Li Sûrê pevçûn dijwar dibin

Editor 13 Aralık 2015 0
Li Sûrê pevçûn dijwar dibin

Li Navçeya Sûr ya Amedê polîs û tîmên taybet bi bombeavêjan malan xirab dikin. Hate ragihandin kû agir bi avahiyekê ketiye û metirsiya xirab bûnê heye.

Piştî qedexeyên ‘kolanan’ li navçeya Sûrê ya Amedê dewleta Tirk veguhestinek mezin ya leşkerî kir. Cendirme bi tankan ketin nava Sûrê

Hate ragihandin kû, polîsên Tirk bi bombeavêjan malan topbaran dikin. Hate gotin agir bi malekê ketiye û metirsiya xirab bûnê heye.

Weke din jî hate gotin, polîsan careke din Mizgefta Kûrşûnlû dane ber bombeyan û agir pê ketiye.

Beriya vê dîsan polîsên Tirk Mizgefta Kûrşûnlû ya dîrokî dabû topbaran kiribû û şewitîbû.

 

Bu yazı 448 defa okundu.

Yorum Yaz »