KURDÎ-RÊZIMAN IV

HEWAR GABAR 26 Ocak 2014 0
KURDÎ-RÊZIMAN IV

Bingehê Gramêra Kurdmancî 2

KURDÎ-RÊZIMAN IV

Min di nivîsanina xwe ya ji berya vê de kifş kiri bû kû armanc, ne tîp-tîp, peyv-pey, bêje-bêje, hevok-hevok vekolîn û darezandina Pirtûka Mamosta yê Hêja ye.

Armanca min ya sereke ewe kû bidim diyar kirin, ev pirtûk û girêdayî vê naveroka wê ne lotkeya Rêzimana Kurdî ye. Bi dêv re kêmasî ye.

Jêderek binirxe. Pêwîste her kesê kû xwe wekû zimanzan pênase dike, ji ber serê xwe kêm neke. Lê, ne di wê astê de ye kû bi serê xwe bibe bersiva Wêjeya Kurdî.

Dixwazim dubare bibêjim; pirsgirêk ne ya vê pirtûkê, an jî ya xwediyê wê ye. Ewan rola xwe bi zêdahî leyîstî ye. Pirsgirêk ya wan camêrên kû xwe wekû zimanzan dertêxin bazarê, vê pirtûkê û nasnama Mîr Celadet Bedirxan ji xwe re têxin mertal.

Min pirtûka dabaşa gotinê zirav-zirav vekola û xwend. Ecamê ez gihatîmê eve; Mamosta, li gel zanebûnên xwe yên devokî, bi giştî pala xwe daye Rêzimana Frengî. Ji vê sedemê zanînên xwestî rave bike, bûye wekî wergerek qelp (Bê kalîte), şkestî û bê pergal. Navên bikaranîn jî ji heman jêderê wergerandine.

Lêkirên hêjmarî (yêk hêjmar)

Di zimanê Kurdî de lêkirên “yêk, êk, ek” hêjmarê dide diyar kirin. Dema hêjmar tê pêşya peyvê “yêk”e û dema wekû paşgir û pêvek tê bikaranîn “ek” an jî li gor herikandina peyvê “êk”e.  Ev jî  ji peyva “yêk” tê û dema wekû paşgir tê nivîsandin, tîpa “y” dikeve (tîpa “y” siware) û wekû paşgira “ek” an jî “êk” tê nivîsandin.

Mînak 1:

Yêk kes, kesek.

Ezmanek, yêk ezman.

Yêk xwida, xwidayek.

Gerewek, yêk gerew.

Pirhêjmar (ên, an, in)

Dîsa, dema peyva “hin” ji bû pirhêjmarî wekû paşgir tê bikaranîn “h” dikeve û wekû paşgira “in” tê nivîsandin.  Li aliyê din, “in” û paşgirên pirhêjmarîyê “an, ên” jî bi hev re têne nivîsandin.

Mînak 2:

Hin kes hatin, kesin hatin.

Kesinan birin

Hin kesan birin, kes-in-an bir-in.

Hin kesên hov hatin û birin. Kesinên hov hatin û birin.

Têbinî: Bidîtina min dema paşgira “in” li rex paşgirên “an, ên” tê nivîsandin; tîpa “i” dikeve.

Wekî vê:

Kesnên hov hatin û birin. Kes-nên hov hat-in û bir-in.

Hin daran bînin û werin. Darnan bînin û werin

Dar(i)nan bînin û werin

Naveroka pirtêka dabaşa gotnê, piranî li ser lêkirên li jor hatîn diayr kirine. Lê, Mamosta, rastî ewqas di veqetandekan de xeniqandî ye, ji nav derketin bê derfete.

Wekû Mînak:

Mamosta; di dersa 66.de, wekû yekejmara zayendê mê, nêr û gelejmara her du zayenda paşgirên “EK, EK, IN” nîşan kirine û heke quralê “Veqetandekên nebinavkirî” jê were dûr xistin bidîtina min jî raste.

Dîsa, di dersa 67.de “EKÎ, EKE,INE” nîşan dike û dibêje;

“ EKÎ- ji bo yekejmara zayedê nêr. EKE- ji bo yekejmara zayenda mê. NE- ji bo gelejmara her du zayenda” û dewam dike:

“Ev veqetandek dikevin paşiya wan nevdêrên ko bireserek daye pey wan” û Mînakan rêz dike:

“Hespekî delal hat. Hespine delal hatin.

Mehîneke delal hat. Mehînine delal hatin.

Hespekî Soro hat. Hespine Sor hatin.

Mehîneke Soro hat. Mehînine Soro hatin” û Mamosta dewam kirî ye”.

Biqasî ez dizanim, pîvanek wekû bijarteka 67.di zimanê me yê resen de nîne.

Niha heman Mînakan ezê li gor zanîna xwe dubare bikim:

Hespek delal hat. Hespin delal hatin.

Mehînek delal hat. Mehînin delal hatin.

Hespek yê Soro hat. Hespin yên Soro hatin.

Mehînek ya Soro hat. Mehînin yên Soro hatin.

Û wekî van mirov dikare bi dehan mînak li dûv hev rêz bike. Lê, me bi caran armanca xwe ya vekolîna vê pirtûkê anîbû ziman û pêwîst nake were dubare kirin.

Wekû encam; ev pirtûk û pirtûkên  li ber vê pirtûkê hatîn nivîsandin û tenê navê nivîskaran cuda, bê goman dimînin hev.

Dixwazim çend qusûrên kû ez wekû qusûr dibînim binivîsim.

1-   Ev pirtûk di aliyê pergal de, bê rêkûpêke.

2-   Mejiyê pirtûk nivîsandî, ne safî ye û bi dehan tişt tevlîhev kirine. Ev jî bûye sedem kû tiştek ji pirtûkê newe fêhm kirin.

3-   Navên bikaranîn, ne resenin (wergerin) û di hevokê de cihê wan jî pir ne zelale.

4-   Rastî, di boşatî ya nav û bêjeyên bê eleqeder de ewqas hatî ye fetisandin kû dibêjîqey armanc ne fêr kirin, fêrbûna zimanek biyanî ye.

5-   Sîstema hatî bidest girtin, ne kurdî ye biyanî ye û ji ber wê jî kirasê hatî qetandin li xweyê xwe yê nû ne hatî ye.

Ezê di nivîsandina xwe ya piştı vê de , nêrın ü pêşniyarên xwe yên di derbarê xebata bi navê “Hînker” de binivîsim.

Bu yazı 407 defa okundu.

Yorum Yaz »