Li Rojava êrişên komên çete

Editor 13 Aralık 2015 0
Li Rojava êrişên komên çete

Komên çete yên El Nûsra û Ehrar Şam bi berdewam êrişî herêmên Kurdan, Efrîn û taxa Şêxmeqsûd ya Helebê dikin. Di van êrişan de YPG’ê bersivek tund da û êriş hatin rûxandin. Balefirên Koalîsyona Navnetewî baregehên DAIŞ’ê ên Sirinê bombebaran kir û bidehan çete hatin kuştin.

Komên çete taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê da ber topên hewanê. Hat gotin di encama topbaranê de mirî û birîndar çênebûne. Her wiha êrişên El Nûsra û Ehrar El Şam ên li ser gundên Efrînê didomin.

Ji şeva 12’ê Kanûnê heya sibeha 13’ê Kanûnê komên çete El Nûsra û Ehrar El Şam bi guleyên hewanê, taxa Şêxmeqsûd ya Helebê topbaran kirin.

Li Taxa Şêxmeqsûd piranî Kurd lê dijîn. Hate ragihandin kû, di encama topbaranê de mirî û birîndar çênebûne. Tenê ziyana madî rûdaye. Hinek mal xirab bûne.

Hate diyarkirin kû, komên çete ji devera di navbera Riya Kastîlo û Sekef Şîqêf taxa Kurdan Şêxmeqsûd topbaran kiriye.

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ jî berisv da cihê ku top jê tên avêtin û pevçûn derketin.

Êrişên li ser Kantona Efrînê didomin. 12’ê Kanûnê komên çete El Nûsra û Ehrar El Şam gundên dikevin başûrê Kantona Efrînê gule baran kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, şeva 12’ê Kanûnê çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam êrişî gundê Dêwa yê ser bi navçeya Cindirêsa Efrînê kirine.

Hate gotin, êriş bi çekên sûîqestê û BKC’yê hatiye kirin û xelkê sivîl armanc kirine.

Herwiha çeteyan şeva 11’ê Kanûnê êrişî Girê Colî yê ser bi Cindirêsê ve kiribû. Şervanên YPG û YPJ’ê jî bitundî bersiva êrişan dabû. Hate ragihandin, çeteyan derbeyên mezin xwarine û neçar mane paşde vegerin.

Roja 12’ê Kanûnê balefirên Koalîsyona Navnetewî, baregehên çeteyên DAIŞ’ê ên li başûrê bajarokê Sirîna Kobanê bombebaran kirin.

Hate ragihandin kû, gundikê Tişrîn yê nêzîkî bajarê Reqayê yê Sûriyeyê jî balefirên koalîsyonê bombebaran kirine. Hate gotin, Di encama êrişên balefiran de bi dehan çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 7 avahî û 2 wesayîtên aydê DAIŞ’ê jî hatin rûxandin.

YPG’ê di malpera xwe ya fermî de têkildarî şehîdbûna şervanekî xwe de agahî da. YPG’ê aşkera kirk û, şervanek wan li gundê Til Barûd ya bajarê Hesekê di encama pevçûnan de şehîd bûye.

DAIŞ’ê li Til Temira ser bi Serêkaniyê 10’ê Kanûnê xelkê sivîl kiribû armanc û 3 teqîn pêkanî bû. Di encama teqînan de herî kêm 28 welatiyên sivîl şehîdbûn û bidahan kes birîndar bûn.

Bu yazı 479 defa okundu.

Yorum Yaz »