Li bakûr qetilkirin, girtin û binçavkirin

Editor 16 Aralık 2015 0
Li bakûr qetilkirin, girtin û binçavkirin

Rewşa aloz ya bakûrê kurdistanê bi qedexeya li ser kolana didome. Li gelek navçeyên bakûr, qetilkirin, girtin û binçavkirin heye. Hate ragihandin kû, tîmên taybet ên dewletê hewil daye parlementerê HDP Ferhat Encu bikujin. Di heman demê de li Cizîrê zarokek hate qetilkirin.

Li navçeya Cizîr ya Şirnexê piştî mamoste jê derketin û heman rojê qedexeya kolana lê hate îlan kirin, roja Çarşemê (16’ê Kanûn) tîmên taybet zarokek qetilkirin.

Hate ragihandin kû, zarokê 11 salî yê binavê Salih Erdem li taxa Cûdî ya Cizîrê ji aliyê segvanên tîmên taybet ve hatiye qetilkirin.

Cenazeyê Salihê 11 salî li nîva rê bû.

Parlementerên HDP’ê ên dixwazin bikevin navçeyê, ji aliyê polîsan ve têne astengkirin.

Di heman rojê de hate ragihandin kû, parlementerê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Şirnexê Ferhat Encû li navçeya Silopî ya Şirnexê rastî êrişa tîmên taybet hat.

Li Silopiyê tîmên taybet, deriyê mala kû parlamenterê HDP’ê Ferhat Encu, Hevşaredarên Silopiyê Seyfedîn Aydemîr û Emîne Esmer û nûçegihanên DÎHA’yê tê de bûn, şikandin. Çek dirêjî wan kir û gefa kuştinê lê kirin.

Tankên kû dewleta Tirk li girên derdora Silopî bicih kiribûn, ji şeva 15’ê Kanûnê ve taxên welatiyan topbaran dikin. Hate ragihandin, gelek xaniyên xelkê sivîl rûxandine.

Li bajarê Amedê jî çalakiyên kû 13’ê Kanûnê ji bo piştgiriya gelê navçeya Sûrê pêkhatin, gelek kes hatin binçavkirin.

Hate ragihandin kû, di çalakiyên rûdayîn de û serdegirtinên polîsan de herî kêm 100 kes hatine binçavkirin.

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Serhat Karaşîn diyar kir kû, wan heta niha navê 19 binçavkiriyan zelal kirine.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, li navçeya Sûra Amedê pevçûnên dijwar rû didin û dewleta Tirk bi helîkopteran taxên welatiyan gulebaran dike.

Ji ber êrişên tund ên polîsên Tirk li ser Sûrê, di 16’ê Kanûnê de bi hezaran welatiyên li taxa Ofîs ya Yenîşehîra Amedê kombûn ber bi Sûrê ve ketin meşê. Bendên kû polîsan danîbûn ji ber hêrsa gel neçar man rakin.

Tîmên taybet ên Tirk li bajarê Colemêrg û navçeya Geverê jî di ser dibistanan de girt û gelek xwendevan binçavkirin.

Hate ragihandin kû, tîmên taybet ên Tirk di 16’ê Kanûnê de di ser Zanîngeha Colemêrgê û Dibistana Bilind ya Pîşeyî navçeya Geverê de girtine. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di van serdegirtinê de 13 xwendevan hatine binçavkirin.

Li Taxa Reşeye Sebrî ya navçeya Qereyaziya Erziromê, polîsên Tirk di ser malan de girt. Hate diyarkirin kû, di van serdegirtinan de 3 kes hatine binçavkirin.

Her wiha hate ragihandin kû, li taxê operasyona leşkerî hatiye destpê kirin.

Roja 15’ê Kanûnê li navçeya Farqîn ya Amedê 3 polîs hatin kuştin. Hate ragihandin kû, dema wesayîta zirxî ya tîmên taybet derbazbû, teqînek mezin rû da. Di teqînê de 3 tîmên taybet hatin kuştin û gelek polîs jî birîndar bûn.

Bu yazı 478 defa okundu.

Yorum Yaz »