KURDÎ-RÊZIMAN -V-

HEWAR GABAR 30 Ocak 2014 0
KURDÎ-RÊZIMAN -V-

kurdi-reziman

Hînker -1

Wekî tê zanîn ji bû fêr kirin û pêşxistina zimanê Kurdî (zaravayê Kurmancî) Birêz Ronayi Onen û Samî Tan berhevkirinek (Hînker/ Asta Sêyemîn) amade kirine. Bê goman karek pîroze û pîroztiya xebatên wusa nayê guftûgo kirin. Helbete karek asta wê ya giringtiyê çiqas bilindbe, divê destgirtina wê jî ewqas ziravbe. Girêdayi vê xebata ji navgîna têgihiştina endamên gelekî re bibe binyat, giringtiyek pir ziravtir dixwaze.

Wekû kesek kurd yê di derbarê Wêje û Zimanê Kurdî de bihes, (hestyar) ez dixwa­zim çend rexne û pêşniyara li ser xebata dabaşa gotinê bikim. Pesartinek ya mina “ileh ya min raste” bê gomane kû nîne. Jixwe ji aliyê kî ve were bila were, îdîayek bi vî awayî rast jî nîne. Bi ramana min, qusûra herî mezin ya vê xebatê û xebatên wekî vê eve; xwe wekû pînava motleq ya zimanek wekî Zimanê Kurdî datînin holê. Bi pişt re encmên derdikevin, ji xêrê zêdetir guneh bi xwe re dînin.

Ez bawerim di vê mijarê de em hem fikrin. Em Zimanek wekî zimanê kurdî yê ji hemû rengên dagiriyê re bûyî şahid û girêdayî vê taxên gundekî devok û peyvên jihev cuda bikartînin gotûbêj dikin. Mîsogere kû ne hêsaniye.

Dîsa em hemû hemfikrin kû zimanê kurdî zimanê Serdema Neolîtîke û di eksena jinê de bipêş ketiye. Jiber vê zimanê ked, jiyan û pratîkê ye. Ankû jixwe dizê. Her cisim û amêrî navê xwe li gor kirin, reng û şeklê xwe girtiye. Wê demê rastiya vî zimanî safî, kubar û herikiye. Divê armanc  kubartir û ziravtir kirin be, ne stûrtir û girantir kirin.

Hêvîdarim hevalên dabaşa gotinê jî nêrînên min di çarçoveyek erênî de binirxînin û kêm jî be hêjayî hizrandinê bibînin.

1-   Berhevkirina binavê “Hînker”, kopyayek bê merîs ya Pirtûka Mîr Celadet Bedirxan ya binavê “Bingehên Gramêra Kurdmancî” ye. Xwezî hevalên mijara gotinê  xwe ne wekû nivîsakar, an jî zimanzan pênase kiribûna; wekû berhevanê vê xebatê xwe pênase kiribûna ya pir binirxtir bûya.

2-   Heke ev xebat kopya pirtûka M. Celadet Bedirxan be kû gomana min di vê dabaşê de nîne, tiştên min di Rêze nivîsa “Kurdî- Rêziman “de ji bû pirtûka M. Celadet Bedirxan nivîsandîn, bi zêdahî ji bû “Hînker” jî derbaz dibe.

3-   Derdora ev pirtûk nivîsandîn û bi rastiya wê bawer dikin; pala xwe didin bêjeyên wekî “Akedemîk” û “ Herêmkî” (biqewlê wan). Min ji berya niha di nivîsandina xwe ya binavê “Akedemîk Ziman” de kû di heman Malpera TEVN de hatiye weşandin; dabû diyar kirin kû “Di zimanê Kurdî de qewl û pîvanek wusa nîne û ev bêje bixwe derewek mezine”. Yên dixwazin dikarin di malpera dabaşa gotinê de xwe bigihînin heman nîvîsandinê.

4-   Hînker, ji şkêra peyvên werger û ji berxwe çêkirî pêktê û tu têkiliya vê xebatê bi pêşxistin, an jî fêrbûna Zimanê Kurdî re nîne. Şkêrên peyvê di vê berhev kirinê de ji tevlîhev kirin û qelp (bê kalîte) kirina Zimanê Kurdî zêdetir kêr tiştekî nayê.

Bi destûra we, dixwazim bîranînek ya xwe parve bikim; ji ber ya salekî ez tevlî Konferansek ya Zimanê Kurdî bibûm. Beşdarvanek yê min hostayek mezin yê Zimanê Kurdî dizanî rabû û got: “Ziman karê laboratuarane”. Wekû kes şaqis mabûm. Min ji wî kesî tiştên pir cudatir hêvî dikirin. Ziman çawa dibe karê makîneyan, hê jî min fêhm ne kirî ye û bawer nakim xwediyê gotinê jî fêhm kiribe.

Bi pişt re dema min berhev kirina bi navê “Hînker” xwend, min nû mantiqa laboratuarê fêhm kir.

Jiber kû di berhev kirina Hînker de, berhevkaran (Samî Tan, Ronahyî Onen) dibin serpêka “Qertafên tewange yên Binavkirî” de (Ev nav ji Celadet Bedirxan hatine kopya kirin û wî jî ji Frengî (Fransî) kopya kirine û têkilîyek ya vê pîvanê bi Kurdî re nîne)

mînakek wusa dane:

  • Ez ji Azadî (Azêd) hez dikim.

Min ev wusa fêhm kir; peyva ‘Azad’ ya ji Pakîstan bigre, heya bi Afganîstan, ji Farsan bigre heya bi qismek yê Ereban bikartînin û bûyî peyvek şîrîk ya Gelên Rojhilata Navîn; zimanzanên me, ev peyv kirine makîna laboratuarê de û heya bi aliyê din re derketî ye bûye ‘Azêd’.

Xwendevanên hêja; em şaş fêhm ne kin, di derbarê Zimanê Kurdî de her xebat binirxe û xebatkar jî nirxdare. Rexne ji bû pêşxistina xebata heyî were kirin, watedare. Hêvîdarim rexneyên me jî wusa werin fêhm kirin.

Bi ramana min, di qada ziman de qusûra me ya herî mezin; em gotûbêj nakin. Yên tên kirin jî di çarçoveyek teng de dimînin.

Di nivîsandina xwe ya di rêzê (Kurdî-Rêziman 6) de, ezê nêrîn û ramanên xwe li ser xebata dabaşa gotinê bi awayek berfireh bi we re parve bikim.

Bu yazı 528 defa okundu.

Yorum Yaz »