METIRSIYA QIRKIRINA KURDAN DI ROJA ME YA ÎRO DE JÎ HÎN DIDOME / MIHEMED GABAR

Editor 12 Aralık 2013 0
METIRSIYA QIRKIRINA KURDAN DI ROJA ME YA ÎRO DE JÎ HÎN DIDOME / MIHEMED GABAR

MIHEMED GABAR  METIRSIYA QIRKIRINA KURDAN DI ROJA ME YA ÎRO DE JÎ HÎN DIDOMEDema mirov li dîrokê dinêre, gelê Kurd tim li rasta qirkirinên hovane hatiye. Hêzên mêtingerên Kurdistanê xwestine kû Kurdan bi rêya qirkirinan ji doza serxwebûn û azadiya Kurdistanê bidin dûrxistin. Ji bo vê jî, zarok, jin, kal hemû qir kirine. Li gorî dijminên Kurdan, Kurdê herî baş Kurdê miriye. Ji ber vê jî Kurdên welatparêz û têkoşer tev qetil dikirin. Ji bo rayên berxwedanê ji nava Kurdan rakin hemû kiryar rewa dîtine. Kurdan tu carî ev yek li ser xwe nepejirandine û napejirînin, tim serî rakirine li hember sitemkaran. Di encama van serî rakirinan de jî bi deh hezaran Kurd dihatin qetil kirin. Li herêmên kû rayên berxwedanê lê heyîn qirkirinên pir dijwar lê hatin kirin. Di roja me ya îro de hîn jî şopên wan qirkirinan xuya dike. Ji Asûriyan heya Komara Tirkiyê gelek desthilatdar hatine guhertin li ser xaka Kurdistanê. Lê zêhniyeta bi kuştinan bêdeng kirina Kurdan tu carî ne hatiye guhertin. Li herêmên mîna biheştê kanî û çemên pîroz bi rojan sor herikîne. Her bostek axa pîroz bûne gorên komî. Hîn jî şahîdên van komkujiyan di roja me ya îro de saxin û hîn jî di wê tirsa wî demî de jiyan dikin. Di dema pêkanîna van komkujiyan de ji derveyî Kurdan kes dostê Kurdan nebûn. Hemû cîhan bêdeng bibûn û piştgiriya kujeran dikirin.

Di dema serhildana Dêrsimê de gelê Kurdê wê herêmê hemûyan li hemberî desthildarên Romê serî rakirin. Lê bersiva zordaran pir tund bû. Di wê serhildanê de li gorî belgeyên fermî qasî 20 hezar kes, li gorî Kurdan 70 hezar kes û li gorî gelê Dêrsimê jî ji 70 hezar kesî pir zêdetir kes  di salên 1937-38 de hatin qirkirin. Ji 20 rojan zêdetir çemê pîroz yê Munzûrê xwîn herikî. Çiya, newal, deşt nema kû komkujî lê çênebûyî. Di her geliyekê de bi sedan kes ji ber bombeyên ji balafir û firokeyan dihatin  avêtin de jiyana xwe ji dest dan. Her şkeft bibû war ji bo gorên komî.  Li binê her zinarekî gengaz bû meytên miriyan dîtin. Şahîdên vê komkujiyê hîn saxin û her kû daxivin mezinahî û rastiya vê komkujiyê zelaltir û ronîtir dibe. Di salên 1930 de li geliyê Zîlan (niha di navbera Wan, Agirî û Bêdlîsê de ye) bi sedan gund hatin şewitandin û 17 hezar kes (li gorî belgeyên fermî) hatin qirkirin. Bûyerekî trajîk kû ketiye ser rûpelê dîrokê jî di wî demî de, di bin fermandariya orgeneral Mustefa Muglali de 33 gundî bi îdiaya kasibkariya sînor dikin, têne girtin û li ber çavên mirovan têne gulebarandin. Di encama gulebarandina leşkerên Romê de ji wan 33 kesan 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û yek kes jî xwe rizgar dike. Ev bûyer di sala 1943 an de li Qerqelî(Ozalp)ya Wanê qewimî. Her wiha li gelek herêm û parçeyên Kurdistanê bûyerên qirkirinan pêkhatine. Li Helebçe di sala 1988 an de kîmya barandina li ser gelê sivîl de, ji aliyê dîktatoriya rejima Baas ve qewiwî. Di dîroka 13 ê Mijdara 1960 ê de, li Amûdê şewitandina sînemayê û  tê de şewitandina 283 zarokên xwendekar qewimî bû. Weke van gelek komkujiyên komî li ser Kurdan hatine pêkanîn.

Îro em di SS 21 an de dijîn. Lê her çendî dem hatibe guhertin jî lê dîsan dijminên me yên hov hîn jî xwedî heman zêhniyetê ne. Metirsiya qirkirina Kurdan hîn bidawî nebûye. Di vê şerê Sûrî de hin herêm ji dest rejîmê derketine û komên çete û artêşa azad li wan deran bilûla xwe lê dixin. Dad û maf ewin, her tişt û pêkanînê ji xwe re rewa dibînin. Parêzgeha Reqayê yek ji wan cihane kû, bi tevahî ji destê rejîmê derketiye û bi giştî di destê Artêşa Azad û komên radîkal Îslamî de ye. Ji beriya çend mehan hêzên rejîmê ew der berdan û ji komên çete re hişt. Kiryara yekem ya komên çete jî girtin û înfaz kirina parêzgerê bajêr û komkirina xenîmetê bû. Weke tê zanîn Rojava û Sûrî pir gel û netew bi hev re jiyan dikin. Ji bajarekî bigire heya gundekî hemû tevlihevin, gengaze kû du dêr û mizgeft têde hebin. Çawa li herêmên Kurdî neteweyên din hebin û jiyan dikin, li herêmên Ereban jî Kurd û neteweyên ji der ve yî Ereban jî bi hev re. Ji ber kû komên çete di şerên li hemberî YPG ê û YPJ ê de şkestin û negihiştin armanca xwe, guman heye kû komên çete bi taybet jî El Nusra û DAIŞ bikevin nava hewldanên qirkirina Kurdan. Bi taybet jî Kurdên li herêmên Reqa, Heleb, Girê Spî, Minbic, Sefîre, Ezaz, Bab, Cerablus û gelek cihên din, di bin metirsiyê de ne. Di van rojên derbaz bûyî de li Minbic kû dikeve başûrê Kobanê komên DAIŞ ê êrîş birin ser zarokên xwendekar kû li dibistanên seretayî dixwendin revandin. Ji beriya niha komên El Qaîdê provayên qirkirinan li Til Eran û Til Hasilê pêkanîbûn. Di encama êrîşên wan hovan de bi sedan Kurd hatin qetil kirin. Ev senaryo li Girê Spî jî dubare bû. Her wiha guman hene kû li gundên li ser sînor jî ev qirkirin pêk werin. Ji ber kû hêza wan têra YPG û YPJ ê nake, weke mertal xelkê sivîl ji xwe re bikartînin. Ji dengweşên(aparlo) mizgeftên van herêman de bangawaziyên kû qetilê Kurdan helale bilind dibiya. Mela û oldarên sexte pêşengiyê ji van komkujiyan re dikin. Mixabin gelek Kurdên xwefiroş jî rênasiyê ji van koman re dikin. Ji ber kû kesên selefî kû ji Efxanistan, Çeçenistan û hwd hatine, herêmên Kurdan nas nakin. Kurdên xayin birayê xwe bi destên xwe dixe nava dest û lepên gurên har de.

Ji bo gelê Kurd yê li wan herêmên metirsî jiyan dikin, pêwîste kû demek ji deman zûtir yekîtiya xwe saz bikin û hêzên xwe yên ewlekariyê ava bikin. Her demjimêrê  bi tedbîr derbaz bikin. Li derdora YPG ê û Eniya Kurd xwe kombikin an jî bila xwe gihandina herêmên bi ewle weke Kobanê, Efrîn û Cezîrê, bila erdên xwe neberdin. Kurdên li van herêmên metirsî jiyan dikin pêwîste nekevin nava nakokiyên siyasî û partiyan de. Ji ber kû niha Kurdîtî di metirsiyê de ye. Pêwîste hemû Kurdên xwedî ramanên cuda li ser bingehê netewî bi hev re tevbigerin. Eger wusa nebe dîtina dîmenên weke Dêrsim, Geliyê Zîlan, Helebce û hwd di roja me ya îro de jî gengazin. Weke pêşiyên Kurdan jî dibêje ‘‘EGER HÛN NEBIN YEK, HÛNÊ HERIN YEK BI YEK’’ . Weke  di gotina pêşiyan de jî tê gotin hêzbûna me di yekîtiya me de ye. pêwîstiya me ji her demî zêdetir bi yekîtiya netewî heye.

Bu yazı 469 defa okundu.

Yorum Yaz »