NE ENQERE, LÊ KURDISTAN

CÎGERXWÎN GOYÎ 29 Ekim 2015 0
NE ENQERE, LÊ KURDISTAN

Nêzîkê 6-7 mehane hemî rojeva Kurdistanê bûye hilbijartin. Li rexmê kû xwezayiye jî, lê aliyên ne xwezayî jî hene.

Mînak; rewşa Rêber Apo hatiye ji bîrkirin. Ev bêmafiyeke di rastî de. Bizava siyasî ya Kurd bi hemî avaniyên xwe ve divêt vê di berçavan re derbaz bike. Hema ji niha ve, bi taybet piştî hilbijartinan pêwîste rojeva bingehîn bibe azadiya Rêber Apo.

Ev rewş ji çewt bikaranîna rêbaz têt. Em dikarin vê bi mînakek kurdewarî vebêjin. Bêrîvanek ya ne pisporê karê xwe dixwaze bizinek bigire û bidoşe. Lê nikare wê rawestîne. Ji bo bizinê rawestîne dest tavêje delingê bizinê û devê şîjarê xwe diberde. Ango şîrê şîjar hemî dirije. Niha şîrê şîjar geliktire an yê bizinê, vê nehizirî.

Ango divêt em jî ji xwe bipirsin: 80 parlementer geliktirin an Rêbertî. Bêgoman ez girîngiya van nûneran nanirxînim. Lê ev jî rastiyeke ew hemî diçin parlemenek kû nepêkane ti car Kurd di wê parlemenê de rast bêne pênasekirin.

Dibe kû gelik kes bêjin mane ew jî diçin nûnertiya Rêbertî dikin li wê. Di rêjeyek kêm de wuha ye. Gelik ji wan di zêhniyetê de zêde ji sîstemê cudatir nahizirin. Bûyîna muxalefet, ne di sloganên tund de ye. Ger di zêhniyetê de ferqbûn çênebe, ji demekê pêve encam hemane. Ez vê ji bo reşkirina HDP’ê nabêjim. Lê divêt bêt zanîn saziya parlemena Turkiyê hinde pîrozkirin jî encamên nebaş wê bi xwe re bîne.

Ya ez dibînim, ew girîngiya têt dayîna kampanyayên hilbijartinê nayêt dayîna avakirina Xwerêveberiyan. Ya rastî nûnertiya baş ya Apoyîtî di avakirina vê sîstemêde ye. Eger çûyîna Enqerê ne nûnertiyek resene. Ji bo mirov Rêbertî ji xwe re bike felsefeya jiyanê û pêkbîne, divêt hingê pêşniyar û daxwazên wî em bixin di pratîkê de.

Bi dehan tv’yên tevgera azadî hema hema serûbinî bûne hilbijartin. Erdogan wuha got, nizanim kê çi got. Rojeva me li gora axaftinên wan diyar dibe. Ya rast û pêwîst ewe kû em rojevê diyar bikin. Nûnertiya gelan kirin ne bes çoyîna parlemena ye. Ya rastî jî nûnertiya herî resen parlemenên herêmî ne. Lê niha me parlemenên herêmî dane alîyek û ketinedi pêşbaziya çûyîna navenda dewleta Turk de.

Li gora min, Enqere navendkirin û beraliya gel û nûneran dayîna wê ne tiştek maqûle. Li wê derê hebûna nûneran girînge lê ya herî girîng di herêm û qadan de rêxistina gele, rêveberiya gele. Heta ev neyêt kirin, ji jor de rêvebirin bi raman û formûlên Rêbertî re nagunce. Ne zêhniyeta netew û konfederalîzma demokratîke. Felsefeya me ya jiyanê venabêje. Heta di aliyê rêbaz de pîrozkirina saziyek ya dewletê jî bi xwe re tîne.

Berpirs û rêveberên HDP û DBP bi zêdehî ketine di bandora çûyîna Enqerê de. Xwezî ev xurûş ji bo çoyîna Kurdistanê jî hebûya. Bêgoman di wê ferqê de me di meydanê de mirovên berdêlên giran didin jî hene. Lê bawerkin ev rêje ji ya têt xwestin kêmtire. Li Botanê, hinek deverên Amedê, Mêrdîn û Muşê bi zêdahî berdêl hatin dayîn. Lê li gelik herêman jî bêdengî serwere. Lê ji bo hilbijartinê rewş cudatire.

Mirov dikare van rastiyan bi nimûneyan veke. Mînak; gelik nûnerên me gava behsa dewletê dikin axaftinên wan nezelalin. Lê ya rast divêt mirov bi uslub û axaftina xwe bi gel bide nîşandan kû ev tekoşîn li hemberê hêzek dagirkerê Kurdistanê ye. Divêt bêt gotin kû em ne ji bo desthelatdariyê lê ji bo rêveberiyê diçin Enqere. Ji ber kû di navbera van têgihên “desthelatdarî” û “rêveberî” de biqasî cîhanê ferq heye. Diyare hêjta gelik nûnerên me jî vane ji hev cuda nekirine. Ya em li hember şer dikin sîstema desthelatdariyê ye. Ya em dixwazin bixin pratîkê jî sîstema rêveberiyê ye kû awayê xwerêveberiya gele. Rêveberî girêdayî gele lê desthelatdarî girêdayî dewletê ye.

Gelik xalên din hene mirov vebêje. Lê ya rastî ewe kû ji bo tekoşînek dewlemend ya li ser felsefeya Rêber Apo bêt meşandin, hêjta gelik ji me kême. Eger ev lawazî neyêne derbazkirin, piştî demekê êdî emê jî destpêkin bi çeka dijmin şerê dijmin bikin. Encama vê jî bûyîna aşvanê kû aşê desthelatdaran digerîne ye.

Bu yazı 515 defa okundu.

Yorum Yaz »