Li başûr hevdîtina PYD-DYA û Barzanî

Editor 15 Eylül 2015 0
Li başûr hevdîtina PYD-DYA û Barzanî

Li başûrê Kurdistanê, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û nûnerên TEV-DEM bi Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mc Gurk re hevdîtin pêkanîn.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA hate ragihandin kû, di hevdîtinan de li Sûriye û Rojava PYD û TEV-DEM biawayek fermî weke nûnerên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hatine pejirandin.

Li gorî nûçeyê, civîn îro (15’ê Îlonê) li bajarê Selehedîn yê başûrê Kurdistanê pêkhatiye. Di civînê de Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê û alîkarê Nûnerê Taybet yê Obama ê Rojhilata navîn Brett Mc Gurk, nûnerên Amerîkayêyên dosyaya Sûriyeyê, sefîrê Amerîkayê yê Iraqê, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Ebdulselam Mustefa, Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê yê li başûrê Kurdistanê Dr. Mehemed Reşo, Berpirsê Hêzên Parastinê yê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûat Hisên û hinek generalên Amerîkayî amade bûn.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku civîn bi armanca pêşxistina têkiliyên ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hatiye lidarxistin.

Tê payîn ku PYD di rojên pêş de têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide raya giştî.

Bu yazı 570 defa okundu.

Yorum Yaz »