KURDÎ-RÊZIMAN -VIII-

HEWAR GABAR 18 Şubat 2014 0
KURDÎ-RÊZIMAN -VIII-

 

kir û bû

KIR û BÛ (JIYAN + KIR)

Ezê divê nivîsandina xwe de li ser cih û wateya peyvên “kir” û “bû” rawestim û bi teybet bi hev re bûyîna wan ya bi peyva “jiyan” re şîrove bikim.

Dibêjim; “peyva jiyan”. Ji ber kû di kirin  û bûyîna  jiyanê de wekû giştî em tevlîhev dikin.

Hin kesên ev tevlîhevî fêhm kirîn, ji bû xwe bigihînin rastiyê hê bêhtir tevlîhev dikin û rastî di nav vê tevlîheviyê de hatîye winda kirin.

Kir û .

Kirin ji aliyê yînê ve pêktê.

Li cihê  bûyîn tunebe bê goman kirinek zimanî jî pêknayê.

Mînak:

Ji xew rakir ( Li vêdê yînekî jîndarê dabaşa gotinê ‘ji xew rakirîye’.)

Ji xew ra( Li vêdê jîndarê mijara gotinê xwe bixwe (wekû xwezayî) ‘Ji xew raye’).

Emê hevokan zêde bikin:

Har kir.

Sar kir.

Xwehr kir.

Ra kir.

Jê kir.

Dûr kir.

Rû kir.

Bilind kir.

Di hevokên jor de eşkere diyar dibe kû “kir”inên pêkhatîn ji aliyê “bû”yînekî ve pêkhatine. Bi bandor an jî hewldana kesê yêkemîn (bû), kirinên heyîn pêkhatine. Bi gotinek din; kir çalekiyek ya yînêye.

Heman hevokên li jor em bi yinê temam bikin:

Har bû.

Sar bû.

Xwehr bû.

Ra bû.

Jê bû.

Dûr bû.

Bilind bû.

Dîn bû.

Li vêdê, tiştên qewimîn wekû xwezayî pêkhatine û bê kû bandora henek din li ser çê bibe.

Emê mînakên xwe bi şêwazek din berfireh bikin:

Dar bilind kir.

Di hevoka jor de yînekî dara heyî bi bandora hêza xwe bilind kirîye.

Dar bilind bû.

Di hevoka jor de dara heyî wekû xwezayî, bi hêza xwe û bê kû bandorek ji der ve çê bibe bilind ye.

Ez bawerim bi xetên stûr jî be cihê peyvên “kir” û “bû” hat kifş kirin.

Em peyva jiyan bi kir û yê re hevrû bikin.

Jiyan kir.

Me li jor jî bi mînakên cor bicor nîşan kir kû “kir” ji aliyê “bû”yînekî ve pêktê.

Jiyan, “bû”yîne, ne “kir”ine.

Çalekiyek xwezayî ye. Bê kû bandora kirinekî li ser hebe pêş dikeve û dawî lê tê.

Wekî giyayekî, darekî hişîn dibû, mezin dibû, êxtîyar diû miribû.

Di çalekiyên jor de bandorek ji der ve nîne. Her tişt xwezayî pêşketîye.

Heke jiyan çalekiyek xwezayî be, wê demê ji hena wê re, di vê ne kirin, yîn were gotin.

Mînak:

Mezin m.

Bilind m.

Jin m, mêr m

Har m

Jiyan kir.

Serbilind m.

Qewl û pîvanên ziman giştîne û ji derveyî hin peyvên îstîsnayî qural giştîne.

Heke wusa be, di hemî hevokên jor de “bû”m ji bû kesê yêkem tê bikaranîn û “kir” çalekiyek ya yînê ye.

Di wateya li peyvê hatî bar kirin de wusaye, lê wateya me jiberxwe çêkirî de rewş cudaye.

Mînak:

Ez li Amed’ê jiyan dikim.

Wateya li hevoka jor hatî bar kirin wusaye: Ez li Amed’ê kesek duyemîn an jî sêyemîn jiyan dikim. Ji ber kû di hevokê de, ez “dikim” ne kû “dibim”.  Heke daxwaza min ya gotinê “Ez bixwe li Amed’ê heme,” wê demê divê ez bibejim;

Ez li Amed’ê jiyan dibim. (niha)

Ez li Amed’ê jiyan dibûm. (dema bûrî)

Ezê li Amed’ê jiyan bibim. (dema were)

Ez di hevokên jêr de dikar (behs)a kesek ne diyar yê kû bi hêz û hewldana min li Amed’ê jiyan dibe dikim:

Ez li Amed’ê jiyan dikim. (niha)

Min li Amed’ê jiyan dikir. (dema bûrî)

Ezê li Amed’ê jiyan bikim (dema were)

Li aliyê din qismek Kurd wekî bizanibe “jiyan kirin” ji bû kesê yekem şaşe, vê carê li cihê şaşîtiyê rast bikin hê zêdetir xelet dikin.

Mînak:

Li cihê peyva jiyan dibe, “dijî” bikartînin. “Dij” wekû wateya  berbetiyê, dijbertiyê, dijmintiyê têdigihîne.

Dijmin, dijûn, dijber hemî endamên heman binemalêne û tûrehdayinên koka peyva “dij”in.

Me di nivîsandina xwe ya “Kurdî- Rêziman 7 / Van+tî” de erka tîpa aydîyetê (î) dirêj dirêj vegotîye.

Di Zimaê Kurdî de dema tîpa “Δ bû pêveka peyva salox(rewş)î Aydîyetê diyar dike.

Dema em dibêjin “dij+î” em aydiyeta rewşa dijbertiyê, didin nîşandan.

Temaşe bikin:

Ji sedema peyv ne di cihê xwe de û şaş tê bikaranîn; dem jî lê nayên bar kirin.

Mînak:

Ez li Amed’ê dijîm. (niha)

Ez li Amed’ê dijiyam.(bûrî)

Ezê li Amed’ê bijîm. (were)

Wekû encam dixwazim vê bibêjim; bi dîtina min, dema em hevoka “Min li Kurdistan’ê jiyan dikir”. saz dikin û di wateyê de dikara xwe dikin, qetiyen em şaş dibêjin û dikara kesê duyem an jî sêyem dikin.

Dîsa “dij” an jî “dij+î” dijbertiyê û aydîyeta dijbertiyê diyar dike û dûr nêzîk tu têkiliya wê li gel peyva jiyan nîne.

 

Bu yazı 500 defa okundu.

Yorum Yaz »