Li bakûr qetilkirina sivîlan didome

Editor 17 Aralık 2015 0
Li bakûr qetilkirina sivîlan didome

Aloziyên li bakûrê Kurdistanê zêde dibin û gelek welatiyên sivîl, zarok jî di nav de ji aliyê polîs û tîmên taybet ên Tirk ve têne qetilkirin. Roja Çarşemê Li navçeya Nisêbînê ciwanek û li Cizîrê jî jinek zewicî ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin.

Qedexeya kû li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê berdewam dike, roja 16’ê Kanûnê di encama gulebarana polîsên Tirk de du kes birîndar bûn.

Hate ragihandin kû, kesên birîndar bûne yek ji wan Huseyîn Ehmede, zewiciye û eslê xwe ji rojavayê Kurdistanê ye. Ê din jî zaroke. Navê wî Îbrahîm Bûlca ye, 11 saliye.

Hate ragihandin, herdu birîndar rakirin nexweşxaneyê û li rexmî hemû mudaxeleyan jî Huseyîn Ehmedê rojavayî nehate rizgakirin û jiyana xwe ji dest da. Hate gotin, rewşa Îbrahîm Bûlca jî başe.

Li Nisêbînê her roja diçe hêjmara xelkê sivîl ên ji aliyê polîs û tîmên taybet ve têne kuştin zêde dibin. Beriya vê hatibû aşkera kirin kû, li Nisêbînê 17 xelkê sivîl hatine qetilkirin û gelek jî birîndar bûne. Li gel van bûyerên dawî rûdane, zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeyên Cizîr û Silopî ên Şirnexê jî piştî hikumetê bipeyamek ya telefonê hemû mamoste ji Silopî û Cizîrê vekêşan, qedexeya kolanan îlan kir û bi beşdarbûna hezaran leşkeran bitankan ketin kolanên herdu navçeyan.

Hate ragihandin kû, di 16’ê Kanûnê de, li taxa Cûdî ya Cizîrê jina binavê Hediye Şen ya temen 30 salî û xwedî du zarokan li mala xwe ji aliyê tîmên taybet ve hatiye qetilkirin.

Herwiha bê navber taxên Yasef, Cûdî û Nûr yên Cizîrê bi tankan têne topbaran kirin û hate gotin, Mala Şînê ya li taxa Cûdî ji ber gulereşandina polîsan agir pê ketiye.

Di heman rojê de welatiyek din jî li navçeya Silopî ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da.

Hate gotin, welatiyê binavê Huseyîn Guzel yê 70 salî ji ber guleyek ya tankê li mala wî ketiye, qrîza dil derbaz kiriye.

Di encama qrîza dil de jiyana xwe ji dest da. polîsên Tirk destûr nade ti kes nêzî malê bibe da cenazeyê welatiyê 70 salî derxînin.

Hate diyarkirin kû, di encama gulebarana polîsan de welatiyê binavê Hecî Yûsif jî ji milê xwe birîndar bûye.

Li gel êriş û topbaranên nava navçeyê de li esîmanan jî balefirên Tirk ên şer û ên keşfê li ser navçeya Silopî û Çiyayê Cûdî digerin.

Li himberî qetilkirin, dorpêça navçeyan, îşkence kirin, girtin û binavçkirina kurdan, di demjimêrên şevê ên Çarşemê de ciwan daketin kolanên Amedê û çalakî li darxistin. Ciwanên li hemû qadên Amedê dest bi çalakiyan kirin, rastî êrişa tund ya polîsên Tirk hatin

Hate ragihandin kû, di encama êrişê de ciwanê binavê Mihemed Aktagan ji zikê xwe birîndar bû. Di heman çalakiyê de li dijî wesayîta TOMA ya polîsan çalakiyek bombeyî pêkhat, lê têkildarî mirî û birîndarên polîsan de çi agahî nehatin girtin.

Li navçeya Tetwan ya Bedlîsê jî kû piraniya wan ciwanên Zanîngeha Eren ya Bedlisê bûn li dijî pêkanîn û komkujiyên dewleta Tirk çalakiya şermezarkirinê li darxisti.

Bu yazı 337 defa okundu.

Yorum Yaz »