Kongreya Sûriyeya Demokratîk destpê kir

Editor 8 Aralık 2015 0
Kongreya Sûriyeya Demokratîk destpê kir

Kongreya Suriyeya Demokratîk bi durişmeya ‘’Ji bo avakirina Suriyeke azad û demokratîk’ li bajarê Dêrîk ê Rojavayê Kurdistanê destpê kir.

Kongre bi beşdariya 103 delegeyên ji rêxistinên siyasî, leşkerî û civakî yên muxalefeta Suryeyê destpêkir. Pankarta durişmeya kongreyê bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî û Tirkî hatiye nivîsandin.

Kongre ji aliyê partiyên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk de, Koma Partiyên Lêvegera Siyasî, Koma Demokratîk ya Sûriyê, Şepêla Genim (Teyar El-Qemih), Kombûna Peymana Rûmet û Mafnasiyê, Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk li Sûriyê ve tê birêvebirin. Di kongreyê de Desteya Niştîmanî ya Erebî, Komîteya Kongreya Danûstandinên Qahîrê, Însyatîfa Jinên Sûriyê, Rêxistina Yekîtiya Star, Yekîtiya Jinên Suryen, Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Partiya Modernîteya Demokratîk, Partiya Azadî ya Kurdistanê, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Turkmenên Kombuna Til Ebyadê, gelek rêxistinên din yên jinan û bi dehan kesayetên serbixwe, lîderên karan, serokeşîrên kurd û ereb, nivîskar û rojnamevan beşdar bûn.

Hêjayî gotinê ye, ev kongre yekemîn kongreya Muxalefeta Suryeyê ye ku li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser axa Surye ya azad tê lidarxistin. Di demekî ku hemu kongre û civînên muxalefetê li derveyî welat û ji aliyê hêzên derve û biyanî ve dihatin organîzekirin bi biryar û vîna xwe, li ser xaka xwe wateya encamdana kongreyek bivî awayî dorfireh pir mezine.

Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê Serokê Meclîsa Rêveber ya Kantona Cizîrê Ekrem Hiso ve hat kirin.

Hiso got: “Emê ji bo parastina mafên civakî û xwezayî yên hemû gelên Sûriyê û avakirina Sûriyeke demokratîk bixebitin.”

Ekrem Hiso anî ziman ku:’’ li ser bingeha karê hevbeş ji bo avakirina Sûriyeke hevgirtî, nûjen û federal wê kongreyê bi rê ve bibin.’’

Hiso got: “Gelê Rojhilata Navîn doza mafê xwe dike. Di şoreşa Rojava de gel doza mafê xwe kiriye. Di 21’ê Çileya 2014’an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat ragihandin. Ev yek ji berhemên vê şoreşa pîroze. Gelê Rojava dikare pêşengiyê ji şoreşa aştiyane ya Sûriyê re bike. Îro li ser xaka Sûriyê şerê sêyemîn yê cîhanê tê meşandin. Serkeftin, bi saya pakrewanan, lehengên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê, hêzên Asayîşê, şervanên Erka Xweparastinê pêk hatine. Pêwîste ku hêzeke nûnertiya hemû hêzên Sûriyê bike were avakirin.. Li ser vê bingehê em hêvîdarin sîwaneke siyasî ya ji bo tevayî Sûriyê were avakirin, ku bi kare nûnertiya mafên gelên Sûriyê di qadên navneteweyî de bike û ev sîwane dûrî bandora hêzên herêmî be.”

Hiso got: “Bi dirûşmeya hilweşandina rejîma dîktator, li ser bingeha çareserkirina doza gelê kurd, li gorî taybetmendiyên erdnîgarî û parastina mafê rewa yê tevahiya gelê Sûriyeyê, li ser bingehê azadiya jinê ku misogeriya azadiya civakê ye û ciwan jî enerjiya avakirina welatekî nûjenin emê kar bikin.”

Bu yazı 356 defa okundu.

Yorum Yaz »