KURDÎ-RÊZIMAN -X-

HEWAR GABAR 11 Mart 2014 0
KURDÎ-RÊZIMAN -X-

BÊJEYÊN EM ŞAŞ BIKARTÎNIN

 

 

kurdi reziman

Di Zimanê Kurdî de, em cihê hin bêjeyên nêzîkê hev li hev diguherin û tevlîhev dikin. Ji hev guhertinê jî wêdetir, em ji du peyva yêkî di cihek şaş de bi kartînin û ya din jî ji holê radikin. Ev, hem dibe sedem bi dehan peyvên zimanê me werin winda kirin û hem jî li gor wateyê peyvên em bikartînin şaşin.

Di Zimanê Kurdî de, wateya peyva “wekî” mînandine. Peyva “wekû”  ew bixwe ye.

Mînak1.  Ez wekî mamosta taxivim. Li vêdê kesê yêkem ne mamosta ye, mînandina xwe li gel mamosta çêdike.

Mînak2. Ez wekû mamosta taxivim. Li vêdê kesê yêkem mamsota bixwe ye.

Di hevokên jor de eşkere dibe kû bêjeya “wekî”  û “wekû”  ji hev cudane.

Hin kes, ji her du ya re jî “wek” an jî “ weke”  bikartînin. Bi dîtina min şaşe.

Wekî din; em di cihê bêjeya “pêşvan” de bêjeya “pêşeng” bikartînin û bêjeya “pêşvan” ji holê radikin.

Bi ramana min, paşgirên “ eng, dang, mend, stan” têgir (zerf)in û bêjeyê têxin cihê hewandinê.

Wekî; Pêş-eng, huner-mend, xwê-dang, Kurdi-stan.

Li vêdê bi teybet dixwazim li ser bêjeya “pêşeng” rawestim. Pêşeng:  giştî kirina pêşvan’e.

Bi gotinek din: Pêşeng, bêjeyek siyasî û stretejîke. Pêşvan, kit û demî ye.

Mînak 1. Serok APO, Pêşengê Serdema Modernîta Demokratîke. Ya li vêdê tê gotin: Pêşvantiyek stretejîk, mayînde û giştî ye. Rastiya heyî dibin pêşvantiya xwe de hewandiye û bi hemî awayî bireve dibe.

Mînak 2. Ciwan, Pêşvanên koman (civak)êne. Ya li vêdê dikara wê tê kirin; ciwan li pêş komanê dimeşin. Karê pêş dikin. Wekî em dizanin “van”  pêşgira kare.

Em çi dikin; em ji pêşvan  re dibêjin;  Pêşeng û bêjeya pêşvan ji xizîna peyvên xwe tavêjin.

Wekî tê zanîn; em kurd ji Pêşeng APO re dibêjin; Rêber. Bi dîtina min, bêjeya Rêber  cihê pêşeng na gire. Dikare were bikaranîn, lê wekû tam ji berjengê (sifat) Pêşeng re nabe bersîv û kêm dimîne.

Wekû mînak: Rêber bêjeyek coxrafîke, ne stretejîk, ne sîyasî  û ne jî giştî ye. Bêjeyek di aliyê wateyê de kit û karê kesekî diyar dike. Wekî sefer-ber, rênc-ber, rê-zan, rê-nas û w.d.

Dîsa bêjeya “Spart”  û “ Pesart”.

Spart: beramber bêjeya “Emanet”e. Tam wateya wê nede jî pir nêzî peyva teslim’e jî.

Pesartin:  ji paldayînê tê. Mînandina pesarek coxrafîke. Em ji erdek berwar ber bi jor ve hawa dikeve dibêjin; “Pesar”.

Mînak 1. Me şehîdê xwe spart  axê. Peyv di cêhê xwe de û rast hatiye bikaranîn. Me çi kirîye; me pakrewanê xwe emanetî  axê kirîye.

Mînak2. Xwe ne pesêre min, wî darî ne peserê  wî dîwarî, pesarteka te ya vê îdîayê çiye? Tu nêrîna xwe dipesêrî kîjan belgeyan?

Di rewşa heyî de em çiidikin; em di şûna pesartin  û spatinê  de tenê spartin  bikatînin û bêjeya pesartin  ji holê radikin.

Dîsa yêk ji peyvên em şaş bikartînin “dû” û “dûv”e.

Di Zimanê Kurdî de dû, dûman, dûxane. Dûv; di rastiyê de lebetek yê laşê jîndaraye. Yê hin candaran dirêje (Ker, ga, se, elok û w.d.), yê hin jîndaran jî heye, lê ne diyare (mirov û w.d). Ji sedema lebeta dûv  bi paş candaran ve ye, mînandina paş, pey wekû  dûv jî tê bikaranîn.

Mînak 1. Li dûv (pey, paş)  min newe.

Mînak 2. yê tenûran ji gund bilind dibe.

Di roja me de, wêjevanên me çi dikin; “dû”  di şûna “dûv” de bikartînin û jixwe “dû”jiholê rakirine.  

Dîsa dixwazim cudatiya di navbera  peyva “civak” û “koman” de vebêjim.  Di Zimanê Kurdî de, dema ji yekî zêdetir komikên mirovan têne ser hev “koman” tê gotin.

Bi pênase kirinek din; Ji aliyê fizîkî ve, li hev kom bûna mirovan re “koman”  tê gotin. Peyva koka xwe ji bêjeya “kom” digre.

“civak”, aliyê “koman”ê yê sosyal bûyî ye. Bi gotinek din; aliyê çandî yê “koman”ê ye. Koka peyê ji civandinê tê û tê wateya parve kirina serhatiyên xwe.

Bu yazı 518 defa okundu.

Yorum Yaz »