KURDÎ-RÊZÎMAN XIII

HEWAR GABAR 15 Eylül 2015 0
KURDÎ-RÊZÎMAN XIII

Di Zimanê Kurdî de Binemalkirin û Tûrehdayîna Peyvan

Wekî tê zanîn welat, çand û zimanê me demek pir dirêj dibin dagirî, qedexe û asîmîlasyonan dijminan de maye. Ji vê sedemê kêm jî be di navbera hereman de, di devok, bêje (kavram) û peyvan de cudatî derketine holê.

Ji vê keysê dixwazim vê xalê biteybet destnîşan bikim; di resentiya Kurdî de zimanê heremî nîne. Girêdayî vê ji zimanê heyî cuda wekû “Zimanê Akedemîk” bêjekirin jî tewşîtîyek mezine. Cudatiyên derketîn holê, bi awayek azad ji nekaranîna ziman û girêdayî vê ji bîr kirinê derketine holê. Wekû “Zimanê herêmî” û Zimanê Akedemîk” ji hev qut kirina Zimanê Kurdî, bi caran ji qedexeyên dijminan bêhtir biziyane.

Heke Di Zimanê Kurdî de veqetandinek wekû “herêmî” û “akedemîk” nîne wê demê emê cudatiyên hatîn çêkirin çawa îzah bikin û ji holê rakin? Bi dîtina min, rêbaza vê ya herî rast û di hemî zimanên dewlemend û xwedî bingehek kûr de tê bikaranîn; binemal kirin û biçîn kirina tûrehdayîna ye.

Di zimanê Kurdî de binemal kirin û çîn kirina peyvên tûreh ji hemî zimanan hêsanîtire. Sedem jî eve; zimanê me, zimanê îcadaye. Tenê ji bû nas kirina heyînê nav lê nehatiye kirin; her heyînê (ji bilî îstîsnan) li gor karanîn û tevgera xwe nav girtîye.  Bê goman wekû giştî binemal kirina kurdî karê deste û dezgahên pispor û demekî dixwaze. Armanca min ya vê nivîsandinê, bal kişandina ser rêbazêye.

Wekû numûne;  hin peyv di hin herêman de, heya di du gundê cîran de cuda têne bikaranîn. Yan tîpin yê bêje (kavram)yê hatine guhertin (zêde an jî hatine kêm kirin), yan cihê bêjeyan li hev hatine guhertin, yan jî bigiştî bêje ji hev cuda hatine bikaranîn.

Li vêdê dixwazim bîranînek ya xweya zarokatîyê bînim ziman; gundê me du taxbî, mizgevt, dibistan, kehnî û her tiştê me heman bî. Ji cihên biharê av jê dizê re taxa me digot: “Azmên” taxa din digot: “Avzêm”. Gotûbêja; “ya min raste” dirêj dikir û diçû. Kes ji me ne difikirî, heke cihê av jê dizêye, peyvek hevgirtî ya ji “av” û “zê” pêktê û ya rast ne “azmên, avzêm”e. Ya niha li seranserê Kurdistanê tê gotûbêj kirin ev bixweye.

Tûreh: Di Kurdî de biteybet ji çeqilên mêhwan re tê gotin. Ji çeqilên hişînatiyên wekî gindor, xiyar, qitik, dolmik, kundir, zebeş û w.d re jî “lem” tê bikaranîn. Lê, ji lemên hişînatiyên li  erdê re jî  bêjeya “tûreh” tê bikaranîn. Tûreh; girêdayî darên fikî yên wekî mêhw û w.d dine. Wate, ji qurmekî jêderbûyîna pir çeqilaye. Ya em jêre dibêjin; “Binemal” jî eve.

Mînak; em bêjeya “hêst” bigrin dest. Lê, ji berya em derbazî binemal kirina peyva “hêst” bibin, em bilêhv kirina peyvê sererast bikin.

Di kurdî ya roja îro de ji peyva “hêst” re “hest” tê gotin. Lê, bi dîtina min, ne “hest”e, “hêst”e. Sedem jî eve; dema tîpa “î” wekû lêkir (ek) dibe paşgir aydîyetê dîyar dike. Wekî “gund+î, bajar+î, Rustem+î, Apo+yî (tîpa “y” siware, dema di kurdî de du tîpên dengdar têne rexhev yêkser “y” dikeve di navbera wan de), “civakî, sîyasî” û w.d. Dema tîpa “î” wekû paşgir li bêjeya “hest”  tê barkirin, dibe “hest-î”. Wekî tê zanîn wateya bêjeya hestî pir cudaye. Ankû hestîyên laşê mirov.

Me got; em tûrhên  bêje (kavram) ya “hêst” kifş bikin:

Hêst: tê wateya bihîstin, lêketin. Wekû mînak; heke bêjeya hêst binemal (qurm) be, wê demê endemên (tûrhên) malê kîjanin? Bersîv eve; peyvên ji vê qurm (binemal)ê hatîn tûrehdayîn hemî endamên vê malêne.

Mînak: “Hêst” qurm û “hes, hîs, hêstir, hêz, xwest, bihîst (duyarlı), bihes/hêstdar (duyarlî), nahes (duyarsîz),hêstyar û “hêlwest” tûrhin. Li gel kû pir ne êminim jî lê, bi nêrîna min bêjeya “hesmane” ya turk bikartînin jî endamê vê binemalê ye. Li aliyê din heke baş were lêkolîn kirin, dibe kû pir endam din jî li vê komikê werin zêde kirin. Ya dixwazim kifş bikin û bal bikişînim, rêbaze.

Bi vî keysî dixwazim vê jî kifş bikim; têkilîyek ya peyva “hestyar” bi wateya tê bikaranîn re nîne. Ankû ev bêje kirin, tenê û îstîsna dikara di şûna peyva “hêstî (duygusal)”de were bikaranîn. Tu têkiliya vê peyvê bi “bihestî / Hêstdartî”re  nîne.

Bi vê rêbazê em ji yêkî zêdetir tiştan fêr dibin;

1-    Mîsal; Em fêr dibin kû kîjan peyv xwirî kurdîye. Niha jî peyva “hîs” gelo biturkîye an bikurdîye di gotûbêjê de ye. Bi rêbaza binemal kirin û tûrehdayinê em baş fêr dibin kû bêjeya “hîs” xwirî kurdîye.

2-    Em rast bilêhv (telefûz) kirina peyvê fêr dibin. Mînak; em ji tûrha “hês+tir” têdigihêne kû bilêhv kirina qurm anjî ra (kok) ne “hest”e “hêst”e. Temaşe bikin; bêjeya qurm (hêst)  di rewşa “hêstir” de paşgira “tir” girtîye. “Hêst+tir”. Ji sedema di kurdî de du tîpên heman nayên gel hev “t”yek dikeve û dibe “hêstir”. Em hemî dizanin kû paşgira “tir” zêdahî, piranî ye. Mînak; mezin+tir, gelik+tir, spehî+tir, sik+tir û w.d dema “hêst” zêde dibin û têne rewşa fûrandinê dibe “hêstir” û dirijê.

3-    Bi vê rêbazê tevlîheviya di navbera devokan de radibe. Ji ber kû qurm tê kifş kirin. Piştî qurm rast  hat kifş kirin, peyda kirina tûrhên wê hêsanî dibe û ev jî bilêhv kirina rast dertêxe holê. Di mînaka “hêst” û “hest” de ev rastî derdikeve holê.

Dîsa em dixwazin bi mînakek cudatir dewam bikin.

Di herêma me de digotin: “balgok”, Herêma Mêrdînê ji heman titşê re digot: “Balîf” li hin herêman dibêjin; “balînge”, li Herêma Colemêrgê vê wekû “balgeh” binav dikin û w.d.

Dema em temaşe dikin, ev peyv hemî ji qurmekî têne û navê heman tiştêne. Hin tîpên peyvê pêktînin hatine guhertin. Her herêm jî li ser rastîya bikartîne wekû xwezayî isrardare. Bi deh saleye peyw wusa bikaranîye û guhê wan fêrî wê bûye.

Wekû bihes (duyarli)ê vê qadê, emê çawa xwe ji vê tevlîheviyê rizgar bikin û ya rast peyda bikin?

Wekî min li jor jî destnîşan kirî; di vê mijarê de Zimanê Kurdî ji hemî zimanan hêsanîtire. Piranî peyvên kurdî hevgirtîne (ji du peyvan pêktêne) û li gor karhatina wateyê nav lê hatiye kirin.

Başe; ji mînaka li jor (balgok, balîf, balînge, balgeh, balîf û w.d)  kîjan raste?

Rêbaza rast, peyda kirina qurme. Li vêdê qurmê bêjeya “pal”e. Pal jî ji mînandina “berwar, pesar, pala çiya”  jêderbîye. Em hemî hemkirin kû ji quntara çiyê ji meyla berbi jor ve hawadikeve re pal (pesar) tê gotin. Ankû meyl. Dîsa dema kes pişta xwe dipesêre derekî tê gotin; “pala xwe dayiyê”. Ankû dema fîzîkek meyîldar dibe û li cihekî tê pesartin, jêre “pal” tê gotin.

Li aliyê din, dema di kurdî de peyv paşgira “gih/geh” digre tê wateya “cih/cêh”. Bigotinek din, dema bêjeya “cih/cêh” dibe paşgir wekû “gih”/geh” tê guhertin. “Biryar+gih, perest+gih, xêr+geh” û wekî din.

Wê demê bêjeya dabaşa gotinê ji peyva “pal” û paşgira “geh” pêktê. Ankû di nav bijartekên tên bikaranîn de ya rast “pal+geh (palgeh)”e. Bi demê re dengê “p” wekû “b” hatiye bikaranîn û bi dîtina min, tiştek xelet jî nîne. Ankû dengê “b” û “p”yê pir nêzîkê heve. Di rastîyê de dengê cêwî “p”ye, lê cudatiyek evqas piçûk dikare di telefûz kirinê de hebe.

Bi vê rêbazê bihêsanî dikare nakokiyên di navbera bilêhv kirina herêman de were çareser kirin. Ji ber kû wekî pir tê lihêv kirin ne di Zimanê Kurdî de herêmtî û ne jî akademîk heye. Zimanê Kurdî zimanê jiyanê ye, zimanek hevgirtî û biqurme. Ji zext û qedexeyên dagirkeran di telefûzê de hin guhertin çêbûne û sererast kirina wan jî wekî me li jor dayî dîyar kirine, ne tiştek pir zehmete.

Wekî min bicaran anî ziman, pirsgirêk ne di kurdî de ye. Bê dermantî û bê çaretiya herî mezin di kesên zanîna wan kêm, kurdî baş nizanin û xwe wekû pisporên kurdî didin pêş de ye. Nixwe ez îdîa dikim; di rewşa heyî de jî Zimanê Kurdî bi dehcaran ji turkî dewlementire.

Di teknîkê de, di zanistê de jî ev wusaye. Tenê bila em hêza peyda kirina “qurm” û têrhên wê bixwe re bîbînin, ya din hêsanîye.

Bu yazı 837 defa okundu.

Yorum Yaz »