KOBANÊ ENIYA BERXWEDANÊ YE!

CÎGERXWÎN GOYÎ 16 Temmuz 2014 0
KOBANÊ ENIYA BERXWEDANÊ YE!

kobani

 

 

 

 

Li ber Ronahî TV rûniştîme û guhdar dikim. Şervanek YPG ê şehîd ketiye û nasnavê wî Serxwebûne. Piştre me zanî kû xelkê Sirûca Ruha ye. Ji bo berxwedan û şoreşa rojava tevil refên YPG ê bûye.

Piştî demekê hinek dîmenên wî derdikevin şaşa Ronahî tv. Li gel yekînek ya pehlewanên YPG ê li sazê dide û stranek dibêje:

“Dil dixwaze here cengê,

Rext û tifenga min bîne!

Dil dixwaze here cengê,

Rext û keleşa min bîne!

Û di berdewama stranê de wuha dibê:

Dayê eger şehîd ketim,

Hêstrên çavan nabarîne.

Serbest here nav civatan,

Serbilind û bilîlîne.”

Şehîd Delîla jî heman stranê gotibû û vê rastiyê di jiyana xwe de pekanî. Ne bes ew, bi sedan qehreman û pehlewanên kû em navên wan nizanin, rûyên wan nasnakin û germahiya hest û dilên wan texmîn nakin, bi heman stran û awazan bûne cangoriyên vê doza pîroz.

Ev stran, weke kehanetekêye ji bo wan. Ev stran, bîrdoziya wane. Ev stran, rêya wan ya man û nemanêye. Ev stran, felsefeya wan ya jiyanê ye. Şehîdbûn di oxira welat û dozê de ji bo wan keyf û serbilindîye. Ev, îradeyek wesane kû bi çend hevok û gotina nikare bête pênasekirin.

Di cîhanê de mirovên kû li ser şehadeta xwe stranbêje û di wê rêyê de bimeşin, tenê li welatê me û di nava tevgera azadiya Kurdistanê de hene. Ev, hêzek wesane kû reyên xwe kûr davêje û xwe dipesêre bîrdoziyek giranbuha û jêhatî. Cuwanek bang li dê-bavên xwe dike û dibêje: “Ger ez şehîd ketim, hêstrên çavan nebarîne! Bi çoyîna min serbilind be! Tilîlîyên şahiyan biqêrîne!”

Ey yên kû xwe bi navê rewşenbîr nav dikin! Ka gotina we, ka hevoka we ji bo vê îradê û vê baweriyê çiye? Roman û helbestên we yên kû van keç û xortan vebêjin li kû ne? Hestên we yên fahîşebûyîn di ber himbêza kîjan berjewendî û kerxaneyên sîstemê de li erdê mane û lava ji wan dikin?

Ey yên kû dibêjin em bê alîne û ne dibin siha ti partiyan de ne! Di paş wê laptopê de, bi zimanek hilû hun tenê ji keramet û namûsê bê alî mane. Ma çawa mirovek li beramberê qetlîamên li ser netewa xwe bê alî dimîne?

Gelo hûn jî di xendeka lîberalîzmê de mane asê û teslîm bûne? Ber û paş û aliyên lîbek nîsk diyarin, mirovên bêxîret!

Îro li Kobanê rêzek geş ya stêran bilind dibe. Ezmanê vê xaka pîroz ji hemî deman pitir ronîtir û zelaltire. Li wê xakê di her bostekê de xwîna cuwanên Kurdistanî heye. Li girek bênav termê Serxwebûnê Ruhayî! Li deştek bê pewar laşek germ yê Azadê Helebçeyî! Li xalek qontrolê bedena bedew ya Gulbuhara Kobanî! Û li bin şitlek ya zeytûnê pehlewan Gernasê Mahabadî! Xwîn tevilhevbûye û xak bûye şehîdistan: Şehîdistana Kurdistanê.

Ey yên kû xwe bi welatperwer û azadîxwaz nav dikin! Ma ji vê wêdetir welatperwerî û azadîxwazî heye? Di odeyên ewirbiran û otêlan de xêzkirina nexşeyan û rêjandina xwîna van cuwanan, ma qet we na êşîne? An na, wek deryê Sêmalka deriyê di navbera dil û mejiyê we de kû em jêre dibên “wujdan”, gelo we jî ew derî girtiye? Dîyare di vê ambargoya li ser zihn û mejiyê we de, êşên giran bi we re peyda bûne; penceşêr, îxanet, teslîmkarî, stûxwarî û bêkerametî û hw…

Îro ji her beşek Kurdistanê cuwan qesta nava refên vê berxwedanê dikin. Bê kû çavên xwe binoqînin, singên xwe didin li ber tang û doşkan. Kerameta min û te diparêzin. Xwuşk û dayîkên me ji destê hovan û talankeran rizgar dikin. Dayîk li gel kur û keçên xwe di çeperan de mil dane hev. Dayîk dibê: ” Lawê min, lêxe. Paşve gav navêje!”

Ey yên kû hûn welatê xwe dihêlin û direvin! Ma van şevên remezanê qet bîra musulmantî û xîretê li bîra we nayê? Dema hûn serê xwe didanin li ser balingan, ma wêneyên Serxwebûn, Gernas, Gulbuhar, Azad û yên kû em wan nizanin û nasnakin, hema carek be jî nayê xewnên we? Hûn çawan bi vehêsî nefes didin û distênin?

Ey yên kû dibên Kurdistanek serbixwe! Ma Kobanê ne bajarek yê vî welatî û beşek ya vê xaka pîroze? Ma ew enfala bi ser Kerkûk û Hewlêr de hatî, îro heman enfal ne li ser Kobanê ye? Ma yên vê dikin ne heman hêzên paşverû, Beisî û Erebên şovenin? Ma tekoşîna we ne li himber van hêzan bû? Lê îro weke bilbilek tûk xwarî hûn ker û lal mane. Bêdengî, pîşeyê şeytanê bêzimane.

Ey yên kû heta niha di ferhenga wan de peyvên “Xîret, Keramet û Welat” nebûne! Ma dem nehatiye hûn vê ferhengê biguherin û bi çavek firehtir li cîhan û welatê xwe meyze bikin? Kobanê, îro cihê ferhengên dewlemende. Ger pêwîstiya we pê heye, carek jî be serdan bikin û li palpişta wan rawestin.

Bu yazı 593 defa okundu.

Yorum Yaz »