KURDÎ-RÊZIMAN XI

HEWAR GABAR 23 Temmuz 2014 0
KURDÎ-RÊZIMAN XI
  • manset

 

KOPÎ KIRIN Û ZIMANÊ AKEDEMÎK

KURDÎ-RÊZIMAN XI

Yêk ji bê şansîya herî mezin ya me Kurdan, em dagir kirîyên Dewleta Turkane. Yêkê çavek li dîroka Turkan gerandibe baş dizane kû Turkên desthilatdar ( Turkûman ji derveyî vê şîrovêne) xwediyê çandek banevanke (Bukelom).

Tê gotin; zimanê Selçêqiya yê destpêkê Peştûmî ye. Bi pişt re ji bû bikaribin derbazî nav sînorên îslamê bibin hem bûne musilman û hem jî çand û zimanê Ereban li xwe kirine. Bi demê re zimanek têkel ( Kurdî, Peştûmî, Erebî, Farisî û kêmekî turkûmanî) bikaranîne.

Piştî wekû Osmaniyan derbazî Anatolya Navîn dibin û bi Kurdan re jiyan dibin; bê goman wê demê navê zanîn, desthilatdarî û rewşenbîrtîyê jî Erebîye, bi giranî zimanek Kurdî tevlî Erebî taxivin. Peştûmî, Farisî, turkûmanî jî di nav zimanê wan de heye lê, giranîya wî Kurdî û Erebîye.

Mirov niha jî çavekî li Zimanê Osmanî bigerîne, dîtina vê rastîyê ne zore. Bi teybet rist (şiir) û edebîyata wan de ev rastî pir dîyare.

Di serdema Desthilatdarîya Osmaniyan de têgîna ometê derbzdarbû û kêm jî be danûstandina çandî li ser binyatek dildar bû. Piştî Şerê Cîhanê yê Yêkemîn û wekû dewlet-netew Komara Turkî derket holê; bi lezgînî ket nav lêgerîna pêwîstiyên netew-dewletê.

Jixwe di dema Selçûqî û Osmanîyan de jî biqasek mezin ji çand û zimanê kurdan bandor bibûn. Bi pêkhatina netew-dewletê re vê pêwîstîyê bi şewatir xweda der. Xwezayîye kû çavberdin çand û zimanê Kurdan.

Mayê çand-huner û zimanek evqas dewlemend, hazir û nazir û bê xwedî ji kûder din peyda kiribûna. Dibekû jêdera vê qedexa Desthilatdarên Turk ya evqas dijwar ev pîsîkolojîbe. Nixwe di dîrokê de tu dagirkeran dagiriyên xwe evqas ji bin ve înkar ne kirine. Bi dîtina min, ev înkar û qedexeya dijwara turkan ya li ser çand û zimanê kurdî xwe di peserê vê rewşa ruhî.

Diz, her tim ji hebûna xwe bigomane û ji bû ya dizî di destê xwe de bigre bê mehwer êrîşî xwediyê malê dike.

Desthilatdarên Turk, ne tenê ziman wekû giştî çand-huner (ziman, muzûk, folklor, cilûberg, orf, edet, xwarin û w.d) ankû her tişta ji wan re lazim talan kirin û karanîna wê li kurdan qedexe kirin.

“Dema civakek wekû sazûmanî tê belav kirin êdî dikara (behsa) wateyê wê, çanda wê ya teng nayê kirin. Di vê rewşê de sazî wekî pîyanek tijî ave. Piştî pîyan hat şkandin vekirîye kû dikara hebûna avê nayê kirin. Heke dikar were kirin jî êdî ne ava xweyê pîyanêye, hebûnek ya jiyanêye kû herikîye ser axên din an jî ji firaxin din re”. (Pirsgirêka Kurd û Çareserîya Netewa Demokratîk- Di Dorpêça Qir kirina Çandî de Parastina Kurdan/ r: 18/ Abdullah ÖCALAN).

Wekî Pêşeng APO dibêje; pîyan şkestibû û av ji Desthilatdarên Turk re herikîbû.

Ji ber kû dabaşa me zimane emê li ser talana zimanî dewam bikin. Di navbera salên 1935-65 de Netew- dewleta Turk li ber Zimanê Kurdî ji xwe re ji nû ve zimanek afirand.

Li gor fonotîk û qirika xwe li ser tîpan leyîstin û bi hezaran peyvê Kurdî tevlî zimanê xwe kirin. Ne tenê peyv, paşgir û pêşgir jî li ber Kurdî saz kirin û ev zimanê niha wekû zimanê Netew-Dewleta Turk tê axaftin wusa derket holê.

Wekû Mînak: Paşgira giştî kirina kar “tî” di turkî de her tim “lik-luk”e.

Darvan-tî (oduncu-luk), nêçîrvan-tî (avci-lik), lawirvan-tî (hayvanci-lik), şivan /şîrvan-tî (sûtçû-lûk), berxvan-tî (kuzucu-luk) û ev qiays wusa dewam dike. Ji derveyî îstîsna kû di zimanê Turkî de îstîsna pirin, hemî wusaye.

Em werin peyvan:

Çarşi: di Kurdî de ji bazara girtî re tê gotin û ji “çar stûnê” hatiye tûrehdayîn.

Bazar: bajar ji bazarê hatiye têrehdayîn û kurdî ye.

Dîsa; “çelte (çanta), çardar (çardak), çeper(çeper), hemsal (emsal), xerdel (hardal), gul (gûl), bihar (bıhar), beden (beden), laş (leş), rezîl (rezil), riswa (rûsva), sibat (şubat), sebeb (sebeb), siktir (sıktir), qir (qır), keleh (kale) û bihezaran peyv.

Dîsa,Peyvên “ser” tê pêşya wan û turk bi kartînin hemî Kurdîne (Serbest, serdar, Serhoş, sermaye, sercan, serkan, serwet) û bi sedan peyv.

Li aliyê din peyvên paşgirên “geh (karargah, dergah), dar (meyildar, haberdar), van (bahçîvan)” digrin jî kurdîne.

Di hin peyvan de li ser tîpan leyîstine; “çêlek (înek), halet (alet).

Di hin peyvan de, peyv bixwe wergerandine; “ pêlav/pêmal (ayakkabî), dilxwede (sözde).

Ji ber kû formata nivîsandina me bisînore wekû mînak em derbaz dibin û dixwazin bal bikişînin ser rastiya heyî.

Lê çiqas jandartiyek mezine, qismek mezin ji kesên zendên xwe ji bû zimanzantiya Kurdî hildayîn, hewl didin ji me re zimanekî li ber vî zimanî bafirînin.

Wekû mînak; Turka ji berya 60, 70 sala peyva “dilxwede” wergerandine û kirine “sözde”. Piştî evqas sal yên me çûne û “qaşo” peyda kirine. Fonotîka “qaşo” bixwe ji Kurdî zêdetir dimîne Aşûrî.

Dîsa bêkû dikara peyva “tûreh” bikim naxwazim derbaz bibim. “Tûreh” di kurdî de bi teybet ji bazkên mêhwan re tê gotin. Ji lemên xiyar, gindor, zebeş û wekî din re jî tê gotin. Lê, ji hişînatiyên erdê re “lem” jî tê gotin. Bi piranî ji lemên daran re “tûreh” tê gotin. Ankû ji qurmekî vedana gelik tûrhan (lem). Turka, ev peyv birîye û li gor xwe, hemabêje di heman wateyê de bikartînin. Em niha ketine di nav gotûbêjekî û dilxwede zimanzanin yên me dibêjin; “Ev peyv turkîye”.

Dixwazim nivîsandina xwe bi pêkenokek jandar biqedînim.

Stiranek ya herêma Afrînê heye, heke ne şaşbim herî dawî Akaş Dildar gotîye û stiranek pir xweşe.

Stran wusa destpê dike:

“Were ba min şîrîn yarê / Ez helandim te nazdarê / Li hêvya teme vê êvarê” û dewam dike.

Turkan salên 70-80 yê ev stran wekû “Gitme turnam bu ellerden” wergerandine turkî û ji ber kû awazê stranê pir xweşe di turkî de jî pir tê guhdar kirin.

Ya sosret, ya jandar; hajê Raziyê me yê Zaxoyî ji resentî û rayên vê stranê nîne û reben stran dubare ji turkî wergrandîye Kurdî. Û dibêje; “Neçe bilbil ji vî warî”.

Rewşa gelik dilxwede zimanzanên me yên hewl didin li ber turkî ji me re zimanek akademîk çêkin û ya Razî Zaxoyî çiqas jî dimîne hev!

Bu yazı 1009 defa okundu.

Yorum Yaz »