KURDÎ- RÊZIMAN -XIV-

HEWAR GABAR 17 Ekim 2015 0
KURDÎ- RÊZIMAN -XIV-

Min xwest di vî nivîsandina xwe de, em bêjeya “bereste” an jî bi awayek sade kirî “ste (obsîdyen)” gotûbêj bikin.

Ste (bereste û steûber) çiye?

Bêjeya mak (binemal / qurm) kîjane?

Tûrhên vî qurmî kîjanin û ev tûreh çawa pêkhatine?

Di vê nivîsandinê de biqasî zanîna min têrê dike û derfet dest didin, ezê hewl bidin bersîvê ji van pirsan re peyda bikim.

Ste; kevirek hişk, az (saxlem) û qayîme. Rengek wekî yê mozayîqê li sere û diteyîse (dibiriqe). Dema tê şkandin tevşên dev tûj jê derdikevin holê. Dema du ste li hev dikevin stûrsk (çûrûsk)ên agir jê dibarin.

Dema ez “bereste” difikirim, her tim peyda kirina agir hatîye bîra min. Gelo dapîr û bapîrên me li vî warî, li ser vê xakê bibereste agir peyda kirine û bexşî mirovtiyê kirine? Dema rastîya civakî, dîrokî û coxrafik ya Gelê Kurdistan tê berçav girtin, ev îhtîmal qet jî ji rastiyê dûr naxweyê.

Di pirtûkên dîrokê de jî pir tê dikar (behs) kirin, bi van beran mirovtiyê amêrên wekî, bêrik, tevr, çekên destpêkê û w.d pir tişt çêkirine. Pir tê dikar kirin, barên karwanê bazarvanên destpêkê stebû. Ankû ste madeyek pir bi xêr û bêrbû.

Koka peyvê “ste” ye. Ji ber kû ew jî wekû made di binemala bera (kuç, kevir)an de cêh digre, wekû “bereste /berê ste) hatîye pênasandin.

Piştî hesin hatî peyda kirin ber û ste cihê xwe li hev guhertine û navê “ ste û ber” girtîye. Me got, piştî mirovtiyê hesin peyda kir êdî ji bû agir kirinê ne “ste” û “ste” li hev dane; hesinê pola û ste li hev dane û bilezgîntir agir hatîye holê.

Ji bû xwendevanên ciwan û nizanin, ‘ka mirovan çawa pê ste agir dikirin’, biqasî dizanim ezê vebêjim.

Tiştek wekî kidarkê, rengê wê gewr tevlî zerîn bi qurmê darberü, goz ü çinaran ve çêdibe. Lê, yê herî baş pûşîyê daraberû bû. Navê wê “pûşî”ye. Pûşî, biteybet Bi Demsala Biharê re çê dibe û Peyizê dihat kom kirin. Piştı hat kom kirin, têxin di calikekı de, bixweliyê dinixwimînin û biqasî bi ser re bavêje avê têxin ser û ev rewş hefteyekî tajo. Piştî ev seyans diqedê, di cohnîyekî de baş dikutin. Dema baş tê kutan wekî pembû lê tê. Piştî kutanê rengek sohrê tarî digre. Ev madeya wekî pembû lê hatî, kêmekî datînin ser steyekî û steyê din li serê wî didin. Strûskên ji her du steya vedidin tavêjin pûşî û agir pêdikeve.

Piştî hesin tê peyda kirin êdî ne ste û ste li hev tên dayîn; pola jî tevlî vî karwanî dibe. Vê carê pûşî datînin ser ste û pê pola lêdidin. Strûskên hê mezintir û zêdetir jê vedidin û agir zûtir tavêje pûş.

Piştî vê pêvajoyê, “bereste” navê “steûber / ste û ber digre. Êdî ste navê xwe dide hesinê pola û ew bixwe wekû xwirî ber dimîne.

Ez demek dirêj di navbera “ste” û “stêr”ê de çûm û hatim. Min pirsa gelo, “ste” qurm (kok / binemal / mak)e an “stêr” jixwe kir. Encamê ez niha gihatîmê, “ste” yêk ji keşfa mirovtiyê ya destpêkê ye. Jixwe ev ji karhatin û kêrhatina wî jî kifş dibe.

Li gor ez raman dibim; “ste” binemale û “steyîsîn / teyîsîn” jî rengê wî, çalekiya wî ye. Kurdan ji sedema “ stêr” şiphnadine steyîsandina ste, navê “stêr” lê kirine.

Heke ev teza ez didin pêş rast be kû behra wê ya rastîyê pir zêdeye, wê demê peyva binemal “ste” ye.

Ankû Qurm (mak, kok)ê vê bire peyvê “ste” ye.

Ji rengê ji makê vedide re “stesyîsîn / teyîsîn (teyîsandin, diteyise, biteyise) tê gotin.

Ya ji agirê “steûber” dijene re “sûtrûsk /turûsk / çurûsk” tê gotin.

Ji ber kû bi heman kevirî (ste) das, bivir û haletên xwe yên birînê tûj kirine; ji çalekiya tûj kirinê re gotine “sûtin (sût, disû, bisû, sûtîye)”. Ji amêrê pê çalekiya sûtinê pêktê re “hesan” hatiye gotin.

Me got; ji sedema Kurdan rengê “stêr”ê şiphandiye “teyîsandin”a “ste” navê “stêr” lê kirine. Di vê navberê de dixwazim vê xalê biteybet kifş bikim. Wekî di pir bêjeyan de derketî holê, di bêjeya “stêr” de jî di lêhv kirinê de hin guhertin çêbûne.

Mînak; hin herêm dibêjin, “stêr” hin wekû “stêrk” binav dikin. Binav kirina “stêrk” ji binî ve şaşe. Ji ber kû di Kurdî de bêjekirinek wekû stêr nîne. “Stêrik” dibe ema, “stêrk” nîne. Herêmin wekû “estêre, stêre” û wekî din binav dikin. Lê, biya min û li gor koka peyvê bilêhv kirina rast; “stêr”e.

Bi teybet dixwazim li ser bilêhv kirina “stêrk” rawestim. Ji sedema navê Televîzyonek ya me wusa hatiye binav kirin. Di Zimanê Kurdî de dema “ek/êk” wekû paşgir dibe pêvek, peyv dikeve rewşa yêkê.

Mînak; “stêr-ek/ stêrek. Dema peyva dabaşa gotinê kêmekî sivik tê bilêhv kirin, dikare wekû “stêrk” jî ji dev derkeve. Bi dîtina min, tu pîvan û zagonên kurdî de cihê peyva “stêrk” nîne. Peyv, yan “stêr” e, yan jî “stêrik”e. Wekî din quralek wekî “stêrk” di zimanê Kurdî de nîne.

Me got; Kurdan teyîsandina “stêr”ê mînandine rengê “ste” û navê “stêr” lê kirine. Di vê rewşê de bêjeya kok “ste” ye. Lê, “stêr” jî ji sedema wateya lê hatî barkirin, ne kok jî be tûrhê herî stûre û di vê bire peyvê de bingehîne.

Çima wê jî eve; di pêvajoya pêşketina civakbûyînê de rastîya jinê tê zanîn. Wekî em hemî hemfikrin Civaka Kurd ji pêşketina civakbûyîna mirovtiyê re pêşvantî kiriye û rola jinê jî herî zêde di vê pêvajoyê de derketîye holê. Kurdan jina xwidawend mînandine “stêr”ê û bi wê nav kirine. Ankû hemwatetîya xwidewendê li bêjeya “stêr” hatiye bar kirin. Bêjeyên wekî “star, perest, perestgeh, pesar, spart” hemî tûrhên bêjeya “stêr”in.

Dîsa ji vî keysî dixwazim xalekî destnîşan bikim; wateya peyva “stêr” û girêdana wê ya bi Kurdî ve me dirêj-dirêj vegot. “Eştar” destê sêyem yê bêjeya “stêr”e û Akadiyên Samî li gor qirika xwe ya Semîtîk ji “stêr”a Kurdî re gotine “eştar”. Turkan jî li gor fonotîka xwe, ev peyv wekû “îştar” bilêhv kirine. Lê, di qada ziman de cihê mixabinêye kû heya niha jî jinên têkoşer û berxwdanvan yên kurdan di şûna bêjeya “stêr” de “îştar” bikartînin.

Wekû encam;

Qurm: ste / bereste / steûber = obsîdyen / çakmak taşı

Tûreh:

Stêr = Kewkeb, yıldız

Star = wekû berjengê xwidawendan jî hatiye bikaranîn / hemandin, hewandin, parastin.

Stargeh = ji cihê hewandin, hemandin, parastinê re tê gotin.

perest = di asta pîroz de bihêzekî bawer kirin / tapma

perestgeh = cihê pîroz/ tapınak

pîroz

teyîsandin (steyîsandin) = vedana ji madeyekî dibiriqe, şewqa jê diçe.

turûsk (çûrûsk – strûsk) = jenandinek piçûk / kıvılcım

parastin

pesar= palvedan, ji coxrafyek meyildar re jî têgotin.

Spart= emanet, teslîm kirin.

Sûtin = biste, hesan, mivret an jî bi amêrek din tûj kirina hesincawan.

Stûn= ragirtin, parastin

Hesan= Amêra destpêkê ya tûj kirina hesincawan.

Stirî= Ji dara bistirî ya kû ji bû parastina zevî dehlan tê bikaranîn.

Sênc= Ji çalekiya stirîyan re tê gotin. Wekû mînandin ji bû pişteka kesekî, komekî, komanekî re jî tê bikaranîn.

Di Kurdîya roja me de (Akedemîk kû ji tewşîtiyê wêdetir tiştekî bilêhv nake) ji bêjeyên jor çend lib têne bikaranîn?

1-Ste /2- bereste /3- steûber: nîne.

4-Stêr: di lêhv kirinê de hatîye tevlîhev kirin (stêrk, estêre, stêre).

5-Star: were bikaranîn jî di rewşek îstîsnadeye.

6-Stargeh: diheman rewşa îstîsnadeye.

7-Perest: nayê bikaranîn.

8-Perestgeh: îstîsnaye.

9-Pîroz: tê bikaranîn.

10-Teyisandin: nayê bikaranîn.

11-Çurûsk: îstîsnaye.

12-Parast: tê bikaranîn.

13-Pesar: nayê bikaranîn. Di şûna “pesar” de jî “spart” tê bikaranîn.

14-Spart: Ew û “pesar” hatine tevlîh kirin û di şûna “pesar” de jî tê bikaranîn.

15-Sûtin: nayê bikaranîn.

16-Hesan: nayê bikaranîn.

17- Stirî: tê bikaranîn.

18- nayê bikaranîn.

Ew tê wê wateyê, ji 18 bêjeyên jor 9 lib yêkcar nayên bikaranîn.

4 lib wekû îstîsna têne bikaranîn û karhêner jî pîneya herêmtiyê dixwin.

1 lib (stêr) di lêhv kirinê de şaş tê bikaranîn (stêrk, estêre, stêre û w.d).

1 lib (sipart) bi bğjeya “pesart” re tê tevlîhev kirin.

Ankû di Kurdiya dilxwede Akedemîk de ji 18 peyvan tenê peyva “pîroz, stirî”û “parast” sererast tên bikaranîn.

Wekû têbînî dixwazim vê bibêjim; peyvên ji qurm hatîn tûrehdayîn dibekû pir zêdetirbin. Yên niha têne bîra min evin. Hêvîdarim û hêvî dikim, di demek pir kurt de li ser rêbaza hatî destnîşan kirin dezgahek ji pisporan hatî pêkanîn were damezrandin û lêkolînek pir berfireh were destpê kirin.

Bu yazı 737 defa okundu.

Yorum Yaz »