe. Ji ber vê çendê ev xet jî temen kurte.

Bi kurtahî, Emerîka û sîstema Qapitalîst têk diçe. Ger hêzên nûjenxwaz û demokratîk li beramberê vêamadebin, mirovaya şoreşgera qezenç bike. Pêşengtiya vê xetê niha Kurdên radîkal demokrat dikin. Ji ber kû hêza herî ciwan û çalak niha Kurdin, ger bi awayek rast û bi cesaret serde çûyîn hebe, ya qezenç bike civaka demokratîke. Ev jî tê wateya derbazbûna sîstemek nû û qonaxek nû. Qeyranên mezin, zayînên mezin bi xwe re tînin. Ya girîng xweyî derketina li ya (zayî) hatî Cîhanê ye.

Bu yazı 462 defa okundu.

Yorum Yaz »