Muslim: Bêyî kurdan nexşe rê negengaze

Editor 19 Aralık 2015 0
Muslim: Bêyî kurdan nexşe rê negengaze

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim got; bêyî gelê Kurd ne gengaze ku nexşerêyek ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê diyar bibe û bal kişand ku aliyên Kongreya Riyadê lidar xistine, naxwazin alozî çareser bibe.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê civînên ku ji bo Sûriyeyê tên lidarixstin de ji ajansa ANHA yê re axivî.

Muslim di derbarê civîna Viyanayê de got: “Civîna Viyanayê bêyî beşdariya muxalefetê bi beşdariya 17 dewletan pêkhat.”

Muslim bal kişand ku bendeke civînê dibêje “Divê opozîsyoneke giştî bibe nexşeriya Cenevre-1” got: “Di civîna Cenevre de qonaxên veguhestinê hatin diyarkirin, nehat diyarkirin ku dê bi beşdariya Beşar Esed be yan na. Lê li Viyennayê ev xal hat zelalkirin ku di nava qonaxa veguhestinê de hin aliyên rêjîmê jî dê hebin. Her wiha qonax bi mercê çûyîna Esad be. Wekî partî me ev xal nîqaş kirine û erê kirine.”

Muslim derbarê sedemên nevexwendina partiya wan ji Kongreya Riyadê re got: “ Me destpêkê texmîn kir ku aliyên kongreya Riyadê naxwazin aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî çareser bikin. Texmînên me rast derketin. Komên terorîst yên weke DAIŞ, Ehrar El-Şam û El-Nusra bi navên cuda beşdarî Kongreya Riyad’ê kirin. Ev nîşana wêye ku ew naxwazin aloziya Suriyê bi rê û rêbazên siyasî çarser bikin.”

Muslim got ku nêrîneke ya me ya cuda heye û wiha ravekir: “Bêyî çareserkirina Doza Kurd aloziya Sûriyeyê çareser nabe. Aliyê ku dikare Doza Kurd di çarçoveya Sûriyeke Demokratîk de çareser bike ji bo kongreya Riyadê nehat vexwendin.”

Salih Muslim anî ziman ku ew dixwazin beşdarî hemû civînên ku ji bo Sûriyê tên lidarixstin bibin û got: “Hinek alî hene hertim hewl didin me dûr bixin. Aliyê ku hebûna gelê Kurd di van civînan de qebûl neke, tê wê wateyê kû naxwaze gelê Kurd di pêşeroja Rojhilata Navîn ya nû de cih bigire.”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bal kişand ku gelê Kurd û hemû pêkhateyên Rojava bi hev re sîstemeke demokratîk li gorî hîmê hevparî û hevbeşiyê ava kirine. Aliyên ku wan venexwînin van civînan naxwazin ku sîstema demokratîk li Rojhilata Navîn ku kurd temsîla wê dikin belav bibe. Muslim got: “Hin hêz hene naxwazin ku li Rojhilata Navîn sîstemeke demorkatîk hebe, dibe ew hêz ne dijminên kurdan bin. Lê naxwazin Rojhilata Navîn bê demokratîk kirin.”

Derbarê civîna di navbera Amerîka, Rûsya û Netewên Yekbûyî de Muslim anî ziman: “Di civînê de opozîsyona Sûriyeyê tuneye. Dewletên kû civîna Viyannayê li darxistine, vê civînê jî dîsan ew li dardixin. Armanca sereke ya vê civînê ewe ku kêmasiyên di Kongreya Riyadê de derketine derbas bikin.”

Di dawiyê de Hevserokê PYD’ê Salih Muslim got: “Ne gengaze ku nexşerêyeke çareserkirina aloziya Sûriyeyê bêyî misogerkirina mafên gelê Kurd û pêkhateyên herêmê pêk bê. Gelê Kurd û gelên herêmê ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa têdikoşin. di Kongreya Riyadê de hevalbendên rêjîmê û hevalbendên DAIŞê meşrutî wergirtin, pêwîste ev şaşîtî di civîna New Yorkê de bê serastkirin.’

Bu yazı 871 defa okundu.

Yorum Yaz »