Li Amedê polîsên Tirk 2 ciwan qetil kirin

Editor 14 Aralık 2015 0
Li Amedê polîsên Tirk 2 ciwan qetil kirin

Di êrîşa li dijî girseya ku li hember hewldanên qetlîamê ya li navçeya Sûrê ya dewletê derketin qadan de 3 kes birîndar bûn.

Di êrîşê de Şiyar Salman û Şerdil Cengîz jiyana xwe ji dest dan.

Li Amedê, bi armanca şikandina dorpêçiya navçeya Sûrê, girseya gel daket kolanan. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Ji ber van êrîşan çalakî li tevahiya bajêr belav bû.

Li kolana Ofîs Gevranê, êrîşên hêzên dewletê û berxwedana gel a li hemberî êrîşan dewam dikin.Ciwanên li hember êrîşên polîsan barîqat danîn, agir dadan, li Koşûyolû û Yenîşehîrê rastî êrîşa polîsan a bi guleyên rast hat. Ji semta Koşûyolû dengê çekan tên.

Her wiha hat ragihandin ku hejmara kesên ku ji guleyên polîsan ên li Koşûyolû birîndar bûne, gihiştiye 3’an.  Hate diyarkirin ku birîndarê herî dawî rakirine Nexweşxaneya Baglar a Taybet.

Di êrîşê de gelek kes birîndar bûne. Hate ragihandin ku rewşa yekî ji giran.

Bu yazı 457 defa okundu.

Yorum Yaz »