Li Sûrê 2 leşker hatin kuştin

Editor 19 Aralık 2015 0
Li Sûrê 2 leşker hatin kuştin

Li navçeya Sûr ya Amedê kû ev 18 roje dorpêça hêzên dewletê didome, di demjimêrên nîvro de 5 teqînan rû da. Hate hînbûn di teqînê de 2 leşker hatine kuştin û 4 tîmên taybet jî birîndar bûne.

Li navçeya Sûr ya Amedê kû ev 18 roje bê navber êriş û dorpêça hêzên dewletê lê berdewam dike, îro bi 5 teqînan hejiya.

Hate ragihandin kû, di 5 teqînên rûdayî de 2 leşkerên Tirk mirine û 4 tîmên taybet jî birîndar bûne.

Hate zanîn, ev demek bû helîkopterek li ser esîmanên Sûrê digeriya, îro bûne du helîkopter. Hate gotin kû, piştî şewitandina mizgefta Kûrşûnlû ya dîrokî îro jî helîkopteran li Fatîh Paşa, Paşa Hamamî gulebaran dikin.

Li navçeyê şer û pevçûn didome.

 

Bu yazı 1012 defa okundu.

Yorum Yaz »