Li Êlihê êriş; herî kêm 30 kes hatin binçavkirin

Editor 19 Aralık 2015 0
Li Êlihê êriş; herî kêm 30 kes hatin binçavkirin

Welatiyên Êlihê ên ji bo şermezarkirina êrişên li ser Kurdistanê xwestin bimeşin rastî êrişa tund ya polîsên Tirk hatin. Hate ragihandin herî kêm 30 kes hatine binçavkirin.

Li bajarê Êlihê welatiyên kû bi boneya şermezarkirina êriş, dorpêç û qetilkirinên li ser kurdan, xwest meşekê li darxînin.

Welatiyên serê sibehê ve dikanên xwe nevekirin, ajokar wesayîtên xwe bikarneanîn û xwendekar neçûn dibistanan, rê li trafîka cadeya diçe bo Amedê girtin.

Piştî demekê polîs hatin cihê bûyerê û êrişî gel kirin. Hate ragihandin kû di êrişê de herî kêm 30 kes hatin binçavkirin.

Bu yazı 949 defa okundu.

Yorum Yaz »