KURDÎ / RÊZIMAN -I-

HEWAR GABAR 16 Ocak 2014 1
KURDÎ / RÊZIMAN -I-

– I –

Armanc: 

Armanca min ya vê rêze nivîsandinê, ne ewe kû nêrîn û zanînên xwe wekû pîvana Zimanê Kurdî bi pesêrim. Jixwe, xwe pesertinek wusa jî wekû kes ez rast nabînim û rexne dikim. Sedemê wê jî eve; Zimanê Kurdî, zimanek pir kevin, dewlemend, kubar û pratîke. Ankû zimanê îcad û jiyanê ye. Zimanê koke, binyate. Qirika wî, xweza wî divê bi tu zimanan re newe beramber kirin û pê newe leyistin. Dema dibin navê modern kirinê de, an jî kurt kirinê de, minandinê de destkarî pê were kirin, haveynê wî, xweza wî xirab dibe.

Ev dibe sedem kû ji dengê tîpan bigre heya bi qirikê, ji wateya peyvan bigre heya bi qalik her tişt xira bibe û sik (Kirêt) bibe.

Min got: armanca min ne kû zanîn û lêkolînên xwe wekû pîvan bipesêrim; armanca min gotûbêjekî bidim destpê kirin. Her kesê kû di derbarê Zimanê Kurdî de gotinek, rexneyek, zanînek ya wî heyî tevlî vê gotûbêjê bibe û arîkarî ya xwe vebêje. Ji peyvan bigre heya bêjeyan, ji rêzimanê bigre heya bi rênivîsê, kî çi dizane, an jî çi nizane tevlî vê gotûbêjê bibe, hingê ev rêze nivîsandina bigihê armanca xwe.

Li jor jî hat kifş kirin kû Zimanê Kurdî, zimanek pir kevin û girêdayî vê kevnîtiyê pir dewlemende. Pir zimanzan bawer dikin kû û ez jî yêk ji wame; zimanê nîşanê bi ser Zimanê Kurdî re derbazî zimanê peyvê (simge) bûye. Dîsa asta vî zimanî ya di roja me de jî dide diyar kirin kû bi deh hezar salan wekû zimanê perwerdeyê hatiye bikaranîn. Ji ber wê ye, li hember evqas tofan, bahoz û lehiyê tiştek ji kubartî û spehîtayî ya xwe winda ne kirî ye.

Ev delîl, nîşan û rewşa hazir diyar dike kû ev ziman ne mûhtacê tu pîvan, qaîde û bejeyên ji berxwe çêkirî ye. Ev zimanê îdîa hene kû makîtî ji tevayê ziman û girêdayî vê ji çandan re kirî, kes nikare bi tu zimanê li ber wî hatîn çêkirin re beramber bike. Li aliyê din, dibin navê modern kirinê de, li ser mêzeyên dîyasporayê, an jî di nav teqna metrepolên dagirkeran de Zimanê Kurdî nayê lêkolîn kirin û pîvan jêre nayên kifş kirin.

Di serî de çand-ziman û wekû giştî rastî, bedewtî, dewlemendîtiya  Komana Kurd di kevin de veşartî ye. Şaştî, di rêbaz de ye. Rêbaz û lêkolîna encamgir vegera dema kevne. Em çi dikin; em bi berçavkên Sîstema heyî li zanîstê, li çand- ziman dinêrin û li gor têgeha modernîta heyî, ji her tiştî re pîvanê datînin. Divê em bi zêhnîyetek nû, bi zêhnîyetek azad kevna xwe lêkolîn bikin û ji nû ve şîrove bikin. Pêwîstiya me bi bermayiyên xelkê nîne.

Kurdî Rêziman 1Mînak; ez zarokê Botanê me û îdîa dikim kû zimanê min yê ji berya bîst sala ji yê niha pir dewlemendtir bû. Peyv û bêjeyên min bikartanîn, têgîn, fêhm kirin û qirika min pir resentir bû. Dibin navê ‘Zimanê Akedemîk’ de kû pîvanek wusa di kurdî de nîne, qirika me, têgîna me, bêjeyên me bûne girara gavanan. Dema em taxivin dibêjîqey peyv bi zorê ji devê me derdikevin.

Dibêjîqey em ne kurdin û zimanê me ne bi kurdî ye lê, me demek pir nû xwe fêrî kurdî kirî ye.

Aha ya ez dixwazin; gotûbêj kirina van kêmasiyane. Rêbaza rast, rênivîsa rast, qirika resen, deng rast, rêzimana rast kîjane; em bi hev re gotûbêj bikin, lêkolîn bikin û zanîna xwe bi hev re parve bikin.

Bi teybet, di van gotûbêjan de em çaverêyî tevlîbûyîna kesên di qada Zimanê Kurdî de pispor û zane ne.

Ez jî yê ji îro û pê ve, encamê lêkolînên xwe yên di derbarê Zimaê Kurdî de wekû rêze nivîs di Malpera TEVN de bi weşînin.

Ema dixwazim dubare vê bêjim; di derbarê Zimanê Kurdî de ez tenê tiştekî dizanim, ew jî eve;  di sêrî de rêziman, rênivîs û wêjeya halê hazir tê bikaranîn de kêmasiyên mezin hene. Ev kêmasî zimanê me ji resentiya wî dûr têxin û xirab dikin.

Wekû kesek ji çand û zimanê xwe hes dike ez, her kesê kû bihes û ji ya heyî ne razî û di derbarê Çand û Zimanê Kurdî de gotinek ya wê/wî heyî vedixwînim vê gotûbêjê.

Bu yazı 687 defa okundu.

Bir Yorum »

  1. Evdila Babat 19 Ocak 2014 at 21:26 - Reply

    Nîvîsek rast û di cih deye. Rastiya ziman û axaftinê di xwezaya wê de xweşike.

Yorum Yaz »