Kurkçu: Divê rêxistinên sivîl li gel kurdan cih bigirin

Editor 15 Aralık 2015 0
Kurkçu: Divê rêxistinên sivîl li gel kurdan cih bigirin

Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê û Hevberdevkê HDK’ê Ertûgrûl Kurkçu têkildarî bûyerên li Kurdistanê rû didin axivî û anî ziman kû, dewletê bizanabûn navçeya Sûr ya Amedê şewitandiye û ew bifikarin kû komkujiyek mezin bikin.

Parlementerê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin kû, navçeya Amed Sûr, ji aliyê dewletê ve bi zanebûn hatiye şewitandin û destnîşan kir, ku ji vê mezintir tiştekî hov û tirsnak nabe. Kurkçu got, “Kurdistan wê nebe mêtingeh. Ti navçeyeke Kurdistanê nabe ku li pêkanîneke mêtingehê rast bê. Îsyan jî di nav de mafê gelê Kurd heye ku serî li her şêwe dijderketinê bide. Mafê bingehîn yê welatîbûnê eve. Gelê Sûrê ji bo li ber xwe bide, bi her awayî sedemên xwe hene.”

Kurkçu vekişandina mamosteyan ji dibistanên li Cizîr û Silopiyayê û bicihkirina hejmareke zêdetir personelên tenduristiyê nirxand û got, “Ev yek beyaneke vekirî ye, ku yên ev navçe neterikandine wê rastî êrîşên bi çekên giran bên û jiyana wan ewle nîne. Ew bifikarin kû asta komkujiyê mezin be.”

Kurkçu da zanîn ku sedema dijminatiya dewletê ya lihember xwebirêveberinên li Kurdistanê vekirî ye û got, “Li hemberî rêvebirina seqet û nayê qebûlkirin ya dewletê, alternatîfeke aştiyane hat pêşkêşkirin. Dewlet ji ber vê yekê bi hêrse û êrîş dike. Yê kû pêvajoya aştî û muzakereyê têk bir hikûmete.”

Kurkçu bal kişand ser xendekên hatine kolandin û destnîşan kir kû xendek yek ji rêyên xweparastina li hemberî şîdetê ye.

Kurkçu bêdengiya Tirkiyeyê ya li pêşberî rewşê bibîr xist û diyar kir kû Tirkiye wê piştî deh salan ji vê bêdengiya xwe gelekî şerm bike.

Hevberdevkê HDK’ê Ertûgrûl Kurkçu destnîşan kir kû, di nava van şert û mercan de destpêkirina muzakereyên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, yek ji alternatîfên herî başin û got, “Pêwîste pêvajo ji cihê mayî bidome. Eger li ser bingeha çarçoveya Ocalan destnîşan kiriye muzakereyek rasteqîn neyê meşandin, hingî pêwîstî bi diyalogê nîne. Aliyan nêrînên xwe bi awayekî vekirî danîn holê.”

Kurkçu di dewama axaftina xwe de got, “Meseleya bingehîn eve; Kurd wê jiyaneke nû ya mafdar û wekhev di nava dewletê de ava bikin yan na? Kurd ji bo vê amade ne, lê dewlet ne amade ye. Ev qiyamet jî ji ber vê radibe.”

Kurkçu diyar kir ku, li Kurdistanê şerekî navxweyî nîne û got, “Gel li dijî gel şer nake. Dewlet bi hêza xwe ya çekdar êrîşî gel dike. Şer ji ber vê yekê diqewime. Lê belê kengê dewletê dît tengav bûye, dikare vî şerî li nava civakê belav bike. Eger dawî li vî şerî neyê anîn û deriyê lihevkirinê ji nû ve neyê vekirin, wê hikûmet tengav bibe. Hingî dibe ku deriyê şerê navxweyî vebe. Ev yek rewşeke gelekî xetere. Dibe ku li metropolan jî dijminatî û şerekî mezin rû bide. Yên vî derî vekin, wê bên neletkirin. Hêvîdarim ev derî wê nevebe.”

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu got, “Şaredariya Bajarê Mezin ya Îzmîrê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê weke şaredariya bira, Amed jî weke bajarê bira îlan kiribû. Eger biratî ne îro be, wê kengê be? Eger bersiva vê pirsê neyê dayîn, hingî wê demeke gelekî tirsnak ji bo gelên Tirkiyeyê destpê bike.”

Kurkçu di dawiya axaftina xwe got, divê rêxistinên civakî yên sivîl li cem gelê Kurd cih bigirin û ev hişyarî kir, “Eger ev yek niha neyê kirin, dibe kû piştî du hefteyên din dereng be.”

Bu yazı 357 defa okundu.

Yorum Yaz »