KURDÎ-RÊZIMAN -VI-

HEWAR GABAR 3 Şubat 2014 0
KURDÎ-RÊZIMAN -VI-

hinker-asta-yekemin

 

 

 

Hînker 2

Di xebata dabaşa gotinê de, hevalên berhevkar bi “qertafên kesane” destbi xebata xwe kirine. Bi ramana min, bêjeya ‘qertaf’ jî di nav de pir bêjeyên wekû bêjeyên pîvanên ziman binav kirîn, ( qertaf, hevûdûdanî, birêser, veqetankên binavkirî, yên ne binavkirî, lêker û w.d) ne kurdîne, wergerin û pêwîste werin guhertin.

Di bin navê“qertafên kesane”  de, paşgirên; “im-me,  î-ye, e-ye” û sê cara “in- ne” nivîsandine û mînak rêz kirine.

“Mînak:

Ez têr im

Tu têr î

Ew têr e

Em têr in

Hûn têr in

Ew têr in”

Ya ji bû min herî girîng û bi dîtina min ya herî  zêde xweza zimanê Kurdî xirab dike eve:

Em hemî hem fikrin kû Zimanê Kurdî çawa tê axaftin wusa jî tê nivîsandin. Bawerim di vê mijarê de em hemî wekî hev raman dibin.

Li aliyê din, ji berê û pê ve Zimanê Kurdî bi Tîpên Latînî (heya rastyek din newe eşkere kirin, yên bi vî navî werin binav kirin) hatiye nivîsandin. Belgeyên zanistî di destê min de nînin, lê delilên az (saxlem) hene kû tîpên destpêkê yên em wekû latînî binav dikin, dengên vî zimanîne. Wê demê Zimanê Kurdî zimanek kiteyî ye. Bawer nakim kes bikaribe vê îtîraz bike.

Heke çawa were nivîsandin, wusa were xwendin be û heke kiteyî be, wê demê hevalên berhevkar kite perçe kirine.  Dixwazim mînakên li jor hatîn dayîn dubare bigrim dest:

Em peyvên heyin kite bikin:

Ez rim. Hevalan wekû: ez têr im” nivîsandine û pergale “kite” xirab kirine. Dîsa hevoka:

Tu rî. Wekû tu têr î”  nivîsandine û dîsa sîstema ‘kiteyî ‘perçe kirine. Û tevayê qaîdên ‘Rêzimana Kurdî’ li ser vê pergalê saz kirine.

Dibin navê “Veqetandekên binavkirî” de (kû min li jor jî kifş kirî ye kû di pergala Rêzimana Kurdî de pîvanek bi vî navî nîne) tîpekî, an jî du tîpan ji dawiya peyvê diveqetînin.

Wekû mînak:

Hevalan di bin ser gotara “Cînavkên kesane yên tewandî”  de mînak rêz kirine.

Bavê min nexweş e.

Xalê te ajokar e (Ev peyva “ajo” jî di Kurdî de wateya wê cudaye û ya rast; ‘Ajotvan’e.)

Mala wê mezin e.

Karê wê baş e”.

Niha di minakên jor de jî hê eşkeretir diyar dibe kû pergala kiteyê hatiye perçe kirin. Wê demê heke, Zimanê Kurdî çawa tê axaftin wusa were xwendin  û sîstemek latînî û girêdayî vê kiteyî be pîvanên li jor hemî şaşin.

Wekû mînak; ez hevokên jor wusa dixwînim: Bavê min nexweş –e. 

Ji ber kû ez vî zimanî wekû zimanek kiteyî dizanim û li gor kiteyan dixwînim.

Em hevoka li jêr kite bikin:

Ba min ne xwe şe.

Dema em hevokê bilêhv dikin jî wusa dixwînin. “Ba vê min ne xwe şe. (Bavê min nexweşe).

Hevalan, sîstema Rênivîsa xwe hemî bi vî awayî ava kirine. Wekî me li jor jî nîşa kirî, ev sîstem xwendinê û girêdayî vê pergala ziman bi giştî felç dike.

Dîsa paşgirên pêvek yên li jor wekû mînak hatîn rêz kirin, her yêk xwedî  erkek  cuda heye. Dema ev, ji hev newin veqetandin dibe sedemê têkilheviyê û ji zelal kirinê zêdetir dibe sedemê şêlo kirinê.

Bi ramana min, di Zimanê Kurdî de ji bilî “û” ya pêwend tu tîp tenê nayên nivîsandin ü qetiyen kite nayê perçe kirin.

“Qertafên Nebinavkirî”

Wekî me bi caran kifş kirî, bejeyên wekî “Qertaf” an jî “ Veqetandekên nebinavkirî, bibinavkirî” ne aydê Zimanê Kurdîne û ji Fransî hatine wergerandin.

Di bin navê “Qertafên nebinavkirî” de mînakên wekî “ek, in” hatine nîşandan. Dîsa ji bû vegotina berfirehtir, mînakên li jêr hatine pêşkêş kirin:

Malek, salek, keçek, dêrek- darin, zarokin” û wekî din.

Niha paşgirên  li jor yên wekû “qertafên Nebinavkirî”  hatîn binav kirin ‘hêjmarê’  didin diyar kirin. Wê demê li cihê bêjeyên wekî qertafên nebinavkirî  û têkiliyek wateyî ya micid bi naverokê re tune; em wekû ‘Paşgir’ anjî  ‘Pêveka hêjmarî’ bi nav bikin, ya ji bû têgihiştinê ne maqoltir be?

Di heman mijara  di bin wê de “Veqetandekên Nebinavkirî” hatine nîşandan û ev mînak hatine rêz kirin:

“-eke (yekjimara mê)

-ekî (yekjimara nêr)

-İne (pirjimar)

Mînak

-eke: Keçeke dirêj, dareke bilind, maleke wêran.

-ekî: Zilamekî lewaz, xaniyekî mezin

-İne: hevaline min

Li ber derî keçeke dirêj heye.

Hevaline xwendekar in.”

Niha em minakên li jor vekolin.

Me li jor jî dabû diyar kirin kû ev “ne veqetandekên binavkirî”, an jî yên “ne binavkirî” ne. Wekî ji navê wan jî tê fêhm kirin -heke hebe kû li gor min navên jiberxwe çêkirîne- “veqetandek” yên jê veqetandî tên nivîsandin diyar dike.

Li aliyê din;

eke (yekjimara mê): keçeke dirêj, dareke bilind, maleke wêran. “e” yên di nav hevokan de hatîn reş kirin devokîne û têkilîyek ya wan bi zimanê resen re nîne.

ekî” (yekjimara nêr) zilamekî lewaz, xaniyekî mezin.”  Heman pîvana li jor, ji bû “yekjimara nêr” jî derbaz dibe û “î” yên hatîn reş kirin nînin.

ine (pirjimar) hevaline min”. Şaşîtîya vê jî eve: di zimanê Kurdî de paşgira piranîyê “ên, an, in” e.

Hevalên me hatin. Daran pelên xwe weşamdin.

Ya dixwazim bibêjim eve: “-ine (hevaline)” wekû “pirjimar” hatî nîşandan, ‘ên, an,in’ e.

Nivîsandina wê ya rast jî ne “Hevaline min ”: ‘Hevalnên min’ e.

H-in heval-an got: (Heval-in-an got:). H-in heval-ên min hat-in (heval-in-ên min hat-in.

Di Zimanê Kurdî de, dema  peyva‘hin’ dibe paşgir “h” dikeve û “in”  dimîne. Bi dîtina min, dema “in” û “an, ên”  bi hev re têne bikaranîn “i” ya “hin” ê jî dikeve û tenê “n” dimîne.

Wekû mînak:

Dar(i)nan bîne em bişewitînin. (Hin daran bîne em bişewitînin.

Bi dîtian min, ya rast:

Paşgirên hêjmarî (veqetandekên Nebinavkirî) yên wekî “eke, ekî, ine” nînin.

Di Zimanê Kurdî de paşgirek hêjmarî ya nêr an jî mê nîne.

-ek (pêveka yêk hêjmar)

-in (pêveka pir hêjmar)

Mînak (Emê heman mînakên hevalan dayîn diyar kirin binivîsin):

–       ek (yêk hêjmar: keçek dirêj, darek bilind, malek wêran.

–       ek (yêk hêjmar) zilamek lewaz, xaniyek mezin, çêlekek Holendî, jinek esmer, kewek gozel.”

–       ên, an, in (pir hêjmar) hevalnên min hatin. Hevalnan xwe berda binê gelî. Jin(n)an melû hiltanîn. Mêrnan palehî dikirin.

Têbinî: paşgira “Δ wateya peyvê diguhere û wekû “paşgira aîdîyetê” dikare were binav kirin. Di nivîsandinên xwe yên werin de ezê biberfirehî li ser vê dabaşê rawestim.

Bu yazı 569 defa okundu.

Yorum Yaz »