KONGREYA NETEWÎ Û NÊZÎKATIYA LI ŞOREŞA ROJAVA / ŞENGUL OGUR

Editor 30 Nisan 2014 0
KONGREYA NETEWÎ Û NÊZÎKATIYA LI ŞOREŞA ROJAVA / ŞENGUL OGUR

ulusal kongreSiyaseta Kurdistanê ne siyaseteke hêsan e. Dijwar e, berdêlên wê giran in. Ev sedsaleke ku kurd li çar parçeyên Kurdistanê êşa dabeşbûna Kurdistanê, êşa bindestiyê dikişîne, ev sedsaleke ku li hemberî polîtîkayên dewletên dagirker û piştevanên wan-dewletên kapîtalîst,erperyalîst- şerê xwe dike.

Vê dabeşbûna Kurdistanê, vê rewşa dagirbûna Kurdistanê tenê kurd û dagirkerên wan neanîna pêşberî hev, van polîtîkayên dagirkeran gelek caran partiyên kurd ên ku li hemberî van polîtîkayên dagirkeran rabûne jî anîne pêşberî hev û hev êşandine. Di demên bihurî di navbera partiyên kurd de jî pirsgirêk derketine;.pirsgirêkên wilo ku di navbera kurdan de rûdaneke trajîk ku jê re, ‘’birakujî’’ ango XWEKUJΠ tê gotin jî çêbûn. Em îro li ser vê ‘’xwekuji’’yê nikarin siyaseta dijberiyê bidomînin. Helbet dîrok wê vê xwekujiyê binirxîne û mehkûm jî bike û ji niha ve jî tê nirxandin û hatiye mehkûmkirin. A ku îro li partiyên kurd dikeve ew e ku ji vê tecrubeya tehl a xwekujiyê dersan bistînin û da ku îro û siberojê careke din bûyereke wiha di nava kurdan de rû nede.

Em vê nakokiya di nav partiyên kurdan de weke nakokiyeke bi dînamîka navxweyî nabînin. Ji ber ku yên ku ev nakokî kirine nav me û anîn wê astê ku em çekan li hev bikişînin dewletên dagirker û polîtîkayên wan bûn. Dewletên dagirker hê jî hewl didin ku nakokiyan di navbera partiyên kurdan de ava bikin, van nakokiyan kûr bikin û bikin ku kurd dîsa çekê li hev bikişînin û dîsa wan bînin pozîsyona xwekujiyê. Helbet daxwaza herî mezin a dagirkerên Kurdistanê ev e û ji bo vê pêk bînin jî ti plangeriyên herî kirêt jî namînin.

Lê îro divê partiyên kurd ji tecrûbeyên xwe, ji polîtîkayên dagirkerên Kurdistanê têra xwe ders girtibin. Ango divê îro êdî ti partiyên kurd wilo bi hêsanî neyên lîstikên dagirkeran û bo berjewendiyên berteng û demdemî neyên wê asta ku li hemberî partiyeke dî ya kurd çekan bikişîne. Îro rewşa Kurdistanê ya polîtîk ber bi serkeftinê ve diçe. Kurd îro weke demên bihurî  ne di rewşeke kambax de ne, li çar parçeyên Kurdistanê kurd xweyî vîn û hêzeke siyasî ne ku bi hêza xwe zorê li dewletên dagirker ên Kurdistanê dikin.

Tekana kêmasiya kurdan îro ew e ku hêj Kongreya Netewî pêk neanîne. Heke partiyên çar parçeyên Kurdistanê bikaribin li ser hîmê berjwendinya neteweya kurd û Kurdistanê bigihijin hev, bawer im ku êdî li Rojhilata Navîn wê bibin hêzeke xurt ku êdî dewletên dagirker ên Kurdistanê nikarin bi hêsanî bi ser kurdan de werin û ev yekîtiya navxweyî wê azadiya kurd û Kurdistanê nêz û mîsoger bike. Ji bo vê jî niha wekî peywireke dîrokî ya li pêşberî partiyên kurdan sekinî ye, pêkanîna vê Kongreya Netewî ye.

Nexasim di vê rewşa kaotîk a Rojhilata Navîn de pêkanîna vê  Kongreyê hê bêhtir xwe li ser partiyên kurd ferz dike. Ev rewşa kaotîk îro hem fersendên mezin û hem jî rîsk û talokeyên mezin jî di xwe de vedihewîne. Di vê rewşa kaotîk de heke kurd bikaribin li ser esasê yekîtiya netewî hêzên xwe bikin yek, ev yekîtî wê  rîsk û talokeyên vê rewşa kaotîk ji me re veguherîne avantajên mezin, lê na ku em di vê rewşa kaotîk a Rojhilata Navîn de nikaribin vê hişmendî û vîna avakirina yekitiya xwe ya netewî nîşan bidin, rîsk û talokeyên heyî dikarin van destkeftiyên me yên niha di destê me de jî- ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin-  ji dest me derxînin. Bo vê jî avakirina yekîtiya netewî, di demeke nêz de nîşandana vîna pêkanîna Kongreya Netewî gellekî girîng e û demildestî jê re divê.

Dîrok her carê fersendan bi dest mirov naxe û li benda me namîne ku em demeke dirêj bifikirin û piştre biryarê bidin. Heya wê dema ku me biryar dayî dibe ku ew fersend ji dest me çûbin. Ji bo vê jî divê mirov bilez tevbigere, dîrokê zû bixwîne û li gorî divêtiyên dîrokî jî divê mirov bikaribe zû bersivê bide pêdiviyên dîrokê.

Dîrokê îro fersendek daniye ber kurdan. Heke kurd bikaribin vê fersendê bi kar bînin pêşerojeke azad û ronak li bendî kurdan e, lê na ku em vê fersendê bi kar neyînin, dibe ku em sedsalekî dî jî wilo bindest bimînin û hêviyên xwe yên azadiyê bihêlin sedsaleke dî û mafê ti partiyeke kurd nîn e ku hêviya kurdan a sedan salan bişkîne û neteweya kurd wilo bindest bihêle.

Partiyên kurd bi mîsyoneke  dîrokî rabûne û misyona wan azadkirina kurd û Kurdistanê ye; misyona partiyên kurd avakirina Kongreya Netewî ye.

Kongreya Netewî  li ser esasê parastina çar parçeyên Kurdistanê dikare ava bibe. Bo vê jî peywireke dîrokî ya her partiyeke kurd e ku piştgiriyê bide têkoşîna azadiyê ya parçeyên din ên Kurdistanê  lê ne ku ji têkoşîna azadiya parçeyekî dî ya Kurdistanê re çavnebar be, bibe kelem û asteng; ji bo ku xurtbûna têkoşîna azadiyê ya parçeyekî Kurdistanê xurtbûna têkoşîna azadiyê ya parçeyê din e jî; ji bo ku azadbûna parçeyekî Kurdistanê bi xwe re  hêdî hêdî wê azadiya çar parçeyên Kurdistanê bîne.

Van demên dawî ji ber sedema polîtîkaya PDKê ya di derbarê şoreşa  Rojavayê Kurdistanê de, di nava neteweya kurd de rê li ber  nerazîbûnên vekir. Nêzîkatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li şoreşa Rojava bû sedema rageşiyan û van demên dawî bi polîtîkaya xendekan a PDKê ev rageşî zêdetir bûn. Bi hezaran kurdên Rojava, dayik, kal û pîr û ciwanan, berê xwe dane xendekan û hewl dan ku wan xendekan bi kulmên xwe yên tije ax dagirin. Divêt ev helwesta kurdên Rojava baş were şîrovekirin û fêhmkirin.

Rayedarên PDKê hin hêncet gotin di derbarê van xendekan de, lê bi çi hêncetî dibe bila bibe ev nêzîkatiya li hemberî Rojava ne nêzîkatiyeke rast e û ti sûda wê ji siyaseta kurd û Kurdistanî re nîn e. Di vê pêvajoyê de bendewariya kurdan a ji PDKê û hemû partiyên kurdan ne ew e ku bi dijberbûna xwe ya li şoreşa Rojava hêviya yekîtiyê  bişkînin. Kurd ji PDKê û hemû partiyên kurdan tenê tiştekî dixwazin: Kongreya Netewî.

Bo Kongreya Netewî jî beriya her tiştî divê PDK polîtîkaya xwe ya li hemberî Rojava biguhere. Ji hêla maddî û manewî de divê piştevaniyê ji şoreşa Rojava re bike.  Nêzîkatiyeke bi vî rengî atmosfera neyînî ya di navbera partiyên kurd de dikare biguherîne û ev dikare bibe sedem ku Kongreya Netewî dîsa bikeve rojevê û hêvî û bawerî û hêzê bide kurdan û kurd gav bi gav ber bi azadiyê ve bimeşin.

Êdî dem hatiye ku kurd bikaribin li ser masayekê, di derbarê avakirina pêşeroja azad a kurd û Kurdistanê de bigihijin hev û Kongreya Netewî li dar bixin.

Dîrok ev mase ji kurdan re çêkiriye,li benda kurdan e ku biçin ser wê maseyê û pêşeroja xwe saz bikin!

Ku kurd li ser vê masê negihijin hev wê çi bibe?!

Dagirkerên kurdan wê li ser maseya xwe bigihijin hev û kirasekî nû yê bindestiyê wê li me bifesilînin.

Me kîjan  divê!?

Dîrok wê nîşanî me bide!…

Bu yazı 430 defa okundu.

Yorum Yaz »