KURDÎ-RÊZIMAN -VII-

HEWAR GABAR 8 Şubat 2014 0
KURDÎ-RÊZIMAN -VII-

KURDÎ-RÊZIMAN 7

VANTÎ

Di Zimanê Kurdî de “van” paşgira kar ya serekeye. Dibêjim sereke; ji ber kû “ker-kar, mend, ger, er” jî paşgirên karin. Teybetiya “van” ê, dikare dicihê hemî paşgirên kar de were bikaranîn. Lê, pşagirên din (kar-ker, mend, ger, er) nikarin dicihê “van”ê de werin bikaranîn.

Me got, “van” paşgira kar ya serekeye.

1-   Dema peyva sade, paşgirek ya kar digre; heke nav nehatibe diyar kirin peyv derbazî cihê “kirek” dibe.

2-   Heke yêkser “kirek” hatibe diyar kirin peyva paşgira kar girtî karê ”kirek” diyar dike.

Mînak:

Azad, şivan (Şîrvan)ê gundê meye. (Karê kirek diyar dike.)

Îro, gavan ne hatî ye. (Kirek bixweye.)

Di her du rewşê jor de jî “van” karê kesekî diyar dike.

Bi ramana min, kêm zêde ev qural tê zanîn.

Ya dixwazim rave bikim, dema “van+tî” bi hev re tê bikaranîn. An jî “tî” bi serê xwe wekû lêkira peyvê tê bikaranîn. Li aliyê din, dema “t” dikeve “î” tenê wekû paşgira peyva sade tê bikaranîn.

Ji van paşgiran re “pêvekên sazker” tê gotin.

Ji wan pêvekên (paşgirên bi peyvê ve têne nivîsandin),  wateya peyvê diguherin re “pêveka sazker” tê gotin.

Di her sê rewşê jor de jî wateya peyvê tê guhertin.

  Van = kar:

Kar diyar dike, wateya peyvê diguhere û paşgira pêveke (ankû bi peyvê ve tê nivîsandin).

Mînak:

Bavê min sîyasetvane. Em di eslê xwe de gemîvanin. Karxezalek ji ber nêçîrvanan di revî ya.

Tî=  serkar:

Dema wekû “pêveka van”ê tê bikaranîn; karê hatî dîyar kirin giştî dike.

Dema wekû pêveka peyva sade tê bikaranîn; rewşê giştî dike

Ji ber wê em wekû pêveka serkar binav dikin.

Mînak:

  1. a.   Nêçîrvantî bê wijdantî ye. Gavantî karek girane. Ajotvantî jiyanek têr xetere.
  2. b.   Hevalya wî ne xweşe. Dayîk hêstek pîroze. Ya tu dikî malwêranye. Melaqyê neke. Xerbendetî ne karê meye. Xwesertiya Rojava Pîroz be.

Wekî di mînakan de jî diyar dibe, “van” karek diyar nîşa dide. Lê, dema “tî” bi pê re tê nivîsandin karê heyî tê giştî kirin.

Dema “tî” “van” wekû paşgir tê bikaranîn; wê demê rewşa heyî giştî dike.

Î=  aydîyet:

Paşgira Aydîyetê: di nav xwe de dibe du beş.

  1. 1.   Aydîyeta gişt:

Mînak:

Ev şêwazê rêvebertiyê xweser(î)ye. Ev gurz Ristem(î)ye. Zîhnîyeta te mêranîye. Ev çalekiyek Egîd(î)ye. Felsefa tu dikara wê dikî Apoy(î)ye.

  1. 2.   Aydîyeta coxrafîk:

Mînak:

Gund+î, bajar+î, çiyay+î, deşt+î, Kurdistan+î, Bohtan+î, Tor+î, Paştext+î û w.d quralek giştî ye.

Ya biteybet dixwazim balê bikişînim ser; tevlîheviya di navbera “tî” û “î” yê de  ye. Her çiqas wekî tê xwestin em “van”ê bê qusûr karneynin jî lê, dîsa tê bikaranîn û di cihê wê de tê bikaranîn.

Ema, em nikarin heman tiştê ji bû “tî” û “î” jî bibêjin.

Mantiqa di me (biteybet yên li ser ziman dixebin) de rûniştî eve; ferqek micid (cidî) di navbera “tî” û “î”de em nabînin.

Lê, di rastiyê de her du rewş jî (tî, î) wateya peyvê diguherin û pêvekên sazkerin.

Heke bê zanebûn em “t” yê têxin û tenê “î” yê bikartînin, wê demê bê zanebûn me wateya peyvê guhertiye û şaşe.

Dixwazim wekû mînak, bêjeyek pir di roeve de ye bidim: ‘xweser’.

Peyva xweser, peyvek hevgirtî ye. Ji hevgirtina peyva “xwe” û “ser” tê. Bi awayek din em bixwînin; “serêxwe”.  Ankû hevgirtina peyva “ser” û “xwe”.

Wê demê em neçarin peyva “xweser” sade bipejirînin.

Mînak; peyva sade: xweser.

Bê îstîsna em hemî, bêjeya xweser+tî, bê zanebûn wekû xweser+î bilêhv dikin.

Di rastiyê de, xwesr(tî)” xwedî wateyek cudaye û xweser(î)” wateyek cudatire.

Mînak:

Me got: “tî” rewşa heyî giştî dike.

Dema “t” dikeve “î” wekû pêvek tê nivîsandin, aydîyetiya rewşa hatî giştî kirin nîşa dide. Erk û wazîfeya wan nêzîkê hev jî be, ema ji hev cudaye û her yêk bi serê xwe wateya peyvê diguhere.

Mînak:

Xweser(tî), şêwazê herî demokratîk ya xwe birêvebirinê ye. Pergala xweser(tî)ya demokrarîk, ji aliyê serbixwetîyê ve hemî pergalên hatîn ceribandin derbaz dike.

Li vêdê, “tî” ji bû giştîbûyîna karê xweser hatî ye bikaranîn. Dema “t” dikeve, “î” tenê dimîne “bêje” wateya xwe ya hatî giştî kirin winda dike û aydîyeta wateya li bêjeyê hatî ba kirin nîşa dide.

Mînak:

Em hevokek wusa saz bikin: Ev şêwazê rêvebertiyê xweser(î)ye. Li vêdê aîdîyeta şêwaza heyî hatîye nîşandayîn. Têkilîyek ya wê bi giştî kirina kar re nîne.

Em mînakan zêde bikin: Merdîtî teybetiyek koman (toplum)(î) ya Gelê Kurde.

Di hevoka jor de aydîyeta merdîtîyê hatîye nîşandan. Merdîtî, wekû teybetiyek aydê Komana Kurd hatiye diyar kirin.

Bi ramana min; di reşwnan de “î”  li pêşya “” yê jî tê nivîsandin û aydîyeta rewşa hatî giştî kirin dide nîşandin.

Ji ber kû dixwazim di xebatên xwe yên di dema werin de, bi berfirehî li ser bisekinim; niha bi çend mînakên kurt derbaz dibim.

Koman(î)tîya Gelê Kurd hatîye rizandin. Dildar(î)tî ne eve.

Têbinî: Hemabêje di hemî jêderên M. Celadet Bedîrxan çavkaniya wan de; pîvana ‘dema “ î ” li pêş tîpa “y” tê, cihê xwe ji “ i ” yê re dihêle bngeh digrin.

Ez, ji rastiya vê pîvanê bigomanim û tevlî nabim.

Li cihê pêşîn were pejirandin, di encamên gotûbêj û lêkolînan de were sererast kirin, her tim baştire.

Bu yazı 442 defa okundu.

Yorum Yaz »